dem: 06.01.2017 10:42 xwendin: 642

“Mareşalê Petrol û Gazê” Nadir Nadirov - 85 !

Bavê wî Keremê Hacî Nadir e. Jê re ‘Axê Beşka’ û ‘Kerem Axa’ digotin. Ew bixwe Birûkî ne. Beşka, beşek ji Eşîra Birûkan e. Bavê wî Beşkî ye, diya wî Şewlikî ye. Hê gava bavê wî ciwan bûye, ji ber zilma Roma Reş bar dikin, ji dorhêla Wanê têne ber Çemê Arasê. Xwe li Çemê Arasê dixin, derbasî hêla Nexçîvanê dibin ku wê gavê di nav sînorên Yekitiya Sovyeta Sosyalîst de bûye. Li wê derê gundekî Beşka ji xwe re ava dikin. Navê wê ‘Qîqaç’ datînin. Eşîra Qerka jî ji xwe re gundekî çêdikin. Herçî ji ber zilma Tirkiyê direvin tên wir û ji xwe re gundan ava dikin.

“Serhildana Şêx Seîd destpê dibe. Hem bavê min, hem Apê Zeynel digirin. Dixine hepse. Diya min tevî zarokan, gelek kurd ne tenê malbata me, ji Tirkiyê direvin tene Sovyetê.”

Ew sal, salên 1925-1926 in. Şêx Seîd û şerê wî şikestiye û têk çûye. Yek ji sedema koça wî alî Arasê jî ev têkçûn û şikestin bixwe ye.

Nadir Nadirov di serma û seqema meha yekê ya sala 1932’yê de tê dinyayê. 1936’ê salê bavê wî Keremê Hacî Nadir rehma Xwedê dike. Gora wî li gundê Qîqaçê ye. Gava bavê wî dimire, ew 5 salî ye. Tevî diya xwe 9 kes, sala 1937’ê ji Kafkasyayê ber bi Asya Navîn ango Kazakistanê ve têne sirgunkirin.

Çîroka sirguniya ku bi qasî du mehan diajo jî destpê dike…

“Ez pênç salî bûm, tê bîra min. Polis hatin ber derî, gotin ‘karê xwe bikin, tiştên herî lazim hildin, 24 saet paşê em we ji vê derê bar dikin, sirgun dikin.’ Ji bo çi, bi ku ve? Kesî nizanibû. Pirs kirin, ‘lê heywanên me?’ Gotin, ‘heywanên xwe bifiroşin, bikin pere û bi xwe re bibin cihê hûn diçin.’ Derman tuneye! Bavê min çûye rehma Xwedê. Şikir birayê min hê heye, tevî diya min kel-mel zû biz û berhev dikin, yên herî herî ferz. Pirs nakin tu ji kîjan gund î, kîjan malbat hazir e, hildidin dixin trênê. Beşkî, Şewlikî, Qerkî. Ji kîjan gundî pirs nakin. Kî hazir e, dixine trênê bi rê dikin. Trên dîsa tê, kî hazir e, dixin trênê bi rê dikin dişinin. Em anîn, du mehan. Tê bîra min, du mehan em di trênan de hatin. De li vira disekine, nan dikirin av hildidin dîsa bi rê dikevin. Du meh paşê, 1937-ê salê, dawiya salê meha yanzdehan bû, trên em anîn Cambûlê, niha jê re dibêjin Taraz. Wî çaxî jê re digotin Mîrzoyan. Anîne wira peya kirin. Xistine avtoyan, berf çökek li erde ye. Rê tuneye, tiştek kifş nabe. Rojekê em bi wan erebeyan ve anîn. Li ser berfê peya kirin gotin ‘hûnê li vê derê bijîn.”

Nadirê Kerem ango Akademisyen û Profesor Nadir Nadirov li seranserê dinyayê, yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazakistanê ye. Ji sala 1993’yan ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazakistanê ye.

Nadirov xwediyê van xelatan e:

‘Pêşengê perwerdehiya Gel a Sovyet Sosyalîst’ (1967), 
‘Xelata Dewletê ya Kazakistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst’(1980), 
‘Xelata Kedkarê Emekdar a Kazakistana Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1982), 
‘Xelata Kaşifê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1985), 
‘Petrolkarê Fexrî yê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1991), 
‘Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20’an’ (2000) 
‘Endezyarê Fexrî yê Kazakistanê’ (2001)

Nadir Nadirov di sala 1981’ê de layiqî ‘Madalyaya Kedê ya Ala Sor’ a Sovyetê; di sala 1999’an de layiqî madalyaya ‘Kurmet’ a Kazakistanê û di sala 2006’an de jî layiqî madalyaya ‘Dostik’ ê hatiye dîtin. 
Di sala 2003’yan de li Fransayê, ji hêla Yekitiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve, bi ‘Madalyaya Zêrîn’ hatiye xelatkirin. 
Heman dezgeh di sala 2004’an de tevî ‘Madalyaya Napoleon, nasnavê ‘Mereşalê Zanyariyê’ jî daye Nadîrov.

Wêneyê Salih Kevirbirî.

 

950 gotar, 250 patent, 35 kitêb

Nadir Nadirov heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine. Xwediyê 250 patentên zanyarî ye. 35 kitêbên wî hatine weşandin. 2 kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazakistanê ne. Nadirov, ji sala 1996’an ve ser-redaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ dike ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Xwendina li ser sînorê Japonyayê

Nadirê Kerem ji ber ku Kurdekî sirgunê ye, di warê xwendinê de zehmetiyên giran dibîne. Pêşî nahêlin ji gundekî here gundekî din. Paşê destûra xwendinê didin, lê tenê ji bo bajarên biçûk. Paşê her ku di xwendina xwe de bilind dibe, divê here bajarên mezin û paytextan bixwîne, lê ji ber ku xwendina li paytextan jî jê re qedexe kirine, ji neçarî diçe ser sînorê Asya Dûr û Japonyayê dixwîne.

“1948-ê salê ji kurdên ku hatibûn sirgunkirin ji mintîqa Cambûlê, ez kesê yekemin bûm ku mekteb xelas kiribû. Mekteba deh salî. Lê dixwazim herim bikevime înstîtuyê. Fikra min heye herim Moskovayê, herim Alma Atayê, ji bo xwendinê bilind. Ez têm ji berpirsiyar re dibêjim, ‘ez dixwazim herim xwendinê.’ Dibêje ‘heqê te tuneye. Pasaporta te tuneye. Heke pasaport bidin jî, wê tê de binivîsin ‘heqê wî tuneye, ji gündeki here gündeki din!’ wiha çûm, wiha hatim. Çi bikim? Salekê mam, neçûm xwendinê. Min destpê kir, ji Stalîn re nivîsand. ‘Gunê min çi ye? Heta niha em nizanin ji bo çi em sirgun kirine. Sovyet dibêje, bixwîne, bixwîne, bixwîne; dîsa bixwîne! Ez jî dixwazim bixwînim. Îzin nadin ez herim xwendinê.’ Du meh, sê meh derbas bûn gazî min kirin, gotin ‘te ji Stalîn re kaxiz nivîsiye?’ Min got ‘belê min nivîsiye.’ Gotin ‘cewab hatiye.’ Di cewabê de dibêje, ‘Heqê te heye xwendina bilind bikî, lê ne li paytextan! Mesela nabe tu li Alma Ata, Taşkent, Bîşkekê bixwînî. Nabe tu li Moskovayê bixwînî. Li bajarê biçûk bixwîne.”

Di sala 1956ê de, bi hatina Kruşçev siûda wî dişixule. Astengiyên li ber xwendina wî û bi hezaran kesên wek wî radibe. Rêya çûna Moskowê jê re vedibe.

Ji malbata wî 40 kesî dibin û dikujin!

Sala 1938’an, polîs û KGB diavêjin ser konên wan. Hê çend meh in ku hatine Kazakistanê. Dibêjin; ‘Xwedî û xwedanê malê kî ye?’ Birayê wî yê mezin Evdile, teze zewicî ye. Jê mezintir xwişkeka wan heye, bi navê Benîçar. Wê jî mêr kiriye. Cînarê wan in, konê wan li rex konê wan e. Du kurê wê hene. Evdilayê birayê Nadirê biçûk radibe ser xwe û dibêje; ‘Xudanê malê ez im.’ Jê re dibêjin; ‘Bide pêşiya me, em herin!’ Wisa jî çûne mala xwişka wî, mêrê wê hildane û birine. Wê şevê kî xudanê mala xwe bûye, hemûyan girtine û birine. Lê kes nizane bi ku ve dibin. Zilamên 3-4 malan wê şevê çûne aşê, an jî ji bo avdanê li nava zeviyan bûne. Lewre jî rizgar dibin. Heta hilweşîna Sovyetê jî haya kesî ji aqûbeta wan tuneye. Êdî haya wan ji hev çênabe. Heta mezin dibe, dibe profesor jî pirs û pirsiyara birayê xwe dike. Herdem dipirse; ‘Birayê min li ku ye?’ Kurê xwişka wî jî ji bo bavê xwe dinivîse û pirsa wî dike. Di şevekê de 40 mêrî bi xwe re dibin. Yek bira ye, yek zave ye, yên din jî kurap, qewim û pismam in.

“Ji bo ku me dinivîsî yan cewab nedihat, yan jî te gelek binivîsanda cewab dihat lê digotin ‘kes nizane, kes nizane li ku ne!’ Tenê gava Kazakistan serbes bû, sala 1993-yê me dîsa destpê kir nivîsand. Serokomarê Kazakistanê Nazarbayev biryar derxist. Ne tenê kurd, miletê 30-yê salê hetanî 50-yê salê zilm û zorê dîtine, mafê wan bidine wan, azad bihesibînin. Hesab bikin ku çawa bêguneh bûne, lê ketine bin zilm û zorê. Ev wekî biryar derket. Gava ew biryar derket, min dîsa nivîsand. Min ji Nazarbayev re nivîsand ku ez dixwazim li ser birayê xwe hîn bibim, çi hate sere wî. Ji min re cewab hat. Gotin ‘dokûmentên birayê te di nav arşîvên KGB ya Cambûlê de ne. Yan here Cambûlê binere, yan jî sebir bike wê ji te re bînin Alma Atayê. Ji min re anîn Alma Atayê.”

Li Moskovayê hevnasiya bi Mele Mistefa Barzanî re...

Di sala 1956ê de, bi hatina Kruşçev siûda wî dişixule. Astengiyên li ber xwendina wî û bi hezaran kesên wek wî radibe. Rêya çûna Moskowê jê re vedibe. Nadir Nadirov sala 1956’an, li Moskovayê ji bo teza xwe ya xwendina bilind dikeve zanîngehê. Wek kesekî mêrxas, bextewar, kurd, Moskova û teza doktoraya bilind! Ew ji kurdên yekemîn e ku li Moskovayê xwendina bilind dixwîne. Li Moskovayê pirs û pirsiyara kurdan dike. Kurdê yekem ku li paytexta Sovyetê dibîne kurdekî Gurcistanê ye û navê wî Kolosê Şero ye. Nadirov pirsa hebûna kurdên din ji Kolos dike. Kolos jê re dibêje: ‘Kurdekî din jî li vir heye, lê ew ne kurdê Sovyetê ye, kurdê Îraqê ye…

“Ez ketime xwendina doktoriyê li Moskovayê. Bextewar im ku kurdek gihîştiye vê derece. Ne ji bo xwe, ne ji bo navê xwe, lê ji bo navê kurdan. Kurd û dikare bikeve vê xwendinê. Ev şabûna min a yeke bû. Şabûna min a duduyan, ez bigerim ji xeynî min li Moskovayê kurd hene an tunene? Ezê li ku bigerim? Ez çûm kitêbxaneya li ser navê Lenîn. Ev kitêbxaneya Sovyetê ya herî mezin tê hesibandin. Jineke ûrîs li wir bû, rûniştibû. Min pirs kir ‘qet kurd hene, tene vê derê?’ Got ‘erê ji Ermenistanê carcaran heb meb tên, ji Gurcistanê heb meb tên.’ Min got ‘lê Moskova?’ Got li Moskovayê jî yek heye, navê wî Kolosê Şero ye, ew carcaran tê.’ Min jê re telefon vekir. Bi rûsî xeber da. Min got bi kurdî zane, nizane, min pêşî bi rûsî xeber da. Min got ‘ez kurd im. Filankes im, hatime vira dixwînim.’ Gote min ‘Tu bi kurdî zanî?’ Min got ‘Helbet zanim!’ Got ‘Madem wisa ye, bi kurdî biaxive bila denge zimanê kurdî vizevizê ji telefonên Moskovayê bîne!’ Paşê me hev dît. Me dostaniya hev kir. Rojekê min jê pirsî ‘ji xeynî te kurd hene li Moskovayê?’ Got ‘kurdek heye lê ne kurdê Sovyetê ye, kurdê Îraqê ye. navê wî Mustefa Barzanî ye.’ Min li têlê xist, hilda. Min got ‘Ez filankes im, ji filan derê hatime, dixwazim te bibînim.’ Got ‘Serçavan.’ Adresa xwe da min. Min adresa wî di kitêba xwe de nivîsandiye. Got ‘Were.’ Ez çûm. Kêf hal. Wî çaxî cil û bergên modern li xwe kiribû. Min behsa xwe jê re kir. Wî jî behsa xwe ji min re kir. Çawa bûye, çawa nebûye, bi Îranê re çawa şer kirine, çawa derbasî Sovyetê bûne. Çawa paye pirî şandine Taşkentê.”

Nabe ku ‘Mareşalê Petrol û Gazê’ li ser gaza Kurdistanê tiştekî nebêje! Tesîr nake û dibêje:

“Hê di nava erdê Kurdistanê de li Petrola Kurdistanê baş negeriyane. Wê lê bigerin. Ez nikarim bibêjim sed sal, bîst sal. Petrola Kurdistanê gelek e. Lewma jî gelek dewlet dixwazin bi Kurdistanê re dostiyê bikin, paye pirî ji bo petrola wê. Dijminatiya kurdan dikirin ji bo petrole, dostanî dikirin ji bo petrole. Li hev dixistin gelo wê kî bibe dostê kurdan, kî bibe dijminê kurdan. Problema petrole, bû problema yekemin, gelo bi kurdan re dijminatiyê bikin an dostiyê bikin? Ev problemeke mezin e. Problemeke wiha ye ku siyaseteke mezin tê de heye. Di kovara me ya Petrol û Gazê de min du meqale nivîsîne. Yek petrola jêrê pêde pêde tê çêkirinê û dide kifşê ku wê bê çêkirinê, eva yek; zû biz û xelas nabe. Ya duduyan, hewqas erdê dinyayê heye hê em nizanin, lê negeriyane. Wê lê bê gerandinê. Yê bê dîtinê. Eva dudu. Ya sisêyan, heta niha roja îroyîn ew petrola ku hatiye dîtinê, hê em ji sedî 50-yê wê derdixin. 50 tê de dimîne. Em nikarin derxin. Nizanin çawa derxin. 30 salê din, 40 salên din wê derbas be, ew ilimdarên bên wê petrola mayî jî derxin…”

Bavê Arif, Barî û Dîmîtrî

Di jiyana Nadir Nadirov de malbata wî cihekî girîng û taybet digire. Li her civat û rûniştinan de endamên malbata wî piştevan û piştgirî wî ne. Her kesekî ji malbatê, di nav kurdên Kazakistanê de xwedî hezkirineke mezin e…

“Barî doktor e, emegê wî di nava doktoriya Kazakistanê de gelekî bilind e, qedrê wî jî baş digirin. Kurê min ê duyemîn Arif senetkarê kimyayê ye, yê petro-kimyayê. Doktorê ilm e. Kurê min ê biçûk navê wî Dîmîtrî ye, du zarokên wî hene. Qîzek û kurekî wî hene. Ew jî di kare xwe de pispor e û halê wî jî baş e. Sê kurên min û 8 neviyên min hene…”

Li ser Nadir Nadirov çi dibêjin:

Sultan Sartayev
Akademisyen-Bavê Hiqûqa Kazakistanê:

“Nadir Nadirov kurekî bi esil yê gelê kurd û gelê kazak e. Tevahiya jiyana wî li Kazakistanê derbas bûye. Gava malbata wî hatiye sirgunkirin, ew 4-5 salî bûye. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo Kazakistanê û Yekitiya Sovyetê kar kiriye. Lê belê welatê xwe û gelê xwe jî tu caran ji bîr nekiriye. Miletê wî 40 milyon e, bê dewlet e û hatiye perçekirin. Her dem bi awayeke serbilind kurdbûna xwe parastiye, bi kurdbûna xwe serbilind bûye û heta jê hatiye xwestiye xizmeta gelê xwe bike. Îro li Kazakistanê kurd û kazak wekî bira jiyana xwe berdewam dikin. Li welatê me gelek netewe hene. Hemû netewe Nadirov wekî ewladekî xwe dibînin. Ji ber ku gava Nadirov xizmeta Kazakistanê kiriye, her wiha xizmeta hemû neteweyan jî kiriye.”

Janet Asanbayevna 
Bûka Kunayevê Serokdewletê Berê:

“Nadir Nadirov ji malbata me zêde ne dûr e. Gelek caran mêvanê mala me bû. Ew dostekî hêja yê malbata me ye. Malbata wî jî gelek nêzîkî me ye. Ew dost û hevalekî birayê Kunayev, Aksar Ahmedovîç Kunayev bû. Mêrê min kurê Aksar Ahmedovîç e. Aksar Ahmedovîç Kunayev salên dûvedirêj serokatiya Akademiya Zanyariyên Kazakistanê kiriye. Di dema wî de Nadirov li akademiyê dest bi kar kiriye û teza xwe ya doktorayê kiriye. 38 sal in ez bûka malbata Kunayev im. Di nava van salan de bi qasî ez dizanim Nadirê Kerem dostekî vê malbatê ye. Beriya her tiştî ew zanyarekî mezin e û di asta cîhanê de ye. Ji bo welatê me kar û xebata xwe her berdewam dike. Em wî wekî ewladekî gelê Kazakistanê dibînin…”

Eywazxan Makateyeviç Kyrbassov
Wezîrê Karên Derve Yê Kazakistanê-Berê:

“Ez ne pisporê neft û gazê me. Ew kar, karê Nadirov e. Ez Nadir Nadirov ji berê ve nas dikim. Ji roja ku ez wî nas dikim, di hişê min de mirovekî bi heybet, maqûl û mezin e. Şexsiyetekî camêr û hêja ye. Li hêla din ew dostekî pir baş e. Bi qasî ez dizanim jiyana xwe pêşkêşî mirovahiyê kiriye. Nadirê Kerem vê gavê yek ji rêveberên Akademiya Zanyariyên Kazakistanê ye. Her wiha ew rêveberê Akademiya Endezyariyê ye. Ev tê wê wateyê ku xizmeteke gelek mezin daye zanyariya Kazakistanê û Sovyetistana berê. Di dema Yekitiya Sovyetê de Kunayev Serokdewletê Kazakistanê bû. Dema cara yekem haya wî ji Nadirov dibe, baweriyeke mezin pê tîne. Nadirov wê gavê hê ciwan bûye.”

Kinyazê Îbrahîm
Serokê Civaka Kurdên Kazakistanê:

“Îro navê Nadirê Kerem li Kazakistanê navekî gelekî birûmet e. Mirovekî navdar e, navekî fifş e. Ne bi tenê kurd, wisa jî hemû gelen li Kazakistanê, bi taybetî jî zanyar, rewşenbîr Nadirov nas dikin. Naskirin tiştekî cuda ye. Nadirov wekî mirov û zanyar însanekî şayanê pesindanê ye.”

Ezîzê Ziyo Bedirxan
Karsaz û Nivîskar:

“Nadirê Kerem ne tenê li Kazakistanê her wiha li seranserê Sovyetê akademîsyenekî pir hêja ye. mirovekî bin av û deng, berbiçav, doktor, profesorê kimyayê ye. Nadir Kerîmovîç Nadirov gelek tiştên baş kirine ji dewleta Kazakistanê re. Kazakistan gelek hurmetê nîşanî wî daye. Gelek madalya dane ji bo xebata wî. Nadirov derbarê miletê xwe de her dem tiştên baş kirine. Gêncên me fêr dike, riya rast nîşanî wan dide…”

Têmûrê Xelîl
Rojnamevan, berpirsyarê malpera Riataza.com:

Ez xwe serbilind dibînim, ku ez berî zêdeyî 30 salan, sala 1984an bi taybetî ji bo Nadirê Keremê Nadirov ji Rewanê çûm Alma-Atayê bona bi wî ra hevpeyvînekê çê bikim. Heriwha min bi xanima wî a delal Helîme xanimê ra jî hevpeyvîn çê kir û di hejmara pêşin a rojnameya Kurdistan Pressê da çap kir. Ez bo wê jî serbilind im, ku Nadirê Kerem kurê xwe – Barî ser çend rojan bi mêvanî şande mala me û ez bûm sebeb, ku li Rewanê bextê wî vebû, keça ronakbîrekî me yê herî hezkirî Kinyazê Hemîd ra zewicî.

Şengerey Canîbekov 
Akademisyen:

“Nadir Nadirov kurd e. Pêwîst e kurd qedrê wî bizanibin û jê sûd wergirin. Kazak qedrê wî digirin. Lewre jî ew ji bo Kazakistanê nirxekî pir mezin e. Ji mirovên çayxane û bazaran bigire heta serokwezîr û serokdewletên Kazakistanê, herkes qedrê wî dizane. Ji ber keda wî, herkes bi serbilindî behsa wî dike. Ez dibêjim Nadir Nadirov ne tenê ewladekî kurdan e, her wiha ew ewladekî gelê Kazakistanê ye jî…”

Şîrîn Elî
Karsaz û Endezyar:

“Nadirê Kerem akadesmîsyenekî civaka me ya Kazakistanê ye. li seranserê dinyayê alimekî kifş e. Gelekî zêde kitêb nivîsandine. Xwediyê gotarên gelekî hêja ne. Ji rojname û kovaran re zêde zêde nivîsandiye. Hurmeta wî di nava Kazakistanê de geleki zêde ye. miletê kazak, rûs û kurd jê re dibêjin Lomonosovê Kazakistanê. Her wekî hûn dizanin Lomonosov mirovekî gelekî mezin e.”

Nadoyê Ezîzê Beyler
Hemwelatî-Karsaz:

“Çawa ku Serokomar mirovê yeke ye, Xalê Nadir jî wekî gelek alimên mezin, Serokomar li cem xwe dide rûniştandinê. Ji ber ku xebata kiriye, di serdema me ya îro de, ez ne saetekê, lê rojekê bibêjim têrê nake. Carekê me di rojnameyê de xwend ka Xalê Nadir xebatên çawa kirine. Ji hêla neft û kimyayê ve ha! Ew niha li Kazakistanê ne tenê wekî akadenîsyen û profesor, her wisa jî wekî ilimdar tê naskirin.”

© Salihê Kevirbirî, 2017
[email protected]

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84