dem: 23.01.2017 21:36 xwendin: 286

Merheba ji dîktatoriyeta xelafetê re

Merheba ji dîktatoriyeta xelafetê re

AKP ku li parlementoya Tirkiyeyê xwedan piraniya dengaye, bi lez û bez projeya qaşo guhertina destûrê ( ew ne projeya guhertina destûrê belku projeya yasayî kirina desthilat û dîktatoriyeta Erdoganê ye) da pejrandin û niha amadekarî bo vê yekê dike daku ew projeya han bixwe refrandomê û pergalek bi navê pergala Serokatî li Tirkiyeyê bicîh bike daku Erdogan bibe yekane desthilat û yekane mercea her tiştekî.

Ew têştin ku niha AKP û Erdogan li Tirkiyeyê dikin beriya 35 salan li Îranê ji aliyê Xomeynî ve hatin kirin û 35 sale xelkê Îranê bi her du destê xwe li ser xwe dide û dibêje: Ew şaştiya min kir mala min xirab kir.

Li Tirkiyeyê jî çîrok heman çîroke, mimkune niha ji hinek kes û aliyan re bi taybetî ew kes û aliyên ku xwedan îdeolojiya exwanî anjî selefîzimê ne, ev guhertin xweş be, lêbelê di demeke kên de vê desthilata takekesî ya Erdoganê bibe sedema vê yekê ku ne tenê opozîsyon û ew aliyên ku li dijî projeya Serokatîne belku ew kesên ku xwedan îdeolojiya exwanî anjî selefîzimêne ji kiriyarên xwe û piştgîrî kirina xwe ya bo vê projeyê poşman bibin. Jiber ku di îdeolojiya Erdogan û alîgirên vî de, rihê cîhadê gelek bihêze û di rêçika cîhadîstan de jî tiştek heye bi navê mobah, yanê heta dema ku cîhan ser dikeve her cure pêk anîn û cîhbicîh kirina her karekî ji me re helale û ji kesên din re herame. Ji ber vê çendê vê piştî refrandomê dîktatoriyeteke nû yaku xwe dispêre bingeh û rêçikên olî yên radîkalîst li Tirkiyeyê serî hilbide û çawe îro li Îranê eger kesek bixwaze rexne li desthilata meleyan bigire ji aliyê dadgehên şoreşê ve bi tawana dijarî kirina xwedê ( muharebe) tê darizandin û îdam kirin vê li Tirkiyeyê jî heman tişt dubare bibe û vê demê Tirkiye ji bo demokrasî, azadiya raman, mafên mirovan û pêkhateyên olî û etnîkî bibe weke dojehekî dijwar. Jiber ku vê dîktatoriyeta ku li Tirkiyeyê were sepandin gelek radîkaltir be ji dîktatoriyeta ku li Îranê heye, sedema vê yekê jî ewe ku îdeolojiya sune gelek zêdetir ji îdeolojiya şîi radîkaltire.

Eger projeya han di refrandomê de were pejrandin vê demê ew dîktatoriyeta ku ew çend sale Erdogan jê re hewl dide û amadekariyan dike dikeve meriyetê û li Tirkiyeyê jî bi vê awayî pergaleke dîktator yaku xwe disperse îdeolojiya selefîzmê a sune serîhildide û ew yek jî bandoreke gelek xirab li ser rewşa deverê dike herwisa dibe metirsiyeke gelek mezin bo ser ewlekarî û asayîşa cîhan û deverê jî jiber ku hebûna pergaleke dîktator ya sune û hebûna dîktatorekî ku xwe beşek dibîne ji komeleya exwan el muslêmîn, li Tirkiyeyê dibe sedem ku Tirkiye bibe navend û wargehekî baş bo grûp û tevgerên olî yên radîkal û cîhadîst û geşe kirina îdeolojiya selefîzmê. Herwisa hebûna dîktatoriyeteke bi vê rengî li Tirkiyeyê dibe sedema dabeş bûna welatên Rojhilata Navîn bi ser du eniyan, eniya şîi bi raberatiya dîktatoriyeta şîi ya Îranê û eniya suneya bi raberatiya dîktatoriyeta sune ya Tirkiyeyê.

Di rewşeke bi vê rengî de çawe li Îranê ehlî bet û xanedan hene û bûne du têgeh bo geşedana îdeolojî û dîktatoriyeta şîi li deverê de, li Tirkiyeyê ji têgeheke kevin lê bi reng û şiklekî nû bi navê xelafetê serî hildide û li deverê de Ehlî bet û xelafet dibin du eniyên dijberî hevûdu û bi vê rengî rewşa dever û Rojhilata Navîn bi temamî aloz dibe.

Niha pirs ew ku gelo vê pergala capitalist a golobal vê yekê qebûl bike ku li Rojhilata Navîn de du pergalên olî yên li dijî hev hebin û her yek bi her awayî hewl bo berfiretir kirina çarçoveya desthilat û hegemoniya xwe bide?

Pergala kapîtalîst ya golobal bi ti awayî hebûna wan du pergalên dîktator li Rojhilata Navîn de qebûl nake, lewre dibe yek ji wan pergalan ji nav bibe, ew pergala ku ji aliyê sîstema cîhanî ve tê jinav birin ne pergala şîi ya Îranê ye belku pergala sune û xelafeta ya li Tirkiyeyê ye. Jiber ku Tirkiye endamê peymana NATO, berbijarê endam bûn di Yekîtiya Ewrûpa û herwiha hevparê Amerîkayê ye, hem Amerîka, hem NATO û YEê gelek xwe bo Tirkiyeyê westandine û gelek zehmetî bo Tirkiyeyê kêşane lewre ew hêzên hank u ez weke kapîtalîzma cîhanî behsa wan dikim ti carî rê nadin ku li Tirkiyeyê xelafeteke îslamî ya sune bi raberatiya Erdoganê ku xwe beşek ji îdeolojiya Exwan Elmuslêmîn dibîne serî hilde. Jiber ku eger li Tirkiyeyê xelafeteke bi vê rengî hebe vê demê dibe metirsî bo ser asayîş û ewlekarî û herwiha berejwendiyên abûrî û civakî yên Amerîka, NATO û YEê.

Jiber vê çendê eger di refrandomê de projeya bi xelîfe kirina Erdogan ( Serokatî) were pejrandin vê demê:

1-pergala kapîtalîs ya cîhanî têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê têk bide û mimkune ji endamtiya NATOyê jî Tirkiye were avêtin.

2-wê rewşa Tirkiyeyê gelek aloz bibe û mimkune bibe weke Sûriyayê û tê de pêkhateyên olî û etnîkî weke Kurd, Elewî, Ermenî û Mesîhî rastî zextên zêdetir bibin.

3- azadiya raman, azadiya çapemenî, mafên mirofan û azadiya jiyanê wê werin bipêkirin û opozîsyon û ew kes û aliyên ku beruvajiya Erdogan û pergala Erdogan bihizrin vê werin cezakirin.

4-di bin navê parastina xelafet û îdeolojiya olî de, vê gelek grup û tevgerên çekdar ên radîkal û cîhadîst werin çekdarkirin û amadekirin û ew tevger û grupên han ji aliyê pergalê ve li dijî pêkhateyên olî û etnîkî û herwiha ew kesên ku hizra wan ne li gor pergalêye werin bikaranîn û gelek kes bibin qurbaniya kiriyarên biker nedariya ( failmechul).

5- her ku zextên pergala dîktator li ser gel, civak û pêkhateyên olîs, etnîkî û siyasî zêdetir bibin ku vê gelek zêde bibin, vê demê serhildanên girseyî jî destpê bikin û pergal jî bo temrandin û ji nav birina wan serhildanan vê hêza xwe ya çekdar bikar bîne û ew rewş vê gelekî bidome û Tirkiye bibe weke kuştargehekî cudatiyan ( ew kes û aliyên ku ne weke pergal dihizrin anjî nasnameya etnîkî û oliya wan li weke nasnameya pergalê ye).

6- di rewşa Tirkiyeyê ewqas aloz bibe ku pergala cîhanî neçar dibe destwerdaniya karûbarên Tirkiyeyê bike û bo aram kirina rewşa Tirkiyeyê dawî bi pergala xelafet a Erdogan bine.

Erdelan Goran

 

 

Tevlîker

Erdelan Goran
Erdelan Goran

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      280
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      255
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      333