dem: 02.12.2017 22:02 xwendin: 333

Mirov û Siberoja Felsefeyê

Mirov û Siberoja Felsefeyê

    Di desta yekem de, bêguman mirov dikare bibêje ku felsefe; lêgerînek bêdawî ya mirovî ye û heta hetayê jî, dê ev lêgerîna mirovî berdewam bike. Felsefe, bi rêya bikaranîna aqil û hişê mirovî dest pê kiriye û wisa xwiya dike ku, dê hebûna xwe ya bi vî hawî herdem berdewam jî bike. Felsefe, ne zanistek e û ti caran, nexwestiye ku xwe bigihîne encam (zanyariyên) misoger û naguher.

Jixwe, di demên dawî de hatiye destnîşankirin ku zanayiyên zanistî jî, ne zanayiyên mayende û naguher in û dikarin werin guherin yan jî, dibe ku çewt jî hatibin zanîn.

Di vê xalê de, em carekê din rastê hêzdarî û mafdariya felsefeyê dibin. Heke felsefeyê ji hemû tiştan gumanê nekiriba, bêguman nikaribû bibe maka hemû zanistên îroyîn. Ji xwe, tiştê ku felsefe û zanistê, ji hevdu cihê dike jî ev helwesta felsefeyê ya gumanber û rexnekar e. Lewma jî, em dikarin bibêjin ku heta mirov aqilê xwe bikar bînin, bi awayeke aqilane tevbigerin û bi şik nêzîkî mijarên têkildar bibin, dê felsefe jî ji holê ranebe û hebûna xwe bidomîne.

Heta radeyekî, mirov dikare bibêje ku dê mijarên felsefeyê, berfirehtir jî bibin. Çimku fîlozof jî, di civakê de dijîn û jê ketumet dibin. Girêdayî vê yekê; pirs yan pirsgirêkên ku di civakê de têne dîtin, bala fîlozofan jî dikşînin û dibin babeta lêkolînên wan. Mesela piştî Şoreşa Sanayiyê, Şoreşa Fransî û Daxuyaniya Gerdûnî Ya Mafê Mirovan, têgeha demokrasiyê zêdetir derketiye pêş û vê yekê, gelekî bala fîlozofan kişandiye. Niha jî, di civakên hemdem de; > xwe daye der û di civakên wê de yê sanayiyê de, tenêtiya mirovan her diçe zêdetir dibe.

Di vê xalê de, em dibînin ku ev pirsgirêk zêdetir dibe mijara fîlozofan û felsefeyê. Li gelek welatên Ewropayê, niha Navendên Felsefeyê têne vekirin. Li wan navendan (fêrgeh), felsefeyê fêrî mirovan dikin. Bi saya rêbaz û zanayiyên felsefeyê, mirov dev ji zanayiyên (nêrînên) xwe yên bawerhişk berdidin û dibine xwediyê awireke felsefî ya rexnekar û kêrhatî. Zagona bingehîn ya xwezayê, weke zanîna we ye ku guherîn bi xwe ye. Hemû tişt, diguherin û mîna xwe namînin. Di vê rewşa guherîna bilez û hêzdar de, bêguman têgihiştina bûyer û kirûyên xwezayî û civakî jî, gelekî zehmet e. Lê bi saya felsefeyê, mirov dikarin têbigihêjinê wê guherînê, dev ji ramanên xwe yên kevin berdin û li xwe werin. Di siberojê de, mîna Navendên Psîkolojiyê; dibe ku Navendên Felsefeyê jî zêdetir bibin û xizmeta mirovan, ya têgihiştineke çaktir bikin.

Ê baş e, tiştên ku felsefe fêrî mirovan dike çi ne?  

Bi saya felsefeyê, mirov fêrî fikirîna kûr ya nedîtbar dibin. Aqilê xwe, çêtir bikar tînin. Bi awayeke çavkorî, hemû tiştan qebûl nakin. Tiştek dema ku ji wan tê xwestin, bi şik nêzîkî wî tiştî dibin û lêdikolin. Bi saya felsefeyê, mirov çêtir têdigihêjine hêjahiya mirovan, civak û xwezayê. Hesta xweşdîtin û toleransê, çêtir dinasin û bi çavekî pîroz, li tu tiştan mêze nakin. Helwesta felsefeyê ya rexnekar û gumanber, rê li pîroziyên naguher digre û zanayiyê dike tiştekî guhêrbar û kêrhatî. Mirovên ku haya wan ji felsefeyê heye, girîngiyê didine ramanên mirovên din jî. Çimku ew baş dizanin ku ramanên rast, ne tenê ramanên wan in û hewlesteke mirovî, nîşanî mirovên din jî didin. Hasilê; di roja me ya îroyîn de, mirov dikare bibêje ku felsefe êdî ne tenê tiştekê utopîk e. Di pratîkê de jî, gelek tiştan fêrî mirovan dike. Mîna ehlaq, ol, siyaset û zanistê; felsefe jî rahişmendiyeke mirovî ye û di civakên hemdem de, dê bêtir bikeve xizmeta mirovan.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      439
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      485
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      666