dem: 17.01.2017 20:09 xwendin: 530

Çûna Kurdan ji Kurdistanê bo wê xaka ku îro navê wê Îsraile, di sedsala 16an de dest pê kir. Di destpêka sedsala 20an û di salên 20 û 30an de jî şepoleke din a Kurdên Cihû berbi xaka peydebûna ola Cihûtiyê koç kirin û li gor çavkaniyên dîrokî heta sala 1948an, nêzîka 8 hezar Kurdan li wî welatî jiyane. Gava di sala 1948n de, dewleta Îsrailê hat damezrandin, Cihûyên Kurd ên her çar parçên Kurdistanê xwe li Israilê girtin û îro jimara daniştvanên Kurdên Cihû li Israilê nêzîka 150 hezar e ku beşa herî zêde ji wan li navçên nêzîkî bajarê Orşelîm dijîn.

Bi awayekî giştî jî, Cihûyên ku bi eslê xwe xelkê Kurdistanê ne, kevneşopî û kultûra xwe parastine û bê navber festîval û ahengan saz dikin da çanda xwe zindî bihêlin.

Lê li gor raporeke sentera Orşelîm bo lêkolînkirina dîroka Cihûyan li Rojhilata Navîn, niha piraniya nifşên nû yên Kurdên Israilê bi rengekî berçav pêgihiştine û profesorên zanîngehê ne û piraniya wan xwe wek `Israilî` didin naskirin. Tenê Kurdên bi temen çanda xwe parastine. Di heman raporê de hatiye ku berî 50 salan, Kurdan tenê di nav xwe de hevsergîrî dikir, lê niha piraniya ciwanên Kurd Cihûyên ji derveyî bazina xwe tînin û ligel wan dizewicin û bi vî rengî taybetmendiya Kurdan li Israilê zerarê dibîne.

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      193
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      246
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      497