dem: 12.02.2017 15:30 xwendin: 879

Îro Heftsaliya Kurd FM ê ye.

Qonaxeka giring di avakirina projeyên çandî-hunerî û teknîkî de

Îro, 12.02.2010

Beriya 7 salan, radyoya Kurdî ya torê Kurd FM dest bi weşanê kir. Di destpêka weşana Kurd FM de biryar hate girtin ku tenê bi zimanê Kurdî weşan bête kirinê û ev rêk û rêbaz her heta neha jî berdewame. 

Çîroka Kurd FM bi pêşketina teknîkê û pêdiviya çand,huner û muzîka Kurdî di nava teknîka nû de destpê kir. 

Bi ked û derfetên darayî yên teng bingehê projeyeke temendirêj û ewhinde jî hêja û giring hate avêtin. 

 

KURDFM APPA YEKEM YA KURDÎ YA IOS Ê YE.

 

Meha Gulana 2010 ê Kurdfm wekî bernameya telefonên desta bi pergala ios an ku Apple hate amadekirin. Wê demê derveyî KurdFM tu bernameyên dîtir yên Kurdî nebûn. 

 

Di nava 3 mehan de 120 hezar kesî ji gelek deverên cîhanê Kurd FM daxistin telefonên xwe. Berbi dawiya sala 2010 ê ve hejmara kesên KurdFM daxistî geha 250 hezar kesî. 

 

Bi zêdebûna Iphonan di destê Kurdan de, Kurd FM jî bêhtir kete berîka Kurdan de. Di nava van 7 salan de nêzîkî 1.5 milyon kesî KurdFM daxistiye telefonên xwe. 

 

KURD FM MERQEYEKE FERMÎ YA KURDÎ, CÎHANÎ YE. 

 

KurdFM sala 2010 ê wekî merqe di warê navnetewî de hate tomarkirin. 

 

Bi navê Kurd FM arîkariya gelek projeyên çandî hate kirinê. Her weha gelek konser hatine lidarxistin. 

 

Radyoya Kurd FM wekî Dengê hunera Kurdî di torbendên civakî, malperên radyoyan, gelek platformên dîtir yên internetê de cih girt û bê rawestan ji aliyê milyonan guhdar ve hate guhdarkirin. 

 

KurdFM ji aliyê berpirsê Hêvî Group Agirî Soran ve hate vekirin. Bi arîkariya Renas mîran, Jenerîkên ku wî amadekirî, dengê Dîlan Xoşnav û Brusk Cûdî ve hate naskirin. 

Bi kar û arîkariya Cûma, Ciwan Zagros, Eyup Demir, Îsa Alakir karên xwe berdewam kir. 

 

Bi pergala xwe ya daxwaziyan ve Kurd FM hertim li gorî dil û xwesteka guhdaran weşiya. 

Bi dehan kargehên civakî li sitenbolê muzikên Kurdî bi rêka Kurd FM ê bi mişteriyên xwe dane guhdarkirin, bi dehan malper rasterast bi KurdFM ê malpera xwe zindî kirin, di gelek bernameyên radyoya yên cîhanî de KurdFM cih girt. 

Ji Çînê, Viyetnamê, Japonyayê hetanî, Kazaxistan, Ukraina û anîskên dî yên cihanê daxwaziya sitranan ji guhdaran hat û hatine weşandin. 

 

 

Wekî zarokekî pêgihiştî KurdFM di 7 saliya xwe de êdî bi berdewamiyeka nemir û pergala nû ve dîsan bi we mirovên Kurd re ye. 

 

Wekî mizgîniya 7 saliya xwe bi navê koma Kurd FM xizmetkarên çanda Kurdî em dê radyoyeka dewlemend, hesan û berkeftî raveyî we bikin. 

 

Di nava heftiyekê de êdî KurdFM bi her aliyê xwe ve nûbûyî dê li ber destê we be, di telefonên we de be. 

 

Kurd FM êdî dê bibe 6 radyo. 

Di nava yek bernameyê de gelek radyo dê hebin. 

- Kurd FM 

- Kurd FM dengbêj

- Kurd FM Zarok

- Kurd FM Soranî

- Kurd FM Dimilî

- Kurd FM Pop

 

Êdî herkes bi her awayî dê karibe ji KurdFM sud wergire .

 

Bernameya ios û Andoridê nû têne çêkirin. 

Di nava bernameyê de beşa herî giring beşa gotubêj an ku ya Chat ê ye. Êdî guhdarên KurdFm him dê karibin radyo guhdsr bikin, him jî dê karibin ji hevûdu re binivîsin. 

Armanca me ewe Kurd FM bibe torbendeke civakî ya pir û kal, Zarok û ciwan, keç û jinên Kurd.

 

Ji bo vê yekê jî em sipasiya li koma avakerê projeya dawiyê Xêro Mîrza, Eyup Demir û Agirî Soran dikin. 

 

 

Koma Kar û Projeyên nûjen 

Hêvî Group

Tevlîker

Agiri Soran
Agiri Soran

Sala 1976 ê li gundê Qesirbelekê serbi Nisêbînê ve hatiye dinê. Deh salan di nav şerê çekdarî de cî girtiye. Ji sala 2002 yê û pêve gelik proje û karên Kurdewarî bi çend hevalên xwe ve pêş xistine. Karên wekî Hêvî Group, KurdFm, Ezuem, Rewanbêj, Kovara Dîwar û hwd. Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84