dem: 22.11.2017 16:06 xwendin: 171

Jiyan û Felsefeya Mansûrê Hallacvan

Jiyan û Felsefeya Mansûrê Hallacvan

     Kevnarezanayê (arkeelogê) fransî Louis Massignon, rojekê diçe Bexdayê  û di dema lêkolînê de, li ser perçeyekî sewîlekî kevin rastê vê nivîsê dibe: <Ji bo gihêjtina xwedê, du rekat nimêj jî bes e. Bes ku mirov destnimêja xwe, bi xwîna xwe bigre!>

Xwediyê vê hevokê, Mensûrê Xellacî (Mansûrê Hallacvan 858-922) e. Bi dîtina vê nivîsê re, xebata Louis Massignonî ya sihûsê (33) salan dest pê dike. Belê, Louis Massignonî 33 salan li ser jiyan, felsefe, peywendî û şert û mercên wê demê hûr dibe. Dawî, nêzîkê 4000 (çarhezar) rûpelan berhemek diafirîne ku ev berhem, li ser jiyana Hallacvan e.

Jiber vê yekê ye, ku Louis Massignonê fransî di derheqê Hallacê Mensûrî (Hallac El Mansûr- Hallacî Mansûr- Mansûrê Xellacî) de wekî pêzan (pisporekî) mezin tê hesibandin. Zanayiyên di vî warî de yên ku hene jî bêguman, bi giştî ji berhema Massignonî hatine wergerandin û gihêjtine ber destê xwendevanan. Di vê kurtenivîsê de, ez dixwazim bi tenê li ser jiyan û felsefeya wî rawestim û di vî warî de, çend zanayiyan vebiguhêzînim we.

Navê Hallacvan yê rasteqîn, <Abû Abdullah El Hiseyîn Bîn Mansûr Bîn Mahamma El Beyzavî El Hallac> e û di sala 856- ê de, li herêma Tûr, li Beyzayê hatiye dinyayê. Di wê dewrê de yên li Beyzayê dijiyan; di bin parastina dewleta Yemenê de bûn.

Jiber vê çendê, hatiye gotin ku Hallacvan ji Yemenê ye. Belam, bapîrê wî mazdeîst û mirovekî îranî bûye. Bi bavê xwe re, bi karê tevnejevaniyê (hallacvaniyê) mijûl bûne, ku piştra ev nasnav jî, dibe perçeyeke navê wî. Hallacvan, bi hemû jiyan û felsefeya xwe re bingeha sûfîtiyê ava kiriye û wisa tê hesibandin ku sûfîtî; di gihêjtina xwedê de riya sêyemîn e. Wekî tê zanîn di ramanên sûfiyên berê de, lihevhatinên sûnnî û <muteziliyan> hebûn.

   Lê Mansûrî wisa bawer kiriye ku mirovî, ne bi riya aqil û ne jî bi riya veguhastinê dikare bigihêje xwedê. Ji bo gihêjtina xwedê, pêwist e mirov ji nîmetên dinyayê dûr bimîne, yan jî dest nede wan. Ev yek, pêwîstiyek e û girîng e.

Hallacvan di berhemên xwe de wiha dibêje:<Mirov dil e, dilîn e. Xwiyakirina wî/wê mîna guldangê ye û bimirin e. Mirov, ketiye şeklekê madî. Heçku, ji hêla hindûrîn ve xwe di şeklê dil de nîşan dide. Hemû tişt, ji aliyê dil ve têne diristkirin û hemû tiştî, dil dikargerîne. Dil, bêhn dide giyanê û giyan, mirovan raserî alema daringî/madî dike.

Laş, di nav danûstandinên daringî/madî de ye. Gurza mebestê, di zincîra têkiliyan de delka/zagona resen e. Made, mirov diavêje nav dinyaya nesneyan. Ew mirovên ku di têkiliyên madî de girêdayî dimînin, ew êsîr in. Divê mirov, ji madeyê derbas bibe û dakeve nav dinyaya wateyan. Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata Xwedê û ji êsîriya madeyê, mirovan azad dike.

Mirov, divê guh bide dengê dilê xwe û xwe ji madeyê rizgar bike. Dil, ji bo dîtina Xwedê; ji aliyê Xwedê ve bi awayekî xwemal hatiye afirandin. Heke mirov bizanibe dilê xwe veke, dê Xwedê, dilê wî bi dilînê/evînê dagire. Xwedê, afiraner e û ji hemû tevgerên mirovan, ji yên hindûrîn û ji yên der, berpirsiyar e. Yên dikûje û yên vedijîne jî, Xwedê ye. Ecel û roja mehşerê, ji roja ewilî ve hatine destnîşankirin. Di rêwîtiya jiyanê de, qûtê mirovan dîsa Xwedê dide mirovan. Ji bo mirovan tiştê girîng hilbijartina başî û xirabiyê ye. Yên rê nîşanê mirov dide, zanist e. Mirov dikare bi hêza xwe hestên xwedbîn/reşbîn dahf bide aliyekî û bigihêje delaliyê. Di vê domanê/pêvajoyê de, wê dil jê re rêzaniyê bike. Waswas, çavê dil diqerimîne û nezanî jî, mirovan ji xwedê dûr dike. Dil û aqil, pêwîst e hevdu temam bikin.>

    Xwedê, xezîneyeke veşartî ye û li gorî Quranê, hemû kes nikarin bigihêjin vê xezîneyê. Pirsgirêka <giyan- laş> û  <dil- aqil> pirsgirekeke sereke ya felsefe û teolojiyê ye. Ji fîlozofan hinekan giraniyê dane aqil û tiştên madî, hinekan jî giraniyê dane dil- giyanê û wateyê derxistine pêş.

Di felsefeya îslamê de xwendegeha (ekola) Mutezîle, giraniyê daye madeyê û bikaranîna aqil jî gellekî girîng dîtiye. Sûfî û Mîstîkan jî, zêdetir bala xwe dane dil û giyanê. Li gorî aligirên  <Îmamiye> jî; bi tenê Hz. Muhammed, Hz. Elî û yên ku ji bavika wan tên; dikarin têkiliyê bi xezîneya Xwedê re deynin. Ji bilî wan, Selmanê Farisî jî heye, ku Hz. Muhammed ji bo wî gotiye ku <ew ji malbatê ye.>

Li gorî dîtina Hallacvan jî: <Kesên ku bikaribin çavê dilê xwe vekin, ew dikarin ji hêla dil û giyanê ve, bi Xwedê re bikevin danûsitandineke ragihanî. Ragihan dikare gelekî bi pêş bikeve û di wê demê de, mirov bi Xwedê re dibin yek. Tevgera mirovan, di wê domanê de êdî tevgera Xwedê ye. Ji bo vê yekê jî, ne pêwîst e ku ew mirov di pêşiyê de mirovên hilbijartî bin. Piştî sê domanan, mirov dikarin bigihêjine Xwedê. Domana yekem ew e ku, mirov xwe ji hemû zewqan dûr bike û fêrî tunebûnê dibe. Domana duyem de, mirov digihêje zelaliya tebatî/pasîfiyê. Di domana sêyem de jî, yekîtî heye. Di van hemû domanan de jî, rêzan dil e.>

Wekî tê zanîn, li gorî baweriya ola îslamê jî: xwedê, mirovan wekî xwe afirandî ye.  Çavkaniya vê baweriyê hedîs in û hemû ekolên misilmaniyê, vê yekê li gorî baweriyên xwe rave kirine.

Li gorî baweriyên <Mutezîliyan>: Xwedê kûllî (seranser) aqil e. Xwedîaqilbûna mirovan jî, ji vê yekê tê û encama vê yekê ye.

Li gorî baweriya Hallacvan jî: <Mirov, dişibe Xwedê. Lewra, hemû rûçikên xwedê li cem mirovan jî hene. Xwedê zanist e, aqil e, hêz û dilîn e. Efûkirin e, pîrozî û delalî ye û rewnak e. Mirov jî, xwediyê van rûçikan in; bes ku çavê dilê xwe vekin. Belam, mirov ancax di helwistekê pisporiyê de dikarin bigihêjin van rûçikan.>

Pirsgirêkeke felsefeya Îslamê yeka din jî, çarenûs e. Bawerî yan nebaweriya çarenûsê, ji aliyê ekolên misilmaniyê ve, bi awayên cihêreng hatiye guftegoyî kirin.

Di ola îslamê de, li gorî tevgera Cebriye: <Li vê dinyayê; hemû tevgerên mirovan ji aliyê Xwedê ve hatine destnîşankirin.>

Tevgera Mutezîle jî, li hember vê angaştê radibe. Lewra li gorî wan jî, angaşteke wiha; rê li berpirsiyariyê dadi de û rola aqil jî li derve dihêle. Li gorî Mutezîliyan; semaxa mirov azad e û mirov, bi alikariya aqil dikare başî û xirabiyê ji hevdu veqetîne û çarenûsa xwe destnîşan bike. Belam <ehlî sinetê>, di navbera Mutezîle û Cebriye de navînrêyêkê dişopînin.

Di bûyêra Hallacvan de jî, ji ber ku Hallacvan xwe bi Xwedê re dike yek (ne ku yek dibîne); yan bi Xwedê re di yekbûnekê de ye; ev dîtin wî dike perçeyekê Xwedê û wî nêzîkê tevgera Cebriye dike. Encax Hallacvan, dil û hesta eşqê dixe nav çarenûsê û bi vê yekê re jî, ji wî xwedayê ku mirov jê ditirse dûr dibe. Dawîn, çarenûsa mirov di nava dilînê de dihelîne.

Pirsgirêka hikmeta afirandinê jî, babeteke

sereke ya felsefeya îslamê ye.

Li gorî Îmamiye: Xwedê, cara pêşîn ronahiya Hz. Muhammed afirandiye.

Li gorî Nuseyriyan jî: Ronahiya Hz. Muhammed, veguheriya ye ronahiya gerdûnî. Piştra jî, sitêrk çêbû ne.

Li gorî Durzuyan: Xwedê beriya her tiştî, aqlê gerdûnî afirandiye.

Li gorî baweriya Hallacvan jî: <Beriya her tiştî Xwedê, ronahiyê û piştra, giyanê û nefsê afirandî ye. Piştî hemûyan navan, reng, tam, bêhn, dem û war aniye gerdûnê. Ji bo takêşîkirinê jî; nakokiyên ronahî/tarî û tevger/bêtevgerî û hebûn/tunebûnê afirandî ye. Xwedê, xezîneyeke veşartî ye. Mirov, rasterast nikare wî binase. Mirov, ancax dikare rûçikên wî binase. Yên diparêze û yên efû dike jî, ew e.>

Di dawiyê de bi tawana bêolî û bi Xwedê re yek dîtinê, (ku berê Hallacvan gotibû, <ez heq im, ez heqîqet im, ango, ez xwedê me> biryara kuştina Hallacvan tê girtin. Di 26 adara 922 ê de (mîladî) wî teslîmê celadê wî dikin.

    Li gorî zanayiyan: Hazar (1000) qirbacan lêdane. Piştra destekî wî û lingekî wî, dûre dest û lingên din jê kirine. Tê gotin ku dema serê wî jê kirine, di laşê wî de hê jî rih hebû ye. Laşê wî, bi çarmixê ve hatiye girêdan. Piştî çarmixê, laşê wî bi petrolê hatiye şewitandin û xweliya wî li çemê Dicleyê belav kirine. Serê wî yê jêkirî, wiha du rojan bi dîrekekî ve maye. Piştra, serê wî yên jêkirî li bajarê Horasanê di nava gel de hatiye gerandin. Di dema biryara kuştinê de jî Hallacvan wiha gotiye: <xwîna min, ji we re haram e.  Ez di riya Xwedê û îmanê de me û baweriya min jî îslam e.>

Ali Gurdilî 

[email protected] 

22.11.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Pêveker: hallacvan mirin

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      70
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60