dem: 27.12.2017 10:58 xwendin: 89

Malbateke Ji Îtalyayê Êşê Hîs Nake

Malbateke ji Îtalyayê êşê hîs nake, bi gotineke din jiyaneke bêêş û jan dijîn. Lêkolîner piştî xebatên dûr û dirêj sebeba hîsnekirina êşê vedîtin.

Êş hîsnekirin? Tiştekî nedîtî û balkêş e newisa? Ji miriyên li binê axa sar bêhtir keseke din dikare êşê hîs neke? Belê, malbateke ji Îtalyayê hema bêje qet êşê hîs nake û malbat ji vê rewşa xwe bi gilî û gazinc e. Lêkolîner dixwazin ji wê rewşa xerab ya wê malbatê, sûde werbigirin û encamên girîng vebînin, û lêkolîner biserketin ku beşek ji vê meseleya nedîtî û nenas, çareser bikin.

Letizia Marsili her tim ji rewşa xwe derxistibû ku ew li hember mirovên din xwediyê taybetmendiyeke cuda bû. Di zarokatiyê de pêderxistibû ku wê zû bi zû êş hîs nedikir û ji ber vê taybetmendiya xwe pirr caran bi zor û zehmetiyên giran re rû bi rû dima. Ji ber ku êş hîs nedikir, pirr caran destên wê dişewitiyan. Mil, çepil, dest û enîşk şikîn, ne ewqas meseleyên mezin bûn. Carekê milê wê dişikê lê ew roja din pêdihese û dihere nexweşxaneyê. Letizia wiha dibêje; “Ji ber ku ez êşê hîs nakim, giraniya li ser mil, çepil, dest û enîşka min ewqas zêde dibe ku dişikên.”

Kurê Letizia, Ludovicoyê 24 salî jî weke dayika xwe bi meseleyên giran re rû bi rû maye û ew jî bi zor û zehmetiyên wê sendromê jiyaneke bê êş dijî. Dema bi hevalên xwe futbol dileyîze û ji ber paşlinga hevalên xwe li erdê dikeve, qet li erdê namîne, pînên hevalên xwe û dema ew û hevalên wî li hev dikevin, qet tiştekî hîs nake. Nigên xwe bi hêsanî û bê êş dikare çeprast bike û ne bitemamî jî bibe, biçerixîne ku şikînên pirr piçûk rûdidin. Birayê wê yê piçûk Bernardo ji bîsîkletê dikeve û enîşka wî dişikê lê haya wî jê nabe, dû re pêdihese ku enîşka wî şikî ye û hilgirti ye.

Letizia Masili ji BBC re wiha vegotina çîroka xwe dike; “Em roj bi roj û weke tevahiya mirovên li ser rûyê erdê jiyaneke normal dijîn.” Letizia dikene û berdewam dike; “Dibe ku rewşa me ji rewşa mirovên din baştir jî bibe, lewre em hema bêje qet êşê hîs nakin û kêm caran nexweş dikevin. Dema em êşê hîs dikin jî, di çend saniyeyê de derbaz dibe û dihere.”

Lêkolîner piştî xebatên xwe pêdihesin ku mutasyoneke di genê-ZFHX2 de heye ji yên mirovên din cuda ye. Letizia, dayika wê, du kurên wê, xwîşka wê û birarziya wê xwediyê mutasyonên cihêreng in. Lêkolîner paşnavê wê malbatê li sendroma nû kirine û weke Sendroma-Masilli bi nav kirine. Lêkolîner James Coxê ji University College Londonê wiha berdewam dike; “Endamên ji malbata Masilliyê jî weke me xwediyê heman tûreyê ne lê çalakiyên rûdidin ne weke yên me ne. Em vê gavê xebatên li ser vê malbatê pêk dihînin û dixwazin sebeba êş hîsnekirina wê malbatê bizanin, çawa dibe ku ew êşê hîs nakin. Dibe ku xebata me rê li ber metodên nû yên tedawîkirina êşê vebike.”

Çavkanî: BBC

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84