dem: 29.10.2017 17:59 xwendin: 270

Matheronodon Provincialis

Komeke paleontologan li Velaux-La Bastide Neuve, li bakur-rojavayê Marsîlyayê, cureyeke nenas û hovber(prîmîtîf) ya îguanodonê vedîtin. Taybetmendiya herî balkêş ya cureya nû vedîtî ku Matheronodon provincialis binav kirine, diranên pirr mezin yên îzdeharê bû û pê bi hêsanî dikaribû giya û nebat ji kokê ve hilkişîne, bicû û bixwe. 

Profesorê ji VUB û Koninklijk Instituut voor Natuurwetenschappen (Enstitûya Qralgehê ya bo Sirûştnasiyê) Koen Stein xebatên xwe li ser diranên balkêş û mezin pêk aniye. Profesor Koen Stein pisporê lêkolînên li ser raçînka fosîlên vedîtî ye û wiha dibêje; “Diranên cureya nû vedîtî pirr mezin in, min heya vê gavê qet diranên ewqas mezin nedîtiye û nebihîstiye. Ji diranên hemcureyên din û îzdeharên din yên nêzikê vê malbatê ne, pirr mezintir in. Diranên cureya nû bi qasî heft santîmetreyê dirêj in, diranên cure û îzdeharên din kêmzêde li der û dora sê santîmetre û nîv e.”

Profesor Stein diranê iguanodoneyê dibirre û fîlma şûnên birrî digire. “Ji xebata li ser fîlmên diranê îzdeharê dihêt dîtin ku diran, xwediyê taybetmendiyeke nedîtî û nenas bûye. Taybetmendiya diranê îzdeharê jî ev e; diranê îzdeharê li beramberî cureyên din pirr dereng kot dibû û her ku kot/gend dibû, dîsa bi xwe xwe dirêj û pîj dibû. Dîsa mîneya diranê îzdeharê ji fosîlên din ên îzdeharên vedîtî, qalindtir e. Ji ber ku diranên di çeneya jorîn de bitenê aliyê derve bi mîne û diranên di çeneya jêrîn de jî bitenê aliyê hundir bi mîne ye, diranên îzdeharê dema cûtin û xwarinê de bi xwe xwe pîj dibûn.”

Paleontolog Pascal Godefroitê ji KBIN wiha berdewam dike; “Îzdehar ji devê wî bigire heya boçina wî, li der û dora çar metreyê dirêj û 70 mîlyon sal berê jiya ye. Dev û diranê vê cureyê li beramberî cureyên din yên weke hadrosauriërs û eendenbekdinosauriërs, bi awayeke din ber bi bayê peresînê ketiye. 

Matheronodon provincialis ji malbata Rhabdodontidenê ye û têkiliya vê malbatê bi iguanodontidenê heye. Cureya nû vedîtî navê xwe ji Philippe Matheronê werdigire, kesê cara pêşin li ser malbata Rhabdodontidenê xebatên xwe pêk aniye, di sala 1869an de Philippe Matheron e. Xebatên li ser hestiyên vê cureyê berdewam dikin.

Çavkanî: BELGA

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      63
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      81
Meteroîdên ku Destnîşana Çavkaniya Vejiyînê Dikin
Zanistî

Meteroîdên ku Destnîşana Ça..

13.01.2018 22:19    Metîn Eser

Du meteroîdên ku di sala 1998an de daketibûn li ser rûyê erdê, xwediyê wê taybetmendiyê ne ku li cihê daketine, bibin çavkaniya vejiyînê û ev jî ji analîza nû diyar bûye. Ji her du meteroîdên ku ji ban&ecir..

Bixwîne
      61