dem: 05.12.2017 02:21 xwendin: 82

Li Ser Felsefeya Serdema Nû Çend Gotin

Li Ser Felsefeya Serdema Nû Çend Gotin

   Ramana nû, mirovan di navenda her tiştî de dît û mirov bûne navend. Pêşniyara Descartesî ya bingehîn, ev e: Cogito ergo sum! (Ez li ser hişê xwe me, 'Ez bi xwe dizanim, têdigihêjime hebûna xwe' lewma ez heme.) Ev pêşniyara Descartesî, ji bo pêkanîna felsefeyê dibe prensîbeke bingehîn û di dawiyê de di Şoreşa Kant de, digihêje xala (niqteya) xwe a herî bilind.

Li gorî vê yekê tîna (aqil, zêhn û binehişê mirov) mirovî, rasterast berê xwe nade nesneyan. Nesne berê her tiştî, divê di tîna mirovî de werin bikaranîn. Zanayî, rasterast ne encama dengvedana nesneya ye; beravajiya vê yekê, encama têgihiştina hişê me ye. Bi vî awayî Roja Nû ya ku cîhana felsefî ronî dike, êdî ne Cosmosa Grekan û ne jî, Xwedayê Serdema Navîn e. Ev Roja Nû, ji bilî aqil; ne ti tişt e.

Rasyonalîzm û Empirîzm jî, di vê pêşveçûnê de dibin du tevgerên bingehîn. Di Rasyonalîzmê de mirov berî her tiştî; weke heyînên aqlî (aqilmend) têne dîtin û li gorî vê tevgerê, biryara herî dawî aqil bi xwe dide.

Di Empirîzmê de jî, mirovî weke heyînek sehekî ye û peywist e her cure felsefe, pişta xwe bide zemîna ezmûna (deneya) sehekî. (Ji ber vê yekê jî ev tevger, weke Sensualîzmê jî tê bi bîr anîn.) Lê çi heye ku, di dawiya Serdema Nû de mengîweriya (îdealîzma) alman, carekê din berê xwe daye makro û mîkrokosmosa grekiyan.

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Pêveker: serdema

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      71
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60