dem: 05.12.2017 01:59 xwendin: 217

Lêgerîna Arkheyê di Çanda Antîk Yewnanî de

Lêgerîna Arkheyê di Çanda Antîk Yewnanî de

    Çanda Antîk Yewnanî û şaristaniya wê, xwediyê qerektereke dualî bû. Ji aliyekî ve di warê kulturê de gihabû asteka gelekî baş, lê li hêla din jî di hinek babetan de xwediyê hinek adetên xirab bû. Mesela, li aliyekî baweriya xwe bi Xwedayên Olîmposê dianin û li aliyê din jî, zarok û jin di civakê de kole bûn. Cîbicîkirinên bi vî rengî, piştî demekê wiha kir ku di civakê de bêhevîyêke dest pê kir û hinek bûyerên ku civakê bêhêvî dikirin, derketin holê.

Li hemberî vê çanda dualî ya ku civakê bêhêvî dikir, fîlozofan dîsa jî têgihiştine ku di gerdûnê de guherînek bêrawest heye û gerdûn, her dem di guherîneke wiha de ye. Ji jiyanê ber bi mirinê, ji zarokatiyê ber bi pîrbûnê, ji biharê ber bi zivistanê ve, her dem guherîn û veguhêrîneke bêrawest heye. Divabû li pişt vê guherîna bêrawest, heyîneke ku her dem hebûna xwe didomîne jî hebûya.

Destpêka felsefeyê û xwesteka şirovekirina <Îyonyayê>, bi lêgerîn û pirskirina vê heyîna mayende (arkhe), dest pê kiriye û îyanyayiyan, xwestine ku bi vê yekê bizanibin. Fîlozofên Îyonyayê, navê vê heyînê danîne 'arche.' Arkhe, ew element bû ku ligel hemû guherînan, nedihat guherîn û her dem weke xwe dima. Piştî hinek rûdanên ramanî, Thales wekî fîlozofekî dertê qada civakî  û ku B.Z. (Beriya Zayînê- Beriya Zayîna Îsa Nebî) di sedsala 6 an de jiya ye, gotiye ku arkhe av e.

Hinek fîlozofên din jî ku xwediyê ramanên cihêreng bûn, wan jî arkheyê, bi madeyên (elementên) cihêreng şirove kirine. Mesela Anaksîmenes (Anaximenes) hewayê û Herakleîtos jî, agir weke elementa bingeh dîtiye û bi vî rengî, arkhe hatiye şirovekirin.

Fîlozofên îyonyayî, dema ku li madeya bingehîn ya gerdûnê vekolane, tu rêbaz yan jî ezmûnên (deneyên) zanistî bikar neanîne û bi riya *spekulasyonê, xwestine ku xwe bigihînin encamê. Herçuqas li ser hinek babetên razber (soyut, nedîtbar) yên weke guherîn û yekîtiyê rawestiyabin jî, vê yekê bi bingeheke madî pêk anîne. Elementên ku ji bo şirovekirina çêbûna gerdûnê hatine bikaranîn; yen weke agir, av, hewa, ax û hwd. hemû jî, madeyên madî û girgîn (somut, berbiçav) in. Dema vê yekê pêk anîne jî, mirov dikare bibêje ku xwe ji bandûra sehekan rizger kirine û bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) vê yekê pêk anîne.

*Spekulasyon: Zanayiya ku xwe naspêre ezmûnê û bi tenê bi riya aqil tê hilberandin. Encamên zanayiyên ku bi riya spekulasyonê têne hilberandin, nayên pîvandin yan ceribandin. 

Ali Gurdilî

[email protected]

05.12.2017 

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      229
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      203
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      282