dem: 04.04.2017 19:14 xwendin: 1110

Kerkûk Mizgînîya Serxwebûna Kurdistanê Dide

Ji hefteyeke vir da, Kerkûk mijara sîyaseta Rojhilata Navîn kifş dike. Ne tenê Kurdên Başûr û Iraq, Tirk û Ereb û Ecem, bi Kerkûkê ra radizên û bi Kerkûkê ra hişyar dibin.

Di xewnên xwe da kabûsan, kabûsên li ser Kerkûkê dibînin.

Ji tirs û xofê agirê wan derdikeve...

Dev û diranên wan li hev dikeve...

Ji xwîdanê, kiras û derpê wan şil dibe...

Bi hişyarbûnê va şa dibin ku xewne, lê belê îjar xewa wan direve...

Tî û birçî derdikevin ser sergoyê ber derê xwe û bi kef û gefan dizûrin û dibêjin, „Kerkûk Bajarê Tirkmenan e“, „Kerkûk Bajarê Ereban e“ û „Kerkûk Iraq e, Iraq jî Kerkûk e“.

Gor Tirk û Ereb û Eceman, Kerkûk ji bilî Kurdan bajarê herkesî ye û bi ya wan be, tu car jî nabe bajarê Kurdan...

Çawa ku Serokê Nemir, Mele Mistefa Barzanî bi salan berê gotibû; “Kerkûk dilê Kurdistanê ye û ji Kurdistanê nayê veqetandin“, Tirk û Ereb û Ecem jî bi gotinên xwe yên qirêj û bêbingeh dixwazin bi dûrxistina Kerkûkê va Kurdistanê bêdil bihelîn û careke din bifetisînin.

Xwedê şukir, ne dem dema berê ye, ne jî Kurd kurdên berê ne.

Îro zarok û nebîyên Barzanî bi dil û can li wesîyetê wî yên neteweyî xwedî derdikevin û dilê Kurdistanê weke ronîya çavên xwe diparêzin û dil û can bi hev ra girê didin.

Hefteyek piştî Newrozê, roja 27’ê Adarê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya û biryar da ku Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û sazî û dezgehên fermî yên li Kerkûkê were bilindkirin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hefteyek şûnda jî gaveke din jî avêt û biryareke nû girt.

Gor ragihandina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar daye ku giştpirsî were kirin. Hemû Tirkmen û Erebên resen ên bajêr jî piştgiriyê didine vê biryarê. 

Rêbwar Talabanî  dibêje, „eger ku hikûmeta Iraqê ji bo referandûmê kar neke û pêk neyne, wê demê mafê Parêzgeha Kerkûkê ye daxwaza alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî yan jî ji aliyeke din bike, heye. Dibe ji Herêma Kurdistanê jî daxwaza alîkariyê bike.“

Di nav çend rojan da ev her du biryarên ku ji alî kurdan va ji bo Kerkûkê hatine girtin, ne tenê ji bo Kerkûkê, ji bo pêşeroja Kurdistanê jî biryarên bingehîn û neteweyî ne.

Her du biryar jî careke din nîşan didin ku, dema ku Kurd bibin yek û bi ruhê kurdayetîyê tevbigerin, wê gavê bi ser dikevin û hemû astengên ku rê li wan girtine, yekoyek ji holê radibin.

Wek gotina Barzanî yê Nemîr, Kerkûk dilê Kurdistanê ye.

Kurdistan a bê Kerkûk weke jîyana bê dil e.

Îro, dil lêdixe û mizgînîya Kurdistan a Serbixwe dide...

04.04.2017

[email protected]

 

Tevlîker

İkram Oguz
İkram Oguz

Îkram Oẍuz) di sala 1962an da li gundeki Tekmanê, Xanbegîya Jêrin, ji dayîk bû. Mekteba ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend. Di dema 12ê Îlonê da hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Îstenbolê Fakulta Îktisadê xilas kir. Çend salan li Îstenbolê di fîrmayeka taybetî da wek rêvebir xebitî. Bi destpê..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      359
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      325
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      428