dem: 01.12.2017 02:29 xwendin: 64

Li Bakur Sazî û Rêxistinên Civaka Sîvîl

Li Bakurê Kurdistanê Sazî û Rêxistinên Civaka Sîvîl

     Civakên hemdem ji kom, komik û grûbên cihêreng yên pirtexlîd pêk tên û her koma civakî, dixwaze ku xwe li gor pêdiviyên xwe birêxistî bike û bi rêya vê yekê, xwe bigihîne mafên xwe yên takekesî û civakî. Di civakan de komên siyasî, kulturî, pîşeyî, kar û perwerdehiyê bi riya saziyên sîvîl xwe birêxistî dikin, bi awayekî birêxistî tevdigerin, çalak in û dixwazin ku xwestekên xwe bi civak û dewletê bidin pejirandin.

Wekî sendiqe, komele, kooperatîf û hwd. Sazî û dezgeyên sivîl ne girêdayî dewletê ne, ne li gor xwestekên dewletê, belam li gor xwestekên bernameyên xwe an jî endamên xwe tevdigerin. Saziyên sîvîl dimeşin, çalakiyên curbicur pêk tînin, daxûyaniyan didin çapemeniyê, hevdîtinan pêk tînin û bi van rêbazan re, xwe dispêrin hêza bîrûraya giştî ya civakê û li ber dewlet û desthilatdariyên din yên girêdayî dewletê serî hildidin. Di roja me ya îroyîn de, di civakên demokratîk de dem û dezgeyên sîvîl, wekî hêzeke mezin têne dîtin û pejirandin.

Ê baş e, di roja me de prensîb û nûveyên demokrasiyê çi ne?

Prensîbên wekî serweriya gel, wekhevî, serbestî, cudahiya hêzan, hilbijartin, partiyên siyasî, çapemenî (medya) û rêxistinên (dem û dezgeyên) sîvîl, prensîbên sereke yên civakên demokratîk in. Mêtingehiya Kurdistana Bakur û tekoşîna kurdan ya li dijî dewleta dagirkeran, rê li pêşveçûn û berfirehbûna dem û dezgeyên civaka sivîl girtiye û mixabin, a niha mirov nikare bibêje ku li Bakur têra xwe dem û dezgeyên civaka sivîl hene, ew jiyana mirovan berhêlî dikin û xwestekên xwe bi desthilatdaran didine pejirandin.

Hêza civaka sîvîl û dem û dezgeyan, ji bîrûraya giştî tê. Ango ew bandûrê li bîrûraya giştî dikin û bi piştgiriya bîrûraya giştî, xwe digihînîn armanca xwe. Ev yek jî, wekî mafê wan ê rewa tê dîtin.

Ê baş e, mirov li Bakûrê Kurdistanê dikare behsa kîjan rêxistinên sîvîl bike?

Sendîqeya mamosteyan ya 'Egitîm Sen' ê, ku piraniya endamên wê mamosteyên kurd in, Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstutiyên Kurdî, çend Komeleyên Kurdî-Der ê ku li gelek bajaran xwe birêxistî kirine, hene. Bêguman, hejmara van saziyên sîvîl têra pêdiviyên Kurdên Bakur nake. Rêxistinên sîvîl, ew dem û dezge ne ku ji bandûra deshilatdaran dûr in û li ser mijarên cihêreng yên hevpar xwe birêxistî dikin. 

Pêdiviya saziyên sîvîl yên Kurdistanî, ne tenê li welêt, li bajarên mezin yên Tirkiyeyê jî xwe dide der. Bi taybetî jî, piştî proseya (pêvajoya) aştiyê ku li Bakûr dest pê kir, pêdivî û qelsiya saziyên Kurdistanî, bêtir hate bihîstin. Ji ber ku jiyana civakî ya hemdem, xwe bi her hawî rêxistî dike. Şexs û kes, bi rê û piştgiriya van dem û dezgeyan, xwe tenê hîs nakin, hêza xwe dikin yek û li dijî desthilatdariyên navendî bêtir li ber xwe didin.

Li ser vê mijarê, em dikarin wekî mînakeke çalakiya herî dawî ya 'Boykotkirina Dibistanên Tirk Bo Heftîyekî' nîşan bidin. Boykot, mixabin bi ser neket, hejmara kesên ku beşdarê vê çalakiyê bûn gelekî kêm bû û di bîrûraya giştî ya Kurdan û Tirkan de, dengeke mezin bi dest nexist. Ji ber ku ev biryar, wekî biryareke yekalî hatibû dîtin, mirovên ku yekser ne piştgirên tevgera siyasî ya Bakur bûn, beşdarê vê boykotê nebûn. Jixwe, hêza saziyên sîvîl di mijar (çalakiyên) wiha de tê dîtin. Ji ber ku ew rasterast ne girêdayê dewletê, partiyeke siyasî, an jî desthilatdariyeke din in, li ser bîrûraya giştî bandûra wan zêdetir e.

Li Kurdistana Bakur, ji îro şûnde pêdiviya dem û dezgeyên sîvîl, bêtir xwe daye der. Bêderengî divê ku saziyên sîvîl werin damezrandin, xwe birêxistî bikin û wekî dezgeyên xweser û serbixwe, tevbigerin. Hemû şaredariyên ku di destê kurdan de ne, dikarin ji bo damezrandina van komeleyan alikariyê bikin û piştra, destên xwe ji wan bikşînin. Remza demokrasiya me ya îroyîn, di civakê de hebûn an tunebûna saziyên sîvîl e û divê em kurd, vê rastiyê ti caran ji bîr nekin.

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Pêveker: sazî civak sivîl

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      63
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      81
Meteroîdên ku Destnîşana Çavkaniya Vejiyînê Dikin
Zanistî

Meteroîdên ku Destnîşana Ça..

13.01.2018 22:19    Metîn Eser

Du meteroîdên ku di sala 1998an de daketibûn li ser rûyê erdê, xwediyê wê taybetmendiyê ne ku li cihê daketine, bibin çavkaniya vejiyînê û ev jî ji analîza nû diyar bûye. Ji her du meteroîdên ku ji ban&ecir..

Bixwîne
      61