dem: 11.11.2017 19:17 xwendin: 107

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne.

Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina metodeke nû pêk anîn, metoda nû dikare şaneyên kevn û bixesar ji nû ve vejîne. Lêkolîner şaneyên bixesar û kevn bi madeyeke kîmyayî tedawî kirine û çend saet li pey tedawiyê şaneyên bixesar û kevn destpê perçebûnê kirine. Tiştê balkêş ya vê lêkolînê ev e ku: madeya “resveratrol” ya ji bo ji nû vejandina şaneyên bixesar û kevn bikar anîne, di şeraba sor û çîkolatayê de jî heye

Lêkolîna nû weke xebatên berê yên li ser kalbûn/pîrbûnê diyar dike ku bi kalbûn/pîrbûnê re gav bi gav û li peyhev hin şane jî çalakiya xwe wenda dikin. Lêkolînerên ji zanîngeha Exeter û Brighton bi xebata xwe vedîtin ku genên, çalakiya xwe wenda kirine, dikarin bi madeyeke kîmyayî dîsa vegerin li ser rewşa xwe yê berê, bi gotineke dikin dîsa destpê çalakiyê dikin.

Madeya resveratrol madeyeke kîmyayî ye û di şereba sor, çîkolata, tirî û pêşikê de heye. Piştî bikar anîna wê madeyê şaneyên bixesar û kevn perçe-perçe û telomera şaneyên bixesar û kevn dirêj bûne. Telomer di dawiya kromozoma DNAyê de dihêt dîtin û karê telomerê jî parastina kromozomê ye ku jê re “devikên parastinê” jî dihêt gotin. Dema meriv kal/pîr dibe, devikên parastinê jî kurt dibin. Lêkolîner bihêvî ne ku metoda nû rê li ber terapiyên nû yên kalbûn/pîrbûnê û nexweşiyên dejeneratîf vebike.

Mirovên kal û pîr zû bi zû nexweş dikevin û sebeba sereke ya nexweşiyên kal û pîran jî ev e; raçînka mirovên kal û pîr, şaneyên bixesar û kevn berhev dikin û vedişêrin. Genê bi navê “splicing” dikare rê li ber kombûna şaneyên bixesar û kevn bigire, lê genê “splicing” di laşê kal û pîran de hema-hema qet çalak nîne. Lêkolînên berê jî diyar kiribûn ku şaneyên bixesar û kevn yên di lebatên kal û pîran de dihêt dîtin, genê “splicing” pirr kêm bûye. Bi madeya resveratrol ji nû vejandina û zêdekirina genên splicing pêk dihêt.

Çavkanî: The Independent

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya Huntingtonê Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Dermanê Nexweşiya ..

15.12.2017 20:09    Metîn Eser

Komeke lêkolînerên Brîtanyayî di xebata xwe de biserketin û dermanê nexweşiya Huntingtonê vedîtin. Heya vê gavê dermanê nexweşiya Huntingtonê tune bû û dermankirina nexweşiyê jî ne pêkan bû. Huntington nexweşiyeke ir..

Bixwîne
      72
Vedîtina Fosîla Ajaleke Nenas Pêkhat
Zanistî

Vedîtina Fosîla Ajaleke Nen..

11.12.2017 19:17    Metîn Eser

Li Awistralyayê vedîtina fosîla ajalê ku 19 mîlyon sal berê jiya ye, pêk hat. Fosîla vedîtî yê ajaleke bikîsik û cureyeke nû ya ji malbata humbaniyan e. Cureyê nû bi qasî şêrê ji serdema me mezin e. Vedîtina fo..

Bixwîne
      91
Xebatên Li Ser Gorên Nû yên Ji Serdema Antîk
Zanistî

Xebatên Li Ser Gorên Nû yên..

10.12.2017 15:10    Metîn Eser

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivî..

Bixwîne
      60