dem: 05.12.2017 03:02 xwendin: 71

Mijar û Pênaseya Ciwannasiyê

Mijar û Pênaseya Ciwannasiyê

     Ciwannasî/Estetîk, di sedsala 18an de ji aliyê A. G. Baumgarten ve hatiye damezrandin. Peyva estetîkê ji peyva aisthesis a yewnanî tê û wateya wê têgihîna ‘bîrbîrî, îdraq’ sehekî ye û mijarên wê jî, zanayiyên têgihîna sehekî ne. Li zanayiyên têgihîna sehekî vedikole û dixwaze ku fam bike, ka ew ji kû derê tên?

Lê mirov dikare bibêje ku estetîk, ne li hemû zanayiyên têgihîna sehekî, lê bi tenê li zanayiya bûyera spehîtiyê (delaliyê, bedewiyê) digere. Dîsa di sedsala 18 an de Immanuel Kant, estetîkê wekî zanista delkên hestyariyê daye nasandin. Spehîtiya ku babeta estetîkê ye, ne tenê ew spehîtiya hunerî ye. Hemû spehîtiyên ku di xwezayê de hene mijarên estetîkê ne, ji lewma jî; ji vê felsefeyê re, felsefeya spehîtiyê/delaliyê tê gotin.

Ji Platon bigirin heta Hegel, dema ku mirovî li dîroka felsefeyê mêze dike, mirov dibîne ku di bingeha nêrînên estetîkî de têgeha 'spehî' û 'spehîtiyê' heye. Ji şaxê felsefeyê ya ku li spehiyê (delaliyê) dipirse û vedikole re, Ciwannasî (Estetîk) tê gotin.

Felsefeya ku li hunerê û berhema hunerî dipirse, vedikole û ji bo hunermendan pîvanên nîrxandinê tîne re jî, 'Felsefeya Hunerê' tê gotin. Ango, Ciwannasî û Felsefeya Hunerê, ne di heman wateyê de ne. Lê carinan di hindek axaftinên mirovan de, em dibînin ku di heman wateyê de têne bikaranîn. Lê ew gotin, bikaranîneke çewt e. Lewra, ne heman tişt in. Wekî mînakekî: Spehîtiyeka di xwezayê de, em bibêjin Geliyê Elî Beg, dikare bibe mijara estetîkê. Belam, helbesteka helbestvanekê û romaneka nivîskarekê, encax dikare bibe mijara felsefeya hunerê.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017 

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Pêveker: ciwannasî estetîk

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60