dem: 27.01.2017 10:58 xwendin: 449

Manîfestoya netewiya Kurd

Manîfestoya netewiya Kurd

 

Erdelan Goran ( Hewramî)

 

Pêşekî

Pênaseya netewi ya Kurd û Kurdistan

Kêşe û pirsên sereke

Nirxên netewî

Hikimên giştî

Stratejiya netewî

Alternatîfên çareserî

 

pêşekî

Wexta ku, Ereb hîn jî berber û hov bûn, Tirk li Naverasta Asiya qereç û koçber bû, Faris hîn nizanîbûn jiyan û şarestaniyet çiye, heşamata Rojavayî hîn hebûna xwe nebû, bav û bapîrên me, zar û zaçikên adem û heva, pismam û xwrziyên qabîl û habîl sîber sere îsrafîl û îzraîl li Mezopotamiya xwedan şarestaniyet, jiyan û heşameta xwe bûn, di her warî de pêşengiya damezrandina jiyan li ser erdê dikirin.

Beriya ku, ereb bibin xwedan qoran, Tirk koçberî Rojhilata Navîn bibin, Faris pesnê şarestaniyeta xwe bidin, beriya ku, îdeolojiya îslamiyet di şikeftên çola erebistanê de hate amadekirin, beriya ku, tabo û sîberên hovê bi navê olên asmanî ji erdê ber bi asmanan ve bên şandin, beriya ku, dagîrker û împiryalîstê mezin sargon hînê dagîrkerî û kedxwarî bibe Kurd li mezopotamiya li gel xwedanwendên xwe yên bêhempa, ligel peyxember, rêber û rêzanên xwe de tovên jiyanê belavî seraserê cîhanê dikir.

Beriya ku, xelkên cîhan û Rojhilata Navîn ya îroyîn hînî xwedaperestî, zaniest, çandin û rêçikên din yên jiyanê bibin, bav û bapîrên me zanist, çandin, xwendin û xwedaperestî derbas kiribûn û xelkên din hînê wan tiştan dikirin.

Beriya ku, ol, xweda, netewe, welat, mirovahî, maf, jiyan û domandina jiyanê li cîhanê de bibin xwedan wate, beriya ku, tiştek bi navê sînor û dagîrkerî bikevin ser erdê û bibin pîşeya hinek kesan, Kurd xwedan ola mihirperestî bûn, Kurd xwedanê xwedawenda mihir û başî bû, Kurd xwedan netewe û îdeolojî bû, Kurd xwedan welatê mezopotamiya û şarestaniyeta neolotîk û parêzerê mafê wekheviya mirovan û pêşengê jiyanê bû.

Hîn jî kes hîn nebibû ku, ji bo jiyan û bexteweriyê têbikoşe lêbelê Kurd di bin siya felsefeya zerdest de hînê sê rêçikên sereke yên jiyanê bibû, hîn jî nûh, mûsa, îbrahîm, îsa û muhemed li ser amadekirina bîrdoziyên xwe ti planeke wan nebû û hîn jî qed nîşanek ji wan nebû ku, Kurd xwedan ola yektaperestî bû û di çarçoveya sê rêçikên sereke yên zerdeştîzimê de xwedayek bo xwe bi navê exlaq û îradeya azad bo xwe danî bû û li ser esasê hizir kirina baş, bîstina baş û kiriyara baş de pêşengiya olan dekir û bo domandina jiyana xwe rêz ji hawîrdor û jîngehê digirt û bo berdewam kirina zincîreyên jiyanê rêz ji candarên zayend digirt û bo weledandina nibişên jêhatîtir çarçoveya bîrdoziya xwe nujintir di kir.

Beriya ku, cîhan û xelkên din yên cîhanê hînê oldarî û siyasetê bibin, bav û bapîrên me oldar û siyasetmedar bûn, hîn jî îdeolojiyên dogmatik û olên xeyalperest mirovan pîroz bikin û bigehînên asta afirêner û bo xwe bikin mîna xwedawendan û ji wan re sicde bibin di civaka Kurd de xweda bo xwe pîroz bû û mirov û mirovatî jî ne wek sêya xwedê belkî wek rastiya hebûna mirov, pîroz bûn.

Dem û dewran derbasbûn, Kurd, Ereb hînê aqilê kir, Faris hînê jiyanê kir û Tirk xwedan kir û hînê jiyana bikomî kir, wan hînê welatdarî û hastên mirovatî kir. Lê mixabin stêrka geş ya Kurd û civaka Kurd hêdî hêdî ket bin siya ewrên reş yên dagîrkerî û nîfaqên olperestiya direwîn û neteweperestiya bêçandî ya ew netewe û kesên ku, ji Kurd hînê jiyan, oldarî, çand û netewî bûnê bibûn.

Îdeolojiyek bi navê îslamiyetê ji çola erebistanê hat, bi zorê şimşêr û xenceran û di bin diroşmeya oqtilû yoqtilû dest bi kuştina bav û bapîrên me kir, ola me ya pîroz û yekemîn ola mirovahî, ola mirovdostî û jîngeh parêzî, ola ku, îdeolojiya îslamê jê wê hêz wergirtibû qir kir. Ola zerdeşt û zerdeştî kirin gawir û bo xwe, xwe kirin siya xweda li ser erdê.

Siyên direwîn yên xwedawendekî bo cara yekem civaka me perçe kirin, paçe û dabeş kirina civaka Kurd ya yekemîn bi zorê xencera Erebên ku, heta berê demekî nedizanîn, jiyan, mirovahî û bîrdozî çiye derfet û perawêz xistina civak û gelê Kurd xweş kir.

Di yekem pila dabeşkirinê de Kurd bûn du beş, gavir û misilam, agir Kurdên resen û girêdayê ola zerdeştî bûn û Kurdên bizor îslam bûyî jî weke beşeke din ji civaka Kurd, bo rizgarbûn ji mirinê û herwiha bo xwe parastin ji şefeqet û kina erebên nezan û hovên wê serdemê neçar man îdeolojiyeke dagîrker ya erebî bipejrînên.

Pejrandina wê îdeolojiya han destpêka felaket û karesatên dijî gelê Kurde, jiber ku, Kurd li ser çendîn grûp û tîmên olî hate dabeşkirin, sunî, şiî, zerdeştî, îzdî, elewî, wehabî û whd…

Her ku, diçû ew perçebûn weke kirmekî civaka Kurd û rihê yekîtiya netewî ya Kurd ji nav bir, Kurd kir dijmên û neyarê xwe, rêya desthilatdariya siltan, xelîfe û şêxên biyanî li ser Kurd xweş kir.

Bext reşiya Kurd ligel pejrandina bizorî ya îslamiyetê destpê kir, îslamiyet di destpêkê de civak û pişt re jî welat û axa ma perçe kir û rê ji bo kedxwarî, metîngeriya Kurdistan û komkujî û ji nav birina gelê Kurd xweş kir.

Ji xwe bêzar kirina Kurd, nehêştina baweriya Kurd bi xwe, destpê kirina şer di nava civaka Kurd de, damezrandina sîstema eşîrî û kole kirina jinan di nava civaka Kurd de tune kirina iradeya tak û civaka Kurd û xwe bi kêm zanîna takê Kurd li hember dagîrker û kesên biyanî de berhemên pejrandina îdeolojiya îslamî ne bo civaka Kurd û gelê Kurd.

Bi qebûlkirina îdeolojiya îslamiyetê mişk û hişê tak û civaka Kurd bi giştî hate asmîlekirin, netewiyet, nasemaneya netewî, welat, berejwendiyên netewî, îrade û çanda netewî, maf û wîna netewî tevahiya wan bûn qurbaniya peyveke bê wate bi navê ometê, ometa ku, bi tune kirina gelan, bi biyanî kirina gelan ji resen û rastiya xwe hatibû damezrandin.

Nîfaqa ku, di bin navê ometbûnê de ketiye nava civaka Kurd, çanda Kurdî heta asteke berçav bêbandor kir û çanda bêbingeh ya Erebî li ser civaka Kurd ferz kir.

Beriya hatina îslamiyetê bo Kurdistanê û qebûlkirina îslamiyetê ji aliyê Kurdan ve pergalek bi navê pergala eşîrî di nava civaka Kurd de ti hêz û bandoreke xwe tunebû, lê bi hatina çanda ereb û feriz kirina îdeya omet bûnê li ser gelê Kurd, prosesa bihêz bûna eşîret jî bû weke pêngaveke din ya girîn û bibandor bo parçe kirina civaka Kurd.

Îslamiyet ji bilî parçe kirina îdeolojî û olî hevdem di warê etnîkî û zimanî de jî dest bi parçe kirina civaka Kurd kir. Ew parçe kirina han derfet bo parçe kirina welat afiran. Lewre jiber parçe bûna olî û etnîkî ya civaka Kurd, gelê Kurd nikarî di dema parçe kirina Kurdistanê de ya li gorî peymana qesrê şîrîn bibe xwedan helwesteke yekgirtî ya netewî, jiber ku, beşek ji Kurd piştgîriya împeratoriyeta sunî ya Osmaniyan dikir û beşeke din jî piştgîriya Sefewiyên şiî yên Îranê kirin.

Prosesa parçe kirina civaka Kurd bi hatina îslamiyetê destpê kir û pêngav bi pêngav gehêşte wê astê ku, Kurdistan bibe çar parçe û gelê Kurd jî di nava wan parçeyan de li ser çend perçeyên din yên weke, şiî, sunî, elewî, îzdî, kakeyî û whd.. hate dabeşkirin. Bi vê rengî her meleyeke Kurd li dijî meleyeke din ya Kurd, her eşîreteke Kurd li dijî eşîreteke din ya Kurd, her zaraweyeke zimanî ya Kurd li dijî zaraweyeke din a Kurdî û tevahiya wan jî li dijî yekîtiya netewî û yekîtiya welat ji aliyê dagîrkerên biyanî û dembişîr ve hatin bikaranîn.

Ew perçe kirin û ji xwe biyanî kirin û ji cewhera xwe dur xistina civak û takê Kurd gehêşte astek ku, Kurd bo razî kirina dilê neyar û dagîrkeran şûr li hevû du kêşa, şerê xwe kir, gelê Kurd ewqas ji rastî û resentiya xwe hate dûrxistin ku, bo mirîşkek anjî bo bizin û pezekî şerê hevûdu kirin. Kes ageh li welat, netewe, nasnameya netewî, berejwendiyên netewî, çanda netewî û zimanê Kurdî nema.

Di nav rewşeke bi wê rengî de di nîmeya yekem ya sedsala 20an de careke din welatê me ji aliyê dagîrkerên biyanî û axayên wan ve li ser çar parçeyên cografî hate dabeşkirin û sînorên çêkirî bûn beşek ji jiyana gelê Kurd.

Parçe kirina duyemîn ya Kurdistanê rêyeke wisa bo tunekirin, asmîlekirin û jinavbirina gelê Kurd xweş kiribû ku, cîhan li hember komkujiya Kurd, enfal, kîmiyabaran kirina û wêran kirina Kurdistanê netenê bêdenbû belku, hêzên cîhanê berhemên nû yên xwe jî li Kurdistan û li ser gelê Kurd dicerbandin.

Petrol û çawkaniyên bênerdê yên Kurdistanê dibirin, di şûna ku, piştgîriya gelê Kurd bikin çek û teqemenî çê dikirin û li ser gelê Kurd di nava Kurdistanê de dicerbandin.

Tirajediyên sedala 20an mînakên berçavên, her çend hijmarke rêber û rêzanên vê demê yên Kurd weke, Seyêd riza, malbeta Bedirxanan, Şêx Mehmûd Hefîd Şêx Seîd, Şêx Ebdulselam û Şêx Ehmed Barzanî hewl dan daku, Kurd û gelê Kurd bikin yek lê mixabin jiber bandora îslamiyet û dagîrkeran ya li ser gelê Kurd ew hewldanên han negehêştin encam, lê rêyeke rûnî nîşan dan.

Lazime îro em li hember çend rastiyên dûr ji eqil yên ku, ji aliyê dagîrkeran ve li ser gelê me hatine ferzkirin bibin xwedan hiz û ramaneke zanistî ya netewî û serdemiyane. Jiber ku, civaka Kurd yaku, ketiye bin bandora îdeolojiyên biyanî û dagîrker, kêşeyên wê bûne du beraber, kêşeyên civakê yên xwe û kêşeyên ku, yên pergal û civakên dinên lê ji aliyê îdeolojî û desthilata dagîrkeran ve li ser civaka me hatine ferizkirin.

Pergal û îdeolojiyên dagîrker ji bo domandina desthilatdariya xwe û herwiha jibo rizgarkirina civakên xwe, kêşeyên xwe anîne nava civaka Kurd û gelê Kurd gîrodeya wan kêşeyan kirine.

Pirsa jinan, pisa bêbaweriya tak, pirsên taciz, pirsa nifret ji xwe kirin û ewîna bêyaniyan û çendîn pirsên din tevahiya wan pirsên civak û pergalên dagîrkerên ku, li ser civaka Kurd hatine ferizkirin, welatên ku, îro Kurdistan dagîrkirine, bo xwe ji aliyê çend hêzên din ve hatine dagîrkirin lewre civaka Kurd civakeke ku, bindestê civak û pergalên bindeste, dagîrker li hember Kurdistan û gelê Kurd hevdem ligel bikar anîna wan rê û rêbazan ku, li hember wan tên bikaranîn rêbazên din jî li dijî gelê Kurd û Kurdistan bikar tînin.

Mînaka wan tiştan gelek berçawe, eger emperyalîstên cîhanî li dijî ereb anjî tirkan polîtîkayên asmîlasiyonê dimeşînin, ereb û tirk jî ew polîtîkaya han bi awayeke din û di çarçoweyeke berfire de li dijî gelê Kurd bikar tînin. Sosiyalîstên cîhanê li hember farisan bindestiya abûrî bikar tînin, faris jî ew bindestiya han bi rê û rêbazên din li dijî gelê Kurd bikar tînin.

Lazime bo çarser kirina wan kêşe û arîşeyan, bo rizgar bûna civaka Kurd ji wan bindestiyan û bo nehêştina bandora civak û pergalên dagîrker li ser civak û gelê Kurd, gelê Kurd wegere ser rastiya xwe ya netewî û dev ji îdeyên tirajîk yên sedsala 20an berde.

Heta civaka Kurd û gelê Kurd, wenegerin ser rastiya xwe, dev ji îdeyên biyaniyan ber nedin û xwe li ser rastiya xwe ya netewî pênase neke  rizgarbûna wê ji bindestî û parçebûnê nemimkune. Jiberku, bindestî û dagîrkerî bûne weke kirmekî ketine nava civaka Kurd û roj biroj ew civaka han û pîwerên exlaqî û netewî yên wê civakê tune dikin.

Di wê warî de biriya her tiştekî dibe part û aliyên siyasî yên Kurdî û rewşenbîr û meleyên olî weke cezayek li hember ew xiyanetên ku, heta niha li gelê Kurd kirine destpêkek nû destpê bikin û bibin pêşeng bo civaka Kurd daku bikarêbe xwe ji zedûbendên bindestiyê rizgar bike.

Part û aliyên siyasî yên Kurdî, rewşenbîrên Kurd û meleyên kurd bo tawaneke gelek mezin li dijî gelê Kurd pêk anîne, her çend bi navê Kurd û Kurdistan xebat kiribin jî lêbelê hertim weke fakterek li hember Kurd û civaka Kurd roleke ektîf lîstine.

Bo nimûne part û aliyên siyasî ya binezanî yan rasterast ya li ser xwesteke xwe anjî li ser zextên derdorê derfeta dabeşkirina civaka Kurd xweş kirine, rewşenbîrên Kurd di şûna ku, rastiya netewe û nasnameya netewî û zimana netewî ya Kurd bipêş bixin derfet bo zal kirina zimanên biyanî li ser gelê Kurd xweş kirine, ew rewşenbîr curek bûne ku, kar kirin anjî xebat kirin bi zimanê Kurdî bo wan şerim bûye, meleyên olî jî nekemî part, aliyên siyasî û rewşenbîran xiyanet li gelê Kurd kirine, meleyên olî hertim û her kat erzantirîn fakter û alawê destê dagîrkeran bûne û parçe kirina gelê Kurd û afirandina fitine û nîfaqan di nava civaka Kurd de û dibin navê omet û ometgerayî de wisa li gelê Kurd kirine, wisa bi hestên olî yên Kurd lîstine ku, ometbûn ji bo wan ji netewiyet û nasnameya netewî girîngtir e.

Di çarçoweya wan gotinan de lazime bi liber çav derbaskirina rewşa Kurd û Kurdistan di sedala 20an û nîmeya yekem ya sedsala 21an de kêşeyên civaka kurd, Kurd û Kurdistan rêz bikin û çarçoweyek jî bo çawetiya çareser kirina wan kêşeyan eşkere bikin.

Di pênase kirina wan kêşeyan de mimkune çend aliyên olî anjî aliyên siyasî wisa bihizrin ku, ew kêşeyên ku, min behsa wan kiriye nekêşen û ti pirsek bi wê rengî di nava civaka Kurd û Kurdistanê de tuneye lê belê dibe baş bizanibin ku, ew rêzbendiya han ne ji aliyê partiyeke siyasî anjî ji aliyê kesekî olî ya sosiyalîst û demokrat ve hatine destnîşankirin belku, ji aliyê kesek netewe perest, kesek ku, heta dawî baweriya xwe bi neteweperestiya serdemiyan û demokratîk bo rêzgarbûna Kurd û Kurdistan ji bindest û nexweşiyên bindestî heye.

Neteweperestiya ku, ez qala wê dikim red kirina ti netewe anjî nasnameyeke din qebûl nake, înkar, teşhîr û bikêmzanîna xwe û ti neteweyeke din qebûl nake. Rastiya ku, dibe em bizanin ewe heta em weke Kurd nasnameya xwe ya netewî neparêzin û dibin çarçoweya ew nasnameya han de bi aliyên derdor re nedin nestînin kes hesabê bo me nake, em nikarin di demekî de ku, nasname û hebûna me ya netewî ji aliyê welat, hêz ya dewletekî ve were înkarkirin û emê bijin em dixwazin di bin sîbana pergaleke demokratîk de ligel wê pergala han jiyan bikin, ew şaştiyeke gelek mezine û heta niha jî ji aliyê gelek part û aliyên siyasî yên Kurd ve hatine kirin, dûbare kirina ew şaştiya han xiyaneteke gelek mezine li gelê Kurd û ti carî dîrok ew xiyaneta han jibîr nake.

Propagende kirina bo zimanê pergalên dagîrker jî her weke sepandina komkujiye li ser gelê Kurd û zimanê û nasnameya Kurdî, lewre dibe rewşenbîrên Kurd li cewhera xwe wegerin û tobe bikin ji wan xizmetên ku, heta niha bji edebiyat û nasnameya welatên dagîrker kirine, dibe daxwaza lêbûrînê ji gelê  Kurd bikin jiber ku, weke rewşenbîrên kurd heta niha xizmeta nasname û edebiyata Kurdî nekirine.

Dagîrker bi armanca pêşî girtin ji yekîtiya netewî ya Kurd û derxistina zimaneke yekgirtî ya Kurdî bi her awayî hewl daye û mixabin ew Kurdên ku, qaşo rewşenbîrên ketine nava wê lîstoka han û her weke dagîrker û her bi zimanê dagîrkeran dibêjin, nemimkune Kurd bidin yek jiber zimanê wan cudaye û derxistina zimanekî yekgirtî ya Kurdî zehmete û nabe, ew kesên ku, tiştên wisa dibijên hîn nizanin zimanê Kurdî çiye, dîroka wê ciye xwedan çend zaraweye, bi tenê zaraweya soranî dizanê ligel erebiyeke dagîrker û radibe dibêje zimanê Kurdî netu zimane û kes nikare zimanekî Kurdî yê yekgirtî çê bike, rewşenbîreke din yê ku, biçek soranî ligel farsî dizane her wisa dihizire, ew rewşenbîrên ku, zimanê qirmîş yapmîş, gelmîş jî dizanin ji xwe her di xwîna xwe de piştgîriya nebûn û tune kirina zimanê Kurdî kirine.

Meleyên olî jî nekêmî wan zerer dane civaka Kurd û Kurdistan, dibin nava gehêştin bi cenet û omet bûnê de hana xelk didin daku, ometbûnê li ser netewe û cewhera xwe feriz bikin, her çend meleyên olî jî bin lêbelê xafilin ji wê yekê ku, xwedê dibêje kesek ku, rastiya xwe înkar bike ne nimêj ne jî îbadetên vî nayên qebûlkirin.

Belê civaka me kêşe û arîşeyên xwe yên girîne hene, dibe em wê rastiyê qebûl bikin û bi her awayî bi rih û hesteke netewî hewl bo çareser kirina wan kêşeyan bidin.

Eger ji rihên weşartî yên geliyê zîlanê, ji hestiyên zindî yên ku, di çolên Îraqê de bi awayekî zindî hatin weşartin, eger ji wan dayikan ku, hîn jî di hesreta dîtina bira, bab, zaro û mêrên xwene, eger ji zîndanên ebûxorêb, dîzilabad, sine, amade, eger ji gundên kawilkirî yên barzan, bakur, Rojhilat, helebce, eger ji tenafên qenareyan yên bexda, Tehran, enqere û dîmeşq, eger ji zarokên biçûk yên penaber were pirsîn ka civaka Kurd kêşeyên xwe hene an na vê bêgoman bêjin belê hene û yekîtiya me ya netewî tuneye, em ji xwe hez nakin û şeydayê biyanî û dagîrkeranin.

 

Pênaseya netewî ya Kurd û Kurdistan

Her wekî dîroka serdest û zaliman jî nikariye hebûna Kurd û Kurdistanê înkar bike, ne dîroka devkî nejî dîroka nivîskî ya sedsalên bûrî û ya dema niha jî nikarîne çavên xwe ji hebûna Kurd û Kurdistanê bigirin. Jiber ku Kurd weke netewe û Kurdistan jî weke erdnigariyeke berfire her hertim di nava hevsengiyên siyasî, olî, civakî, abûrî û şarestanî de xwedan roleke gelek girîng bûye.

Her çend weke netewe hetîne dabeşkirin û her çend welatê me jî her wek neteweya me hatiye dabeşkirin û dagîrkirin lêbelê lazime em bizanin beriya ku, sargonê sûmerî binaxeya dagîrkerî awa bike, beriya ku, sûmerî bingeha zanînê danin, beriya hemûrabî dest bi danîna qanûnên xwe bike, li mezopotamiya neteweyek hebûye û pêşengî bo jiyan, şarestanî û mirofatî kiriye.

Dîroka mîladî 2014 sale û ya îslamî jî 1380 sale lê dîroka me ji 2715 salan derbas bûye. Ji dîroka miladî 701 sal em li pêş dene û  zêdetir ji 50 qernan jî em di pêş dîroka îslamî dene, ew nîşana hebûna kurd û Kurdistanê ye.

Kurdistan weke erdnigarî anjî weke cografî ji welatekî re tê gotin ku, di navbera 5 welatên Tirkiye, Ermenistan, Îran, Îraq û Sûriyayê de ye.

Nexşeya Kurdistanê ji deriyaya naverast destpê dike  bi xeteke nîmrast ber bi ser ve heta piştî navçeya zara ya li sîwasê dice, jiwir jî bi heman awayî weke xeteke nîmerast bi çend qosên biçûk ber bi ser ve diçe digehêje devera qadîr ji devera qadîr heta piştî çiyayê aq baba diçe. Jiwir jî li pişt Erîvanê ligel rûbara arasê ber xwe dide ser gola ormiye, jiwir weke xetek nîwerast berbi rojhilatê ve heta piştî mayandûabê diçe liwir diçe çiyayê qeredax, jiwir li pişt bi bîcarê ve diçe heta fomez ereb pişt re berê xwe berbi rojawayê ve dide navçeya husênbeg, jiwir diçe birûcerd û kirîn, jiwir jî diçe dereşar, pişt re diçe dêhloran, jiwir di jêr bedreve diçe mendelî jiwir bi qoseke wekirî berbi hundir û daxistî berbi derve berê xwe dide mûsil ji mûsilê jî qoseke mezin ber bi derve lêdibe û berê xwe dide deriyaya naverast û digehêje medîtirane. ( deryaya  naverast).

Ew erdnigariya han ku, di navbera 5 welatan daye û weke demançeyeke lûle kort ya qedîme, Kurdistan e.

Her çend Kurdistan hatiye parçe kirin lêbelê lazim dagîrkerên Kurdistan û neslên nû yên Kurdistanê bizanibin ku, beriya ew dewlet û welatên ku, Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin werin damezrandin Kurd li ser erdnigariya han hebûne û ew erdnigarî jî navê xwe Kurdistane.

Jiber parçe kirin û dabeşkirina welatê me di navbera dagîrker û neyaran de, hîn jî beşeke gelek mezin ji civaka me wisa difikre ku, ti welat anjî ti erdnigariyek bi navê Kurdistanê tuneye, ew yek her çend hizra beşek ji civaka me be jî lêbelê berhemeke mezin û metirsîdar a propagendeyên neyar û dagîrkerane li dijî hebûna Kurdistan û gelê Kurd.

Gelek caran pêş hatiye ku, Kurd li başûrê Kurdistanê Kurdên beşên din yên Kurdistanê ji xwe dûr dibînin û welatê wan jî weke beşek ji welatê xwe nabînin. Anjî eger navê Kurd binin dibêjin Kurdên Îraqê, Kurdên Tirkiyeyê, Kurdên Îranê anjî Kurdên Sûriyayê. Bikar anîna ew peyvên han şaştiyeke gelek mezine ku heta niha bûye sedema tirajdiyên gelek mezin li ser gelê Kurd û hevdem bûye sedema zalbûna dagîrker û neyaran li ser hizirkirina gelê Kurd û organîzekirina hizra Kurdî li gor berejwendiyên xwe.

Lazime beriya her tiştekî em wê rastiya han bizanibin ku, Kurdistan ne yê Îraq, Tirkiye, Îran anjî Sûriyaye, belku, Kurdistanê rastiyeke ku, hebûna xwe hertim hatine înkarkirin lêbelê tu carî nehatiye jiholê rakirin.

Weke me got beriya ku, ew welatên ku niha Kurdistan ji aliyê wan ve hatiye dagîrkirin, ji aliyê hêzên cîhanî ve werin damezrandin Kurdistan hebû û rastiyeke berçav bû ku pêşengiya mirovahî di gelek waran de kiriye. Lewre lazime em xalekî gelek girîng tu caran ji bîr nekin, jiber ku, heta niha jiber girîngî nedan bi xala han gerek siyasetmedar, gerek rewşenbîr û eger mîdiya û kesayetî heta mamosteyên olî yên Kurd jî an bi zanebûn anjî bêyî zanebûn tu girîngiyek bi vê xala han nedane û bi awayekî rasterast piştgîriya dagîrkirina Kurdistanê ji aliyê dagîrkeran ve kiriye.

Ew xala han ew e ku, gelek cara em dibêjin Kurdistana Îraqê, Kurdistana Îranê, Kurdistan Tirkiye enjî Kurdistana Sûriyayê.

Bikar anîna wan peyvan ji bo Kurdistanê heqareteke gelek mezine li hember Kurd û Kurdistan û kifreke ku ne Encîl, Qoran, teqrat, avesta, ne jî meshefa reş û ne jî tilmût nikarin vê kifra han efû bikin. Lazime bo ku, em ji dagîrkerên bindestên dagîrkeran re bi gotin û bi piratîka xwe ew yek îsbat bikin ku, Kurdistan yek parçeye bêyî wergirtina nêrîn û ramanên nîştecîhên xwe û bi zor û bi komkujiyan hatiye dabeşkirin, ji aliyê dagîrkerên cîhanî ve li ser bindestên xwe yên li Rojhilata Navîn de hatiye dabeşkirin. Nabe em ew heqaret û ew bêriziya han li hember gel û welatê xwe qebûl bikin jiber vê çendê jî dibe em bi ti awayî peyva Kurdisana Îraq anjî Kurdistana Îran û Kurdistana Tirkiyeyê bikar nebin û weke diyar kirina helwesta xwe lihember dagîrkeran û weke hewldanek bo parastina yek parçeyiya Kurdistanê peyvên din weke Kurdistana Başûr, Rojhilat, Bakûr anjî Rojawa bikar bibin. Jiber ku, bikar anîna peyvên Kudistana Tirkiye, Kurdistana Îraq, Kurdistana Îran nîşaneya piştgîrî kirin ji dabeşkirin û dagîrkirina Kurdistanê ye.

Pênaseya Netewiya Kurd

Mimkune pênase kirina netew anjî pênase kirina nasnameya netewî li gor pîwerin pergala cîhanî anjî li gor birdoziyên niha yên cîhanî û li gorî pîwerên her pêkhateyeke etnîkî gelek asan be, lêbelê rastî tişteke dine lewre pênase kirina netewe anjî nasnameya netewî hinek cudatir ji wan pîwerên diyar kiriye.

Di hiqûqa navnetewî de 5 mercên sereke yên devlet bûnê hene ( zimana hevpar, abûrî, axa diyar kirî, nifos û hêza birêvebirinê), ev pênc mercên han bopênase kirina netewe û nasnameya netewî xwedan rol û bandorekî girîngin.

Netewe ne ewe mirov di çarçoweya orf û adetên eşîran de pênaseya wî bike, herwiha ne ewe ku mirov bi liber kirina kinc anjî bicîh kirina orf û adetan pênaseya vî bike.

Raste kinc, orf û adat û forkolor û çand fîgorên girîngin bo pênase kirina netewe û nasnameya netewî lêbelê ev fîgorên han bi tenê nikarin bibin faktera sereke ya pênase kirina netewe û nasnameya netewî.

Netewe û nasnameya netewî mafekî xwezayiye ku her mirovek di dema ku ji dayik dibe, bi awayekî der îradî dibe xwedan vê mafê. Ew maf weke mafê jiyanê ye, di yeke çirkeya ku mirov ji dayik dibe bi awayekî der îradî dibe xwedanê vê mafê.

Em bi rêya bav û bapîrên xwe bûne xwedanê vê mafê, vê zarokên me û zarokên zarokên me jî bibin xwedan heman maf. Mafê netewe û nasnameya netewî bi ti awayî nayê hilweşandin û ti kes jî nikare vê mafê han înkar bike, çawe jinek nikare jinbûna xwe înkar bike, çawe mêrek nikare mêrantiya xwe înkar bike her bi vê awayî ti kes nikare netewe û nasnameya netewiya xwe înkar bike.

Peywendiyeke bihêz di navbera nasnameya netewî û welatî bûnê de heye. Herwiha cudatiyeke gelek girîng û balkêş jî di navbera welatî bûn û nasnameya netewî de heye, mirov dikare welatî bûna xwe anjî nasnameya welatî bûna xwe biguhre lêbelê bi ti awayî nikare nasnameya netewiya xwe biguhre.

Netewe û nasnameya netewî bi ti awayî ji nasnameya welatî bûn anjî ji nasnameya girêdayî bûn bi bîrdoziyekî re nayê feda kirin. Jiber ku, bîrdozî vê ca olî be anjî hizrî û siyasî be ji aliyê mirov ve hatiye çêkirin û mirov dikare ev bîrdozî biguhre, lêbelê nikare netewe û nasnameya netewî biguhre, nasnameya welatî bûnê jî her wisaye mirov dikare vê nasnameyê kengî bixwaze biguhre lêbelê guherina netewe û nasnameya netewî ne mikune, mirov dema ku dimirê jî her bi heman nasnameya xwe ya netewî dimire.

Kurdek dikare bibe welatiyê welatekî erebî anjî welateke din lêbelê bi ti awayî Kurdek nikare bibe ereb ya bibe faris, tirk anjî çermesûr. Her wisa tirkek, farisek anjî erebek dikare bibe welatiyê Kurdistanê lêbelê nikare bibe Kurd.

Nasnameya netewî bi jidayik bûn li welatekî nayê bidest xistin, bo nimûne erebek ku ji dayik û bavekî ereb li hewlêrê, sine, diyarbekir anjî qamîşloyê ji dayik bibe, dibe welatiyekî Kurdistanî lêbelê nabe Kurd.

Netewe û nasnameya netewî bi ti awayekî peywendiya wan bi ol û bîrdoziya siyasî ve tuneye, yek nikare jiber bîrdoziya îslam, yehûdiyet, mesîhiyet anjî her oleke din netewe û nasnameya xwe ya netewî înkar bike. Herwiha kes nikare kes nikare  netewe û nasnameya xwe ya netewî ji wan bîrdoziyan re feda bike û bêje jiber ku îslamim anjî jiber mesîhî yan yehûdîme ez înkara Kurd bûna xwe dikim. Jiber ev bîrdoziyên han elaqedarî exlaq û hizira mirov ya lihember jiyanê ne û ji aliyê mirovan ve hatine çê kirin lêbelê netewe û nasnameya netewî ji derveya îradeya mirovan e û têkeldarî hebûn û nebûna mirovatiyê ye.

Ne îslamiyet nejî mesîhiyet û yehûdiyet û ne jî bîrdoziyên din yên olî bi ti awayî nikarên nuneratiya netew ya nasnameya netewî bikin, jiber ku, mirov azade dikare yek ji wan bîrdoziyan ji xwe re hilbijêre lêbelê mirov nikare netewe û nasnameya netewî hilbijêre.

Li Kurdistana me de yek pêkateya etnîkî û netewî heye, ew jî Kurd e, pêkhateyên din yên olî weke mesîhî, yehûdî, zerdeştî, misilman, îzdî, behayî, kakeyî û hwd… beriya ku weke pêkhateyekî olî werin damezrandin weke pêkhateyeke netewî hebûna wan hebûye û pişt re ew bîrdoziyên han ji xwe re kirine pirestîj. Lewre tevahiya endamên wan pêkhateyên olî bingeheke wan ya sereke heye ew jî bingeha netewe û nasnameya netewiye ku ew jî neteweya Kurd e.

Li ser vê esasê lazime em bi vê rengî pênaseya netewiya Kurd bikin: Gelê Kurd ew neteweye ku zêdetir ji 2714 sale xwedan şarestanî, dîrok, erdnigarî, ziman, çand û rêçika jiyanê ye, ev netewe di nava xwe de çendîn pêkhateyên din yên olî û bîrdozî hembêz kiriye ku mezintirîna wan bîrdoziya îslam û mesîhiyetê ye. Neteweya Kurd û nasnameya netewî ya Kurd her çiqas hatibe înkar kirin jî lêbelê hertim xwe parastiye û niha li seraserê cîhanê de nêzî 46 miliyon kes hilgirên vê nasnameyê ne.

Beriya ku ez misilman bim anjî beriya ku ez mesîhî an yehûdî an zerdeştî bim ez Kurdim xwedan nasnameya netewiya Kurdî me, pişt re min bîrdoziyek bo organize kirina jiyana xwe û destnîşan kirina pîwerên exlaqa xwe hilbijartiye.

 

Kêşe û Pirsên Serke yên Gelê Kurd û Civaka Kurd

 

Hiç xwedawendek nikare hebûna netewiya Kurd û hebûna pirsa Kurdî înkar bike, jiber ku, ew her du rastiyên berçavin û dîroka nivîskî ya mirovahî şahêdê hebûna netewiya Kurd û doza Kurd e.

Raste kêşe û pirseke girîng li cîhanê de heye û navê vî doza Kurd anjî pirsa Kurd e, dibe her kes bizanibe, ev pirs ne pirseke olî anjî ne pirsa dagîrkirina axa tu kesî û xwarina mafê tu kesiye, ev pirs pirseke netewiye û çarçoweya vê hebûn û nebûn, man û nemana netewe û nasnameya netewiye. Zêdetir ji 200 salane ku gelê Kurd bo parastina hebûna  xwe û nasnameya xwe ya netewî bedelên gelek mezin daye, qorbaniyên gelek girîng daye, rastî komkujî, enfal, kîmiyabaran, kawêl kirina gundan û hewîrdora Kurdistan û bi sedan terajidiyên cur bicur hatiye, belê ev hemû tişt jiber parastina hebûna netewî li ser Kurd hatine meşandin jiber ku Kurd daxwaza mafên xwe yên binpêkirî û daxwaza nasnameya xwe ya netewî ya qedexe kirî kiriye.

Raste welatê me ji aliyê dagîrkeran ve hate parçekirin û gelê me jî ji hev hate veqetandin, em gelê caran dibijên dagîrker, neyar û kedxwar ew belaya han serê me anîn, belê raste dagîrker, neyar û kedxwar welat dabeşkirin û gel parçe kirin lêbelê tawanbarê sereke yê vê felaketa han em bo xwene, jiber ku eger me derfet nadaba bêgoman ti dagîrker û kedxwarek jî nikarîbe ev tirajediya han li ser me û welatê me sepandiba.

Yekem parçe bûn di nava gel û civaka Kurd de bi hatina îslamiyet û qebûl kirina zorekî ya îslamiyetê ji aliyê gelê Kurd ve destpê kir. Îslamiyet civaka Kurd û gelê Kurd di bin navê çendîn pêkhateyên olî yên weke sune, şî, elewî, kakeyî, îzdî û weke din dabeş kir. Ev dabeşkirina han hêdî hêdî derfet û zemîn bo lawaz kirina gel û helwesta netewî ya gelê Kurd xweş kir, piştî derbasbûna demeke dirêj bi awayekî giştî gelê Kurd di warê civakî de li ser çendîn pêkhateyên olî hate dabeşkirin û hêdî hêdî şer wan pêkhateyan bi hevûdu re destpê kir.

Piştî destpê kirina şerê pêkhateyên olî di nava civaka Kurd de, vê carê dagîrker ku dîtin Kurd ji netewiyet û nasnameya netewiya xwe dûr ketiye û bûye esîrê dogmayên olî yên ferzkirî, dest bi gor kirina pirsa eşîrî û pêş xistina nasnameya eşîrî di nava gelê Kurd de kirin, jiber kur dagîrker baş dizanîbûn eger çanda cudatiya olî û çanda eşîrî û berejwendiyên eşîrî di nava civaka gelê Kurd de werin pêşde xistin vê demê vê Kurd hîn zêdetir ji nasnameya xweya netewî dûr dikeve.

Di dawî dejî herwisa pêş hat, Kurd bûn qurbana dogmayên olî û çanda eşîretperestî,  ev rastiya han di dema şerê çaldiranê de bi başî hate îsbatkirin, jiber ku osmanî û sefewî ku yek sune û ewê din jî şîî bû, li ser berejwendiyên xwe di nava welatê me de bişer hatin lê mixabin bab û bapîrên me jî jiber ku dibin bandora dogmayên olî de mabûn bûn du beş û welat û berejwendiyên netewî kirina qurbana ol û qorbana sune û şîitiyê. Jiber vê yekê piştî şerê çaldiranê welatê me di warê cografî de bo cara yekem hate dabeşkirin.

Ev dabeşkirina han heta destpêka sedeya 20an dom kir piştî destpê kirina sedeya 20an jî careke din dagîrker welat kirina çar parçe û dîroka lenetî ya reş a bindestiya Kurd destpê kirin û gelê Kurd jî dest bi qorbanî dan bo rizgariya xwe kir.

Parçe kirin û bindestiya ku bi hatina îslamiyetê li ser gelê Kurd û pişt re jî bi dabeş kirina welat û axa me destpê kiri, bû sedema derketina çendîn kêşeyên serkî di nava civaka Kurd de û hebûna wan kêşeyan heta îro nehêştiye Kurd bibe xwedan yekîtiyeke bihêz ya netewî û stratejiyeke bihêz ya netewî pêş bixe.

Hevdem dagîrker û neyarên gelê Kurd jiber hebûna wan kêşeyan karîne gelek caran li her çar parçeyên Kurdistanê bizava rizgrîxwaz ya gelê Kurd bifetsînin. Di vê manîfestoya han de hewl hatiye dayîn daku ev kêşeyên han bi awayekî berfire werin rêz kirin daku em rewşa xwe û civaka xwe diber çavan re derbas bikin û xwe ji wan kêşeyên ku ji aliyê neyaran ve li ser me hatine ferizkirin rizgar bikin û yekîtiya xwe ya netewî awa bikin û weke gelên din yên cîhanê bibin xwedan welat û dewleta xwe ya serbixwe.

  1. Bêganeperestî: Yek ji kêşeyên herî sereke ya civaka Kurd û gelê kurd ku weke nexweşiya şêrpenceyê hate niha bûye sedema bindestî û tevahiya wan felaketên ku li ser gelê Kurd hatine meşandin bêgane perastiya gelê Kurd e. dagîrker boku bikaribin bi asanî desthilata xwe ya zalimane li ser gelê Kurd bimeşînin û Kurdistan dagîr bikin, nexweşiya bêganeperestî di nava civaka Kurd de belav kirine. Ev nexweşî rê liber gele şerên birakujî û derbederiya gelê Kurd vekiriye, bo nimune Kurdên îslamî hertim ji aliyê dagîrkeran ve bo teşhîr kirin anjî fetsandina Kurdên din hatine bikar anîn û ev Kurdên îslamî bo bidest xistina berejwendiyên welatên dagîker şerê Kurdên din kirine. Herwisa Kurdên din jî ji aliyê dagîrkeran ve li hember hev hatine bikar anîn û ev jî nîşaneya bihêz bûna nexweşiya bêganeperestiya civaka Kur û xwe bikêm zanîna gelê Kurd li hember dagîrkerane. Ji ber vê çendê dibe em vegerin ser resen û rastiya xwe û careke din bi ti awayî netewe û nasnameya xwe ya netewî nekin qurbana berejwendiyên dagîrker û neyaran.
  2. Ol û netewe: Pirsa ol û netewe weke kêşeyeke girîgn gelek zerer daye gelê Kurd û nasnameya vî ya netewî, jiber ku me heta niha netewe û nasnameya xwe ya netewî kiriye qurbana ol û nasnameya olî. Ev pirsgirêk rê bo gelek felaketan li ser gelê Kurd xweş kiriye, nasnameya olî tişteke ku ji aliyê mirovan ve hatiye çê kirin û piştî ku mirov digehêje temeneke diyar kirî dibe xwedanê vê nasnameyê lêbelê nasnameya netewî mirov di heman deqîqeyê de ku ji dayik dibe dibe xwedanê vê. Jiber vê çendê lazime em wisa bihizrin ku heta em nebin xwedan nasnameya netewî nikarin bibin xwedan nasnameya olî, nasnameya netewî dikare me bike xwedan nasnameya olî lêbelê nasnameya olî nikare me bike xwedan nasnameya netewî. Lewre nabe em careke din nasnameya xwe ya netewî û hebûna xwe ya netewî bikin qurbana ol anjî nasnameyeke olî. Lazime beriya her tiştekî em bibêjin em kurdên pişt re îslamî anjî mesîhî ango yehûdîne. Nikarîn bêjin em îslamîne lêbelê Kurdên, ew pênase kirineke şaşe û bi wateya înkar kirina resena xwe ye û înkar kirina resen jî di îslamiyetê de tawaneke gelek mezine.
  3. Welat û yekîtiya welat: Kurdistan yek welate, bizor û bêyî rezamendiya gelê Kurd hatiye dabeşkirin, bikar anîna peyvên Kurdistana Îraq, Kurdistana Sûriya, Kurdistana Îran anjî Kurdistana Tirkiyeyê pêyvên gelek şaşin, bikar anîna wan peyvan nîşaneya qebûlkirina dagîrkeriya Kurdistanê ye, her kes dinzane ku Kurd li dijî parçebûn û dabeşkirina welatê xweye, lewre dibe ji niha û pêde em di şûna wan peyvan de peyvên din yên weke Kurdistana Rojhilat, Bakûr, Başûr û Rojawayê bikar binin daku dagîrker bizanibin ku em ti car qebûl nakin ku welatê me parçe bikin û welatê me yek parçeye.
  4. Nebûna yekdengî û îtîfaqeke netewî: Yeke din ji kêşeyên serekî yên di nava civaka Kurd de nebûna yek dengî di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdî û civaka Kurd deye. Jiber nebûna yek dengî heta niha ne civaka Kurd nejî part û aliyên siyasî nikarîne siyaset û helwesteke yekgirtî ya netewî raber bikin, lewre hertim nakokî û alozî di navbera part û aliyên siyasî de hebûne û ev aloziyên han jî bandor li ser civaka Kurd kirine û parçe bûna civaka Kurd hîn jî bihêztir kirine. Dibe part û aliyên siyasî û civaka Kurd di derbarê pirsên hesas û pirsên netewî û nîştimanî de dev ji berejwendiyên bertesk û berejwendiyên biçûk yên xwe berdin û berejwendiyên netewî bixin pêşiya her berejwendiyeke din, jiber ku eger em nikaribin berejwendiyên xwe yên netewî biparizên vê demê em bi ti awayî nikarin berejwendiyên partiyên xwe biparêzin. Raber kirina yek helwest ji aliyê part, aliyên siyasî û civaka Kurd ve derbarê pirsên girîng û netewî de dibe sedema guhertina siyaseta dagîrker û neyaran ya li hember gelê Kurd bi giştî. Lazime bo guhertina wan siyasetan em weke Kurd di derbarê pirsên netewî û pirsên girîng de xwedan yek deng û yek helwest bin, bo nimûne dibe bo cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra Îraqê ne tenê part û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê belku dibe tevahiya part û aliyên siyasî û gelê Kurd li seraserê Kurdistana mezin xwedan yek helwest be li berambe bexdayê daku ew helwesta han bibe alawekî zextlê kirinê. Li Tirkiye, Îran û Sûriyayê jî dibe her bi heman awayî em xwedan yek helwest bin, jiber ku heta cudatî di helwesta ma de hebe vê dagîrker siyasetên xwe li ser Kurd û Kurdistanê bidomînin. Ji aliyeke din ve eger em nebin xwedan yek helwest vê demê li ser asta navnetewî û herêmî de em nikarin parêzgariya berejwendiyên xwe yên netewî bikin û nikarin dîpolmasiyeteke netewî ya Kurdî bipêş bixin.
  5. Nakokiyên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê: Her çend dibe li hember xebat û têkoşan û qurbanî dana part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de em bi rêzdarî tevbigerin lêbelê rastiyeke girîng jî heye ku nabe ti carî jibîr bin. Ev rastî nakokî û aloziyên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye, ev nakokî netenê bûne sedema şerên birakojî li her çar parçeyên Kurdistanê de belku derfet bo dagîrker û neyaran jî xweş kirin daku hîn zêdetir bandora xwe li ser gelê Kurd bikin û desthilata xwe hîn zêdetir li ser Kurdistanê feriz bikin. Ji destpêka dîrokê heta niha part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi rêzdarî li hember hevûdu tev negeriyane û hertim bi awayên curbicur şerê hevûdu kirine. Dîroka sedsala 20an û dîroka destpêka sed sala 21an ev nakokî û aloziyên han bi awayekî berçav eşkere kirine lewre ne pêwîste dubare birînên gelê Kurd vekin, jiber vê çendê pêwîste part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi awayekî cidî û eşkere daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurd bikin û soz bidin gelê Kurd ku careke din jiber berejwendiyên xwe êrîşî hevûdu nakin û berejwendiyên netewî û nîştimanî dixin ser her tişteke din û bo bidest xistina armanc û mafên netewî hewl û têkoşîna xwe didomînin.
  6. Zimanê Kurdî: Mixabin her çend zimanê Kurdî yek ji zimanên kevnar û zengîn ya cîhanê ye lêbelê jiber siyasetên şaş yên part û aliyên siyasî, yên rewşenbîrîn Kurd û siyasetên dagîrkeran ev zimanê han bi awayekî ber çav hatiye lawazkirin. Dagîrker ji aliyekî ve bi her awayî hewl bo qedexe kirina zimanê Kurdî dane ji aliyeke din ve jî part û aliyên siyasî yên Kurdî bo parastina zimanê Kurd ti hewldaneke girîng nîşan nedane, zêdetir ji wan jî rewşenbîrên Kurd her yek li gor berejwendiyên xwe yên ferdî û herwiha ev pergala ku di warê malî de hevkariya vî kiriye, li hember zimanê Kurdî tev geriyaye.Jiber vê çendê heta niha me nikariye zimanekî yekgirtî û hevbeş amade bikin û li gor vê zimanê han karûbarên xwe bimeşînin. Rewşenbîrên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê her çend bi nav reşenbîr bin lêbelê ti xizmeteke girîng pêşkêşî zimanê Kurd yê yek girtî nekirine mixabin hertim di çarçoweya siyasetên dagîrkeran de li hember zimanê Kurd yê yekgirtî tev geriyane û propagendeya vê yekê kirine ku çê kirina zimaneke yekgirtî ya Kurdî tişteke ku nemimkune. Ew helwesteke şaş û dûr ji rastiyêye, zimanê Kurdî her çend xwedan 22 zarave û devokan jî be, ku ev yek jî nîşaneya zengînbûna zimanê Kurdiye, gelek gonacave bo çê kirina zimaneke yekgirtî. Em dikarin bi tenê di navbera 5 beşên sereke yên zimanê Kurdî de( Hewramî, Soranî, Kirmancî, Zazakî û Lorî) zimanekî wisa ya yekgirtî amade bikin ku kes bawer neke, jiber ku her çend hinek cudatî di navbera wan her 5 beşan de hebê jî lêbelê bingeh û çavkaniya wan ye sereke ye çavkaniye. Lê mixabin li Rojilatê farsî û li Başûr û Rojawa Erebî û li Bakûr jî Tirkî bi rêya rewşenbîrên Kurd bandoreke girîng li ser zimanê Kurdî kiriye. Mixabin heta îro çend rewşenbîrên me yên li Başûr, Rojhilat anjî li Bakûr û Rojawayê Kurdistanê her çend bitenê zarava anjî devoka xwe dizanin û çend peyveke din jî bi zimaneke dagîrkeran dizanin lêbelê hiyaya wan ji zarave û devokên din yên zimanê Kurdî tuneye lewre hertim bi awayek ku xizmeta berejwendî û siyasetên dagîrkeran bikin propagendeya vê yekê kirine ku ne mimkune Kurd bikarê bibe xwedan zimanekî yek girtî, bê goman ev gotênên han netenê heqarete li gelê Kurd û zimanê Kurdî belku narewşenbîr bûn û bêganeperest bûna wan kesan îsbat dikin.

Bo nimûne kesek bi tenê soranî dizane û çend peyvên erebî anjî farsî dizane ev kesê han nizane kirmancî Kurdiye, nizane Hewramî, Lorî û Zazakî Kurdîne û radibe dinêje ez rewşenbîr û zimanzanê Kurdim û Kurd nikare bibe xwedan zimanê yekgirtî, anjî hineke din ji rewşenbîrên me yên ku çend peyv kirmancî û çend peyv Tirkî dizanên gelek heqaretên mezin li zimanê Kurdî dikin û dibêjin zimanê Kurdî bo zanist û siyasetê nabe bi tenê zimanê romanê ye, ev gotinên han jî nîşaneya bandore kemalîz û şovenîstiya Tirkan li ser ev rewşenbîrên hane.

Belê beruvajî ev gotinên han amade kirina zimanekî yekgirtî ya Kurdî a standard bo ev kesên ku çend zarave anjî devokên Kurdî dizanên ( bi taybetî Hewramî, Kirmancî û Soranî) karekî gelek asan e û pêdeviya xwe bi hinek piştgîrî û hevkariyê heye, eger em weke Kurd bibin xwedan yek zimanê yekgirtî vê demê vê gotara Kurdî yek bibe, dema ku gotara Kurdî bû yek vê hêz û helwesta Kurdî bibe yek dema hêz û helwest bû yek vê demê tevahiya mafên gelê Kurd werin bidest xistin. Ev mesele weke vê meseleyê dimîne ku dibêje: Mismarek nalek xilas dike, nalek espek xelas dike, espek jî qehremanek xilas dike û qehremanek jî welatek rizgar dike.

  1. Çanda eşîrî, siyaseta eşîrî û oldarî: Kêşeyeke din ya civaka Kurd ku gelek zerer daye siyaset û berejwendiyên netewî yên gelê Kurd çanda eşîrî, siyaseta eşîrî û oldariye li Kurdistanê de. Ol û oldarî tişteke peywendî bi exlaq û çawetiya hizir kirina mirov ya derbarê kaênatê de heye lewre nabe bikeve nava karûbarên siyasî û bibe alawek bo bidest xistina berejwendiyên siyasî anjî meşandina desthilata siyasî. Siyaseta bê ol dibe lêbelê ola ku bikeve nava siyaset û karêbarên siyasî ji rastiya xwe dûr dikeve û cewhera xwe ji dest dide. Eşîr jî weke beşeke biçûk ji civakê têkeldariyeke xwîniye ku çend mirovan bihevre girê dide û dike xizmên hevûdu. Çanda eşîrî û eşîret perestî taybetmendiyeke civaka Erebiye û ketiye nava civaka Kurd, her çend di serdemên derbasbûyî de eşîr û peywendiyên eşîrî di warê civakî û hevkarî kirina hevûdu de weke fîgorekî roleke girîng lîstiye lêbelê îro ev rol û cewhera xwe ji dest daye û ev jî bûye alawek bo bidest xistina berejwendiyên siyasî.

Di nava civaka Kurd de hem ol hem jî eşîret û çanda eşîrî gelek ji rastiya xwe dur ketine jiber vê çendê heta niha nikarîne xizmeta berejwendiyên netewî bikin, jiber ku Kurdên oldar jiber çanda oldariyê dev ji netewe û nasnameya netewî berdane û ev nasnameya han kirine qurbana nasnameyeke olî, eşîr û çanda eşîrî jî herwisa ti xizmeteke ber çav nekirine jiber ku eşîr ti carî hizra neteweperewrî û parastina berejwendiyên netewî di serê xwe de neweladandiye belkû hertim peyv berejwendiyên xwe yên bertesk û biçûk bûye, ev du fakterên han derfeteke gelek baş dane dagîrker û neyaran daku desthilata xwe li ser gelê Kurd bidomînin û ji bilî vê jî gelek caran agirê şerê navxweyî hil kirine. Bo ku dîroka derbasbûyî neyê dûbare kirin pêwîste em bi çaveke din li çanda oldarî û eşîrî bimêzinin. Ol û çanda oldarî ti peywendiyek bi siyaset, netewe û nasnameya netewî ya mirovan re tuneye, netewe dikare ol û çanda oldarî çê bike lêbelê ol nikare netewe û nasnameya netewî çê bike, mirov dikare ola xwe biguhere lêbelê nikare nasnameya xwe ya netewî biguhere. Eşîret jî weke pêkhateyeke biçûk ya civakê bi ti awayî nikare hebûna xwe bêyî netewe û nasnameya netewî bidomîne, jiber vê çendê lazime hem eşîret û him jî oldarî bikevin xizmeta netewe û nasnameya netewî, eger wisa be careke din ti dagîrket û kedxwarek nikare bi ti awayî nakokiyan bixe nava gelê Kurd.

  1. Berejwendiyên hevbeş yên siyasî ên netewî: Merca serekî ya serkeftin û bextewer bûna her neteweyekî destnîşan kirina berejwendiyên siyasî yên hevbeş ên netewiye, ev berejwendiyên han dibin weke tenafekî ku tevahiya endamên vê neteweyê bo gehêştin bi paşerojeke bextewer destê xwe lê gîr bikin. Mixabin nebûna berejwendiyên siyasî yên hevbeş ên netewî hertim yek ji wan fakteran bûye û derfet bo nakokî di nava part û aliyên siyasî yên Kurdî de afirandiye. Dema li peyrew û bernameyên tevahiya partiyên siyasî yên Kurdî dimêzinin tê eşkere kirin ku hemûya wan bo Kurd û Kurdistanê têkoşînê dikin lê mixabin yek xala hevbeş di warê pratîkî de di navbera wan de tuneye. Her partiyeke Kurdî bo xwe li gor berejwendiyên xwe pênase û şîroveyek bo netewe û berejwendiyên netewî dike. Ev taybetmendiya han heta niha bûye sedema vê yekê ku tevahiya wan partan, berejwendiyên xwe yên bertesik li ser berejwendiyên giştî û netewî feriz bikin.

Bo nimûne gelek ji partên siyasî yên Kurdî daxwaza serbixweyiya Kurdistanê dikin lê di warê piratîk&

Tevlîker

Erdelan Goran
Erdelan Goran

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84