xwendin: 5680

Ji bo Raya giştî

Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd hîna di asta avabûnê de ye. Înîsiyatîf li ser kîjan bingehan ava bûye di belavoka 1 ê Adarê hatiye dazanîn.

Di belavokê de hatiye ragihandin ku li welatê me rûxandineka hovane tê jiyandin û li himber vê rûxandinê em nikarin bêdeng bimînin.

Di belavokê de armanca Înîsiyatîfê wekî “Bidawî anîna hebûna desthilatiya serdestên dagirker yên Tirk “Ereb û Fars li ser welatê me” hatibû derbirîn.

Di vê çarçoweyê de nêrînên beşdarên vê belavokê, nêrînên olî, hizrê wan yê cîhanî, hilbijartinên wan yê siyasî wekî dewlemendî hatibû dîtin û hatibû gotin, “Herkesê li himber civakê, mirovatiyê tawan ne kiribe” dikare beşdarî înîsiyatîfê bibe.

Dewleta Tirk mafê herî rewa yê gelê Kurd jidest wergirtiye, li xaka Kurdistanê tawanên nijadkujiyê pêk aniye û hêzeke dagirker ya ne rewaye ku hebûna xwe bi sext û zorê li ser Kurdistanê dimeşîne.

Di ola îslamê de, şerê dijî dagirkeran wekî “Ferzî kîfaye” erkeke ji bo hemî misilmanan hatiye dayîn. Cezakirina dagirker û zordestan ne “Qetl” e lê belê wekî perestin- tê dîtin.

Dadweriya netewî, şerê dijî hêzên dagirker wekî girêdana welat û erka welatparêzî dibîne. Ji bo dagirker ji welat bête derxistin û bête cezakirin erk û berpirsiyarî digre ser şanê kesan. Pêkanîna erk û berpirsiyariyên dadwerî wekî “mêrkujî” û “qetil”binav nake.

Dadweriya Navdewletî dijî dagirker û hêzên zordest, berxwedanê rewa dibîne. Ev rewş di “Dazanîna Cîhanî ya Mafê Mirovan” ya Neteweyên Yekgirtî de beriya bi 70 salî bo cîhanê hatiye ragihandin.

Di nava mirovên cîhanê de û di nava civakê de, lêdana dagirker û zordestan, ji welêt avêtin û bera wan dayin wekî Qehremanî hatiye binavkirin. Qehremanên Netewî ew kesin yên vî karî bicih tînin.

Li gel van rewşê dadwerî, li gorî sedemên bextê mirovî, li gorî çarçeweya nirxên humanîst şirovekirina vê rewşê û hilgirtina dest ne helwestekî raste.

Ibrahîm Seydiyanî ku di dema avabûnê de navê xwe li jêr belavokê dabû û di civîna Brukselê de axaftinek kiribû, dihunê bi parvekirina di torbendên civakî de, ji bo Polîsên jin yên li Midyadê hatî kuştin, gotinên ku “ Kujeran mêrkuj û qatîl, polîs jî wekî bêsûc” bide nîşandan derbirîn. Înîsiyatîf li ser pîvanên dadwerî yên xwezayî û bextê mirovatiyê ava bûye. Peyv û çalekiyên van nirxana piştdest dikin bi tu rengî û di tu mercî de napejirîne. Parestina nijadperestiyê, nijadkujiyê û dagirkeriyê bi aliyê azadiya hizir ve nayête dîtin. Û li gorî vêya navê kesên xwedan van nêzîkatiyan jî yekser ji nav xwe derdixîne.

Armanc, Pîvan û Felsefeya Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê pir zelal û vekiriye. Ev pîvanana di belavoka yekem de hatine derbirîn. Tu gotin, çalekî û derbirînên tu kesî yên derveyî vêya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê girê nade.

Silav û rêz
Koma Kar û Peynwendiyê ya Ewrûpa

JUNE 9, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      58
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84