dem: 24.12.2017 19:55 xwendin: 237

Li Awistralyayê Vedîtina Fosîleke 3,5 Salî Pêkhat

Vedîtina fosîleke 3,5 mîlyar salî ku delîla herî kevn ya li darê dinê heyîna candarekî destnîşan dike, li parzemîna Awistralyayê pêk hat.

Lêkolîner bi salan e li ser fosîlê xebatên xwe pêk dianîn û dikirin-nedikirin li hev nedikirin. Piştî gengeşiyên dûr û dirêj yên li ser parçeyeke baxirê encama xebatên xwe yên li ser wê baxirê eşkere kirin. Şopên li ser wê baxirê dihêne dîtin, delîla heyîna candarekî 3,5 mîlyar salî ye

Şopên li ser wê baxirê beriya bîst salan li rojavayê Awistralyayê hatibûn dîtin, lêbelê lêkolîner heya vê gavê ji şopên li ser wê baxirê piştrast nedibûn ku teşeyên li ser wê baxirê bi xwe xwe û bi demê re çêbûne an fosîl in. Lêkolîner a niha ji xebata piştrast in û guman jê nîne ku şopên li ser wê baxirê fosîlên mîkrobekê ne.

Paleobiyolog William Schopfê ji Zanîngeha Kalîforniyayê ya li Los Angelesê ye wiha dibêje; “Me di sala 1993ê de vedîtina şopên li ser wê baxirê pêk anibû. Lê me dikir-nedikir me nedikaribû em bipeyitînin fosîl e an na. Meriv şopên li ser wê baxirê bi çavên serê xwe nabîne.” William Schopf û hevalên wî bi metodeke nû radyokarbonê beşên cihêreng yên baxirê dipîvin û dû re jî muqayese dikin. William û hevalên wî beriya vedîtina metoda nû, deh sal dixebitin ku wê metodê vebînin.

Li ser wê baxirê hejmara mîkrobên vedîtî ji 11 cureyên cihêreng pêk dihêt. Ji 11 cureyên cihêreng çend heb tune bûne û hinek jî li ber bayê perisînî ketine û gihîştine roja me ya îroyîn.

11 cureyên cihêreng giş bi hev re têkeliyeke eko-sîstemê ya pirr piçûk û tevlihev ku hêza xwe ji rojê û metanê werdigirtin, pêk dihînin. Lêkolîner diyar dikin ku eko-sîstema piçûk û tevlihev agahiyeke girîng radigihîne. Dibe ku beriya 3,5 mîlyar sal berê jî li darê dinê candarên din hebûne. Gerdûna me 4,5 mîlyar sal berê û okyanûs jî 4,4 mîlyar sal berê çêbûye.

Çavkanî: Proceedings of the National Academy of Sciences

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      60
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      93
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      421