dem: 05.06.2017 21:32 xwendin: 261

Meymûnên Jêhatî û Dizî

Meymûnên li Baliyê ji bo têrbûnê, bi gotineke din, ji bo peydakirina xwarinê, smartphone, berçavk û kincên tûrîstan didizin. Meymûn piştî sal û demên dirêj fêrî diziya materyalên giranbiha bûne.

Lêkolîner Fany Brotcorneê ji zanîngeha Liège/Luikê bi qasî çar meheyan xebatên xwe li ser meymûnên ku materyalên tûrîstan didizîn, û li hawirdora Perestgeha-Uluwatu ya li Endonezyayê ne, pêk aniye. Ji materyalên herî zêde dihate dizîn, kinc, smartphone û berçavkên tûrîstan bûye.

Lêkolîner Fany Brotcorne wiha dibêje; "Xebateke berê ya li ser meymûnên girtî hatibû dîtin ku meymûn, bi fêrkirinê dikaribûn tiştên binirx texmîn bikin. Mesela dema meymûn tiştekî bihuner pêk dianî, bi xwarinê dihatin xelatkirin. Lê ji vê xebata min diyar dibe ku meymûn, bi xwe xwe jî dikarin xwe fêr bikin."

Meymûnên kovî bi rêya demîngirtinê fêr dibin û pê re materyalên giranbuha tespît dikin. Mesela dema toqeya elastîk ya porê jinekê didizin û jinik bêdeng dimîne û xwe nalivîne, meymûn destên xwe ji diziya toqeya elastîk dikişînin û berê xwe didin materyalên din.

Fany Brotcorne wiha berdewam dike; "Meymûn bi awayeke rêkûpêk û nazik karê xwe pêk dihînin, hema bêje qet silik(agresîf) nabin. Bi gotineke din qet êrişê tûrîstan nakin û naêşînin, û tim bi tenê serê xwe karê xwe pêk dihînin."

Çavkanî: De Morgen

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      0
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      18
Xebatên Li Ser Zimanê Îşaretê û Zarok
Zanistî

Xebatên Li Ser Zimanê Îşare..

24.02.2018 14:32    Metîn Eser

Pêçekên me dişibin sungêrên kefikê û her îşaret/tevgerên ku em pêk dihînin û gotinên ku em dibêjin, yekser ji me werdigirin. Lêkolîna nû ya li ser pêçekên heya yek salî diyar dike ku pêç..

Bixwîne
      28