dem: 25.03.2017 23:59 xwendin: 448

Ji bo Medyayê û Raya Giştî

Partiya AKP, bi boneya dengdana 16 ê Nîsanê, ji bo Mîtînga li Amedê pêk bê Reklamek darve kir û di vo reklamê de ew wêrekî nîşan dan Şêx Seîd û hevlên wî wekî amûr bikar anîn. Ew panqarta ji aliyê serokatiya şaredariya Amedê ya Partiya AKP ve hatî daleqandin bû sedem ku ji aliyê civaka Kurda ve hêrseke mezin bête pêşandan. Di encam de him Navenda Giştî ya AKP ê him Şaredariya Navçeyê bi daxuyaniyeka seyr ragihandin ku bêyî heya wan ev dîmen hatiye pêşandan.

Bi vê boneyê em divê derbibirin ku di holê de fêlbaziyeka siyasî heye. Di hemî dad û baweriyên cîhanê de, tê pejirandin ku tevayî darezandinên li ser mirovên mirî dikevin û namînin. Li gel vêya rêzgirtina ji cendekê mirî re wekî nirxê mirovatiyê tê dîtin. Lê belê Komara Tirkiyê eve 92 salin van nirxên dadwerî û oldarî yên mirovatiyê tune dibîne û wekî siyaseteka fermî ya dewletê jî vêya didomîne.

Bi bihurîna 92 salan ve jî hîna cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nayête zanîn. Partiya AKP jî ya eve 15 sale desthilate di vî alî de neketiye nava tu hewldanan de. Ji aliyê dîtir ve gora Atif Xocayê Iskipî yê ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatibû dardakirin derxistine holê û nîşana wî jî radest kirin. Raya giştî di encama vêya de pir caran ev pir pirsîye. Sedema vê cûdakirinê çiye? Ya rastî tenê yek sedem heye lê naxwazin pêşanî raya giştî bidin. Sedem jî ewe Şêx Seîd û Hevalên wî Kurdin, Atif Xocayê Iskipî Tirke.

Herçend pirî caran ji bo hikumeta Îslamî ya ku eve 15 sale desthilate daxwazî hatibe kirin, bersiv jî nehatiye dayîn. Gora Şêx Seîd û Hevalên wî tête veşartin. Bi dakokî ji vê yekê tê revandin ku li ser bûyerên rû dayî lêkolîneke berfireh bête kirin, arşîv bêne vekirin û Komara Tirkiyê lêbûrîna xwe bixwaze. Partiya desthilat ya bi darvekirina vê qaşo reklamê ve dixwaze tevgereke helxeletandinê li ser gel bimeşîne, eve 15 sale hêza desthilatê bikar tîne. Dema li karê wê tê, qet ji bo xwe derd nabîne da li ser van kesayetan berjewendiyekî siyasî werbigre. Di heman demê de hertim xwestiye pêşî li têgihiştin û fêrbûna Kurdan bigre, bi taybet kesên xwedî ziravbihîstyariya Îslamî xwedî li hejariya ku Kurdan jiyan kirî dernekevin. Lê aşkereye dema cihê wê jî tê li ser van kesayetan berjewendiyeke siyasî jî werdigrin.

Di cih û demeke wisan de ku Kurd li bendê ne cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibranî, Yusuf Ziya Beg, Mele Selîmê Dimilî û kesayetên dîtir yên giring bêne aşkerekirin û ragihandin, Bi rengekî qeşmerî berjewendî wergirtina AKP qet nayête pejirandin.

Wekî ku ev qeşmeriya AKP rê dayiyê de têrê nake, ji aliyê eniya –NA- yê hilbijartinê jî dijî serokên Kurdan zimandirêjî û dijûn destpêkirine.  

Em aşkere bangî raya giştî dikin. Ev qeşmeriya bi devê pergala Kemalîst û AKP tête pêşkeşkirin tu xêra xwe ji tu kesekî re nîne. Bi vê boneyê divê bi lez ji wê bêhişiya ji helwestê nijadperestiyê xwe xwedî dike di demekî kin de rizgarbûn pêk bê, ji bo arîşeya ku sedan sale didome bi hişekî hevbeş çareserî bête dîtin û eve jî dê ji bo herdû civakan xêr bîne.

 

Em dîsan Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibran, Yusuf Zîya Beg, Mele Selîmê Dimilî, Seîdê Nûrsî(Kurdî) û hevalên wan bi rehmet û rêzgirtin bibîr tînin û divên ku siyaseta dijî wan ya zilmê bidawî bibe. Em dixwazin ev bê zanîn, bêrêziya dijî bîranîna wan bête kirin, dê bêrêzî be dijî bîranîna gelê Kurd tevî. Kesê ji xwe û nirxê xwere rêz bigre, divê ji nirxê kesên dîtir re jî rêz bigre.   

 

Rêz ji bo Raya giştî, Medyayê û Gelê me.
Komîteya Kar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê

 

 

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      58
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84