dem: 05.12.2017 00:33 xwendin: 66

Mentîqa Sedemîtiyê û Davîd Hume

Mentîqa Sedemîtiyê û Davîd Hume

   Di guherîna mentîqa sedemîtiyê (determînîzmê) de, rolê ezmûngerê îngilîz Davîd Hume î gelekî girîng e û Hume, bi şikberiya xwe (bi helwesta xwe ya şikber, gumankar) navdar bûye. Davîd Hume, xebatên Newtonî ji xwe re wekî mînak hilbijatiye û bi helwesta xwe ya şikber, bandûreke mezin li fîlozofan kiriye.

Di destpêkê de xebatên wî, axlebî li ser rêbaza xebitîna mejiyê mirovî bûn û wiha dixwest ku prensîbên xebîtîna mejiyê mirovî destnîşan bike. Di babeta felsefeya zanayiyê de lêzêdekirina herî mezin ya Davîd Hume, dahûrandina (analîzkirin, dewiyandin) wî ya li ser sedemîtiyê ye. Davîd Hume di babetên zanayî û zanistî de, têgihêjê ku ramana sedemîtiyê gelekî girîng e û xwediyê roleka bingehîn e û bi şik, nêzîkê vê yekê bûye.

Lewra li gor bîr û baweriya Hume, ramana sedemîtiyê, di navbera du bûyeran de girêdanek e û ev girêdanî, bi temamî, ji hînbûnîyên me têtin.  Lewra dema ku em di navbera du bûyerên ku li pey hevdu tên de girêdanek pêk bînin û em bûyera yekemîn, weke sedemê ya duyemîn bihesibînin; sedemê vê yekê, bêguman hînbûnî û azmayîşên me ne.

Ango li gor baweriya Hume, em di navbera du bûyeran de ku li pey hev têtin; girêdaniyeke sedemîtiyê ava dikin. Wek mînak: Her sibê roj hiltê û êvaran jî diçe ava. Herweha piştî rojê jî, şev tê. Ev yek wiha dike ku em di navbera wan de (di navbera du bûyeran de) têkîliyeke sedemîtiyê ava dikin. Lê bingeha sedemîtiya di vir de, bi temamî psîkolojîk e, ji azmayîşên me pêk tê û tiştekî ku dotira rojê jî, vê bûyerê sewgiran (garantî- temînat) bike tune. Ev yek bi temamî encameka hînbûnî û hêviyên me ne. Herweha, hinek caran jî sedemê ramana (fikrê) sedemîtiyê, rêbaza enduksiyonê ye.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      71
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60