dem: 01.04.2017 14:29 xwendin: 435

Li bakurê Kurdistanê gelek nivîskar hene ku bi tirkî û bi kurdî (kurmancî, zazakî) dinivîsin. Gelek car bi îbareya "Ben bir Kürt aydını olarak…/ Ez wekî roşinbîrekî kurd…" dest bi axaftin yan jî nivîsînê dikin.

Ez li vir tarîfa "roşinbîrî/entelektuelîyê" nakim, kesê ku bixwaze dikare bikeve dû bê hela "roşinbîrî/entelektuelî" çi ye. Û helbet ji ber ku "kurd" navê miletekî ye, hingê têgeha "bir Kürt aydını/rewşenbîrekî kurd" jî çi ye, dikarin wê jî zelal bikin.

Heta niha gelek caran min dîtiye beşeka mezin ji van "nivîskar/roşinbîrên kurd" yên Bakur, bi taybetî li Dîyarbekirê, ji bo piştgirîya partîyekê, ji bo serok yan endamên wê, hatine cem hev, daxuyanî îmza kirine û bo raya giştî belav kirine, yan jî di vê îstîqametê de nivîs û meqale nivîsîne...

Dîsa, gelekê caran li dijî partî û şexsîyetên kurd yên başûrê Kurdistanê, wekî mînak, li dijî pêşmergeyan, bi taybetî li dijî serokê Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyanî dane, peyam ragihandine, rexneyên gelek tund li wan girtine, ew bi xayîntiye tawanbar kirine, dijûnê wan dane, ji wan re kufir kirine. Li ser tora înternetê; di malperên ajansan de bi dehan, bi sedan nimûneyên vê hene.

Li alîyê din, li bakurê Kurdistanê, li Dîyarbekirê, bi taybetî vê sala dawîyê li rojavayê Kurdistanê her awa tehqîr li "Alaya Rengîn" bûye û dibe; Alaya Kurdan dihê şewitandin, dihê redkirin… Lê ji tu "bir Kürt aydını/rewşenbîrekî kurd" deng derneketiye.

Li başûrê Kurdistanê, ji salên 1990î vir de kurdên me yên wir gav bi gav ji bin nîrê rejîma erebên zulimkar derketin. Kor-topal, paqij-qirêj, rast-xwar, axir her çawa be, êdî li wir kurd bi xwe xwe bi rê ve dibin. Bi munasebeta êrîşên DAIŞê erd û bajarên kurdan, mesela wekî Kerkûkê ku di bin îdareya ereban de mabû, ew jî ketin destê kurdan. Niha 35 dewletên mezin yên dinyayê li Hewlêrê konsolxane vekirine, di hefteyekê de çend serok û payebilindên dewletên mezin yên dinyayê tên Hewlêrê û diçin. Xulasa kurd li wir hatine wê dereceyê ku dikarin êdî dewleta serbixwe ya kurdan îlan bikin. Înşalah dê bikin.

Ji ber şertên şerê navxweyî yê li Sûrîyê û derketina meydanê ya DAIŞê, li rojavayê Kurdistanê jî proseseka wisa pêş ve diçe. Eger ne ji fikrê "kofederalîzma demokratîk (!)" be, îhtîmaleka mezin, li rojavayê Kurdistanê jî kurd dê ji bin nîrê ereban derkevin û ew bi xwe xwe bi rê ve bibin. Belkî li wir jî dewleteka kurdan îlan bibe. Înşalah dê wisa be.

Lê partîyek û karbidestên wê, her roj daxuyanîyan didin û "dewletbûna kurdan" red dikin, li dijî "dewletbûna kurdan" dixebitin. Bêyî ku ji miletê kurd bipirsin, wekî partî dibêjin "Me fikrê dewletbûnê avêtiye çopê!"

Çawa ku li hemberî êrîşên bi ser Alaya Kurdan tu dengek ji nivîskar/roşinbîrên daxuyanîhez (!) yên Bakurî derneket, li hember vê xebata li dijî dewletbûna kurdan, li dijî kurdayetîyê jî dernayê. Gelo ev çawa "bir Kürt aydını/rewşenbîrekî kurd"bûn e?!

Ez bi xwe terefdar/layengîrê tu partîyeka kurdan nînim, ez miletê xwe esas digrim, baş yan xirab ez tu ferdekî kurd jî red nakim. Eger xirab bin xirabên me ne. Eger baş bin jixwe baş in. Lê ez nabêjim bila nivîskarên bakurê Kurdistanê ku xwe "roşinbîr" dizanin nebin terefdar/layengîr yan jî mîlîtanên partîyekê/îdeolojîyekê yan jî xwe wekî muxalifê (opozîsyon) partîyeka din a kurdan nebînin. Li gorî fikra demokratîka rastîn, her kes muxeyer e, serbest e, azad e.

Lêbelê dema ku xeletîyên partî yan jî karbidestên partîya wan yên li dijî kurdayetî û Alaya Rengîn û mafê dewletbûna kurdan çêdibin, bila wê demê jî daxuyanî bidin, bila rexne li partî û karbidestên partîya xwe jî bigrin ku meriv bawer bike ew bi rastî jî "bir Kürt aydını/rewşenbîrekî kurd" in.

Gelo partîya wan û karbidestên partîya wan hîç xeletîyek yan neheqîyek yan îhlalkirina mafên însanî û mafên kurdbûnê nakin? Ev nivîskar/roşinbîrên Bakur dikarin bi dilekî rehet bibêjin hemî kirin û gotin û polîtîkaya partî û karbidestên partîya me rast in?

Ez dibêjim, eger nivîskarên Bakurî ku xwe kurd dibînin û dibêjin "Ben bir Kürt aydını olarak…/ Ez wekî rewşenbîrekî kurd…" hingê divê ji bo berjewendîyên neteweyî yên miletê kurd tevbigerin ne ku tenê li gorî polîtîka û îdeolojîya partîya xwe. Çimkî hemî partîyên ku li Kurdistanê fealîyet dikin divê xizmeta miletê kurd bikin, divê guhdarîya miletê kurd bikin, ne ku kurdan wekî kerîyê pez wir de bibin, vir de bînin, hişê wan tevlihev bikin û bikin xizmeta xwe.

Madem wisa ye, ew nivîskar û roşinbîrên Bakurî bila ji vir û pê ve tenê bibêjin "Ben bir filanca partinin aydını/yazarı olarak…/ Ez wekî roşinbîrekî/nivîskarekî filan partîyê…" ku qet nebe di vî warî de bila xwe rast nîşan bidin!

Roşan Lezgin 

(Ji medyaya civakî hatiye hildan)

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      58
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84