dem: 22.01.2017 23:24 xwendin: 1853

Tê bîra min li mektebê dipirsîn: du caran du dike çend?
Tevan bi hevre dinivîsîn dike çar
Lê min hertim kêm dianî û dihatme xwar...
Tenê jiber ku li ba min wa bû; 
Du caran du dike yek, nabe çar
Ba min wa bû diran, du lêv û ziman, nabine çar
Dibine zar û bi hevre dikin hewar 
Ba min wa bû, du dest û pê
Nabine çar, di laşekî de dikevin kar
Ba min wa bû, tax-avahî, kolan-cade, nakene çar, dibine şar, têde dijîn dewlemend û xelkên hejar
Ba min wabû evîn û dil-bedewî û pakî, 
Nakene çar, dibine yar, li ba dildar 
Ev hemû du caran du dibine yek nabine çar
Gelek zorin lê li ku têne jimar? 
Tenê ewqas dizanim, 
Ger laşê min bikin sed par, 
Min bidine ber gule û şêlikan, 
Biçime ser sêdar, 
Tenê peyvek tê ser zar:
Kurdistanam welateke, nabîte çar...


Nadir Qazî 


Ji Soranî: Dêrsim Oremar 

 

Nadir Qazî helbestvanekî Rojhilatî, ji malbata Qaziyên Mehabadê ye.

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      58
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84