dem: 16.01.2017 15:14 xwendin: 894

ÎRK; Nivîskarê Kurd divê serbest bête berdan

 

Nivîskarê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Kermanşa, Jiyar Cihanferd û endezyar Hesen Baledeh eve du heftî ne ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirkiyê ve, li bajarê Bakurê Kurdistanê Mêrdînê hatine desteserkirin.

Jiyar Cihanferd nivîskarekî Kurde û xwedan pirtûkên wan pirtûkane bi navê – “Efsaneyî Welatî Medya” ku ji 7 beşepirtûk pêk tê, “Hermanêg le bê dengî” – 4 beşepirtûk, “Navnamey Manişt”. Cihanferd di heman demê de xwedanê malpera 'Jiyar Kurd’ e. Jiyar Cihanferd wekî wergêr jî tê nasîn. Bi taybet jî karên wî yên li ser Kurdên Yaresanê balê dikşînin.

Endezyar li gel nivîskarê Kurd hatî desteserkirin Hesen Baledeh jî dixwest perwerdeya xwe li Zankoya Artuklu ya Mêrdînê berdewam bike.

Cihanferd û Baledeh piştî dema 03.01.2017 ê li Mêrdînê hatine desteserkirin hetanî çar rojan ci cîhana derve hatin qutkirin û ne karîn peywendî bi kesekî re deynin.

Ev desteserî û girtina Kurdên parçeyên dîtir yên hatî bakurê Kurdistanê ji bo karê wêjeyî û çandî dide pêşandan ku dewleta Tirkiyê bi tu rengî pêşveçûna gelê Kurd û ciwanê Kurd, çand û hunera Kurdî na pejirîne û nerazîbûna xwe jî bi van bûyeran aşkere pêşan dide.

Em vê bûyera ne rewa û ji bêdad şermezar dikin û daxwaz dikin di demekî kin de Nivîskarê Kurd Cihanferd û çalakvanê çandî Baledeh bêne azadkirin. Di heman demê de em hêvîdarin sazî û dezgehên sivîl yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bêhtir pey bûyerê bikevin û bala xwe bidin ser.

 

Komîteya Amadekariyê ya ÎRK

16.01.2017

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      183
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      159
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      228