dem: 08.01.2017 15:20 xwendin: 1140

Kurd belengazin

Sernivîseka mirovan diêşîne. Ji ber her çend xwîna me, di hîmê xwe de bi xwîna kîjan nijadî ve têkilave em nizanibin jî, nijadperestiya me carinan pozê me radike jor, me ji rastiyên jiyanê dûr dixe. Ji ber vê yekê Kurd belengazin. Di gelek dem û dewranan de pozbilindî jî nikare rastiyê veşêre, tenê pozbilindan dixapîne.

 

Dîsan ez dê mijarê bêhtir li ser Bakurê Kurdistanê bihev ve girêdim. Ji ber soysebata mezin li wira ye, belengaziya mezin vê gavê li wira ye.

 

Dema Komara Tirkiyê (Ya Kurdên Bakur jî) benê xwe sist kirin, Kurd di nava nermiyê de mest kirin, bi nepoxa baskê wan berz kirin, bi gotinan çavê wan kiz kirin, Kurda eve bo xwe serkeftin û destkeftiyên şerê 40 salî dîtin û dest bi govenda azadiyê kirin. Hol û meydanên siyasetê, ji xam û naşiyan pir bûn, wey li wî bibe qehremanê destkeftiyan. Lê kevirên giran di cihê xwe de bûn. Yên êş û azara vî karî kişandî, ne tenê serî, laş û derûnê xwe jî xistî bin kêra kuh de, bi guman û tevdîr berev vê qonaxa şîrîn û şekir, lê ewqas jî bi dafkên tijî kevir ve diçûn.

Navê şehîdan li kolanan hate kirin, peykerên navdarên Kurd, komkujiyan, zana û jîrên Kurd, li hol û meydanên bajarên Kurdistanê bilind bûn. Navê bajaran, navê deveran, navê çiya û baniyan êdî bi Kurdî dihate lêkirin.

Radyoyên Kurdî zêde bûn, Weşanxane, sazî û dezgehên wêjeyî, hunerî di kelecaniya dewletbûnê de, li pey hev û rêz bi rêz vebûn.

Rewşenbîr derketin holê,  qelemşorên qonaxa aşîtiyê, peyvên wan ji guleyên şerê salên 90 tujtir bûn. Wan ne wekî herkesî di xewnên xwe de, wan di rastiyê de êdî Kurdistan rizgar kiribûn.

Ji Qendîlê bi kincên Gerîlla yên toznegirtî û solên pêl pîjên şikêran nekirî, li pêş kamerayên cîhanî daxuyanî li ser daxuyaniyê dihate dayîn. Şandeyek dihat, yek diçû. Ji Qendîlê Kurdistanek rizgar bibû, bêyî ku guleyek li bajarekî tirkiyê bête berdan, bêyî ku siyasetvanek li tirkiyê bête kuştin, bêyî ku generalek li tirkiyê bête kuştin, bêyî ku aloziyeka civakî li tirkiyê bête derxistin, Kurdistanek rizgar bibû. Li çiyayên Kurdistanê û bi kuştina leşkerên artêşa dagirker, bi kuştina cehşan û sîxuran. Hetanî wê kêliyê ji aliyê hemî Kurda û siyaseta Kurd ve, yasayeka xwezayê, civakê û şer hertim û kêlî dihate parestin û dihate gotin. “Hertişt bi hêzê ve hebûna xwe disepîne, hêz nebê tu jî tuneyî, çek nebê pênûs jî tune, şer nebe aşîtî jî tune.” Di perwerdeyên Çiyayê Kurdistanê de jî, li bajar û gundên welat û derveyî welat jî ev felsefe dihate parestin.

Lê ji nişka ve rewş hate guhertin. Komara Tirkiyê dawî bi xeyal û çîrokê anî. Ben şidand. Kêr da qirikê, destê xwe danî ser devê pitikê û anî ber fetisînê.

Belengaziya Kurdan careka dîtir çip û tazî xwe da der. Pêşî li Roboskîyê kesên hejar ku bi bazirganiyê debara xwe dikin, bi rengekî hovane hatine kuştin, zirt û pesindana Kurdan destpê kir. “Em çekin û jêkin û bikin û bikujin û hwd". Êdî li pey hev belengazî bilindtir bû. Dewleta Tirk her ku yek kes kuşt Kurda “Tolhildana xwe” hêliştine beharê. Ji xwe ew çil behar, çil payiz, çil zivistan û çil havîn bihurîbûn.  Zarok jî dema çilê xwe derdixe êdî dest bi jiyanê dike, mirî jî dema dighêje çilê xwe êdî mirovên dîtir dest bi jiyana xwe ya asayî dikin. Lê ev behara 40 î nehat û nehat.

Kurda ji bo mirîşkekê hevû dû dikuştin demekê, ji ber jinekê 10 mêr dihatin kuştin. Êl û eşîr bi hev diketin. Ji ber bostek erd serî li hev dipekandin.

Lê vê carê Kurd belengaz bûn. Dema termê ciwanên Kurd li kolanên Cizîrê bi pey panzêran ve kirin hêrsa Kurda bi belengazî hate serkutkirin. Ji ber hêviya beharê hebû.

Dema ew bajarên navenda şoreşa Kurdistanê yek bi yek, mal bi mal hatine xirabkirin û kesên têde hatine dardakirin û hatine şewitandin, êdî hêrsa Kurda ji binî ve hate kuştin. Ji ber pêwistî bi tu helwestê nemabû. Êdî wate di şer de, di tekoşînê de nemabû.

Kurd ast bi ast bi 5 tiştan hatine hackirin; 

1 – Êdî kêr gehaye qirikê, ev rewş nayêne qebûlkirin û em dê tola hertiştî werbigrin. (Ev kêr ji qirikê qet nehate xwarê. Pey her bûyerê re herkesî dît ku kêr ji xwe qirikê dibire, êdî çerm tenê maye, devereke Kurd jê nefesê bigrin nema)

2- Evqas tiştên rû didin siyaseta, Kurd bi dewletê dilîzin, siyasetê dikin. Serkeftina mezin hê li pêş me ye. Dijminê me xirabe.( Dijmin qet nehatiye guhertin. Siyaset jî her wekî xwe ye. Dema her guheleyekî PKK cîhan dihejand û înîsiyatîfa şer û siyasetê di destê PKK de bû, derfet hezar qatî bêhtir bûn. Ya neha çi siyaset jî be dê bikêrî çi bê?)  

3- Erdoxan tengav bûye, ji tengaviya xwe dike, dê hac bibe ( Di siyasetê de kar û kiryar bi ser kesan ve nayêne şirovekirin. Dijmin heman dijmine û dewlet heman dewlete) 4- Dîsan zivistane, bila behar bê vê carê dê Kurdistan rizgar be. ( Tu peywendiya şer û beharê bi hev re tûne. Ew şerê di navbeyna şervanên kurd û dijminên Kurdan de, li serê çiyayê Kurdistanê ji xwe wekî PKK jî dibêje eve 20 sale sûda xwe ji bo Kurdan tune. Tenê xisarê dide Kurdan. Wê demê deh behar jî bên, û bi dehan tabûr, ji binî ve bêne rakirin jî, rewş nayête guhertin.)

5- Ew kesên pir diaxifin û vê rewşê rexne dikin bila bi xwe biçin bikin. Aha waye hol û waye dahol. (Ev gotin jî piranî ji aliyê wan kesan ve tê gotin yên ku binkeftina siyaset û şerê Kurdan naxwazin qebûl bikin, dilê wan diêşê û bi xwe nadin xwarin. Lê hizrekî gelekî şûnvemayî ye. Her fature ji xwedanê kar re tê birîn. Eger bi qasî derfetê 4 dewleta derfet bo PKK hatibe dayîn, di warê mirovan de, di warê derfetên darayî û razberî de, di warê girseyî û derûnî de, hemî derfet ji bo komek kesê berpirsiyarên vê rêxistinê hatibê dayîn wê demê pirs dê ji wan bê kirin û bersiv dê ji wan bê xwestin. Vî gelî bi hemî tiştê xwe ve hertişt kir. Herkesî nedabe jî , bi qasî ji avakirina welatekî re têrê bike derfet hate dayîn û hîna jî berdêl têne dayîn. Ji ber wê yekê mafê herkesekî heye, hesabê vê têkçûnê ji siyaseta Kurd ya bakur tevde bixwaze. Eve ne karê dijminane, berovajî eve karê Kurdewarî ye. Karê neyê kirin, karê derfet bidê dijminê Kurdan xisare û divê tuj û dijwar bête şermezarkirinê. )  

Û dor hate siyasetvanên Kurd, bê parestin, bê xwedîlêderketin yek bi yek ketine binê zindanan. Navê vê ne tekoşîne, ne jî berxwedane, rasterast belengaziye.

Û şaredarî ji dest Kurdan hatine derxistin, navê kolanan dîsan bûn tirkî, peykerên şehîdan yek bi yek hatine rakirin. Hetanî bi şanoyên Kurda hatine girtin û şanoger ji kar hatin durxistin. Derfetên bi rastî di encama tekoşîna çekdarî de piştî salên 90 î hatî bidestxistin jî yek bi yek jidest çûn. Hetanî bi tîmên gokê hatine girtin.

Û belengazî bilind dibe; “Em serkeftî ne, em bi bin nekeftine. Qonax gelek dijware, Barzanî bi AKP re ye, li Rojava destkeftinên me mezinin, li wira dewlet ava dibe û hwd. ” Tu peywendiya van tiştan bi rewşa Bakurê Kurdistanê ve tune. Kurd divê tenê wekî ciwanekî nû dest bi dibistana navîn dike, pirtûka felsefê vekin û li yasayên xwezayê binêrin û werin ser hizrê xwe yê berî salekê. “Hertişt bi hêzê ve hebûna xwe disepîne, hêz nebê tu jî tuneyî, çek nebê pênûs jî tune, şer nebe aşîtî jî tune. ”

 

Pêveker: kurd pkk belengaz şer agiri

Tevlîker

Agiri Soran
Agiri Soran

Sala 1976 ê li gundê Qesirbelekê serbi Nisêbînê ve hatiye dinê. Deh salan di nav şerê çekdarî de cî girtiye. Ji sala 2002 yê û pêve gelik proje û karên Kurdewarî bi çend hevalên xwe ve pêş xistine. Karên wekî Hêvî Group, KurdFm, Ezuem, Rewanbêj, Kovara Dîwar û hwd. Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      361
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      326
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      430