dem: 12.01.2018 19:04 xwendin: 225

Kevirê-Hîpatiyayê û Elementên Ji Pergala Rojê Kevintir in

Kevireke piçûk ya ku li Misirê hatibû ditîn, ne ji vê dinyayê ye. Kevirê piçûk weke kevirê-Hîpatiyayê hatiye binavkirin ku navê xwe ji feylozofa Grekî/Yewnanî wergirtiye. Kevirê-Hîpatiyayê ne bitenê ne ji vê dinyayê, her wiha tê de elementên mîkro-mîneral hene ku heya a niha di pergala rojê de jî nehatine dîtin.

Lêkolîner bi vedîtina kevirê piçûk dîsa vedigerin li ser pirsa xwe heyî û serê xwe bi destpêka çêbûna pergala rojê diêşînin. Kevirê-Hîpatiyayê di sala 1996an de li çolistana Misirê hatibû dîtin û di sala 2013an de jî navê feylozofa Grekî li kevirê piçûk kirine. Hîpatiya weke jineke matematîkzan û feylozofeke neoplatonîk dihêt zanîn. Ji ber raman û xebatên wê metranê wê demê Hîpatiya weke kesek bê dîn îlan kiriye û dihêt gotin ku ji ber kevirkirinê çûye ber rehma Xwedê.

Analîza nû ya li ser kevirê-Hîpatiyayê agahiyeke girîng eşkere dike: kevirê-Hîpatiyayê ne bitenê ne ji vê dinyayê ye û her wiha kevirê piçûk ne ji stêrkeke bidûv û ne jî ji meteroîdekê nas e. Taybetmendiyên kevirê piçûk ne li ser rûyê erdê, ne jî di tişteke din ya di pergala rojê de hene, dihêt dîtin.

Lêkolînerên ji Zanîngeha Johannesburgê xebatên xwe li ser kevirê piçûk pêk anîne û dîtinên xwe di ScienceDirectê de vegotine. Lêkolîner diyar dikin ku di kevir û madeyên din yên heya vê gavê ji stêrk û rojgerên di pergala rojê de rijiyane li ser rûyê erdê, elementa sîlîsyûmê zêde dihêt dîtin lêbelê di kevirê-Hîpatiyayê de elementa sîlîsyûmê pirr hindik heye.

Li hember tiştên din kevirê piçûk xwediyê hejmareke zêde ya hîdrokarbonên aromatîk yên polîsîtîk e ku em bi kurtayî jê re dikarin “HAP” bibêjin. Hap beşek ji madeyên navbend yên di navbera stêrkan de ne. Lêkolîner Jan Kramers wiha dibêje; “Em heman madeyê di stêrkên bidûv û meteorîdê de jî dibînin ku stêrkên bidûv û meteroîd demeke pirr dirêj qet germ nebûne.”

Ji bilî wê madeyê, alumînyûma xam jî hatiye dîtin ku di pergala rojê de hema bêje qet tuneye an jî pirr kêm e, dîsa şêweyeke moissanîtê û ya mîneralekê ku pirr kêm dihêt dîtin, tespît kirine. Lêkolîner George Belyanin wiha berdewam dike; “Hin parçeyên piçûk yên bi qasî libekê mezin in jî tê de hebûn ku ji madeyeke bi pirranî ji nîkel û fosforê pêk dihêt û tê de hesin pirr hindik e. Me heya vê gavê tiştekî wiha ne li ser rûyê erdê, ne jî di meteorîdê de nedîtibû.”

Lêkolîner pêdivî bi berdewamkirina xebatên xwe dibînin û dixwazin bi berfirehî li ser kevirê-Hîpatiyayê xebatên xwe pêk bihînin, têkiliya di navbera kevirê-Hîpatiyayê û rojê de vebînin.

Çavkanî: ScienceDirect

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      361
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      326
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      430