dem: 22.09.2017 20:06 xwendin: 782

İRK: KURDİSTANA SERBİXWE MAFÊ GELÊ ME YE!

İRK: KURDİSTANA SERBİXWE MAF E!

Gelê Kurd, di tarîya mejuyê da wek netew tuşî her cûre êş û azarî bûye, xaka wê ji layê dagirkeran ve hatiyê dagirkirin û talankirin. Ji layê sosyolojik, demografik û kulturî ve hatiye têkdan. Ev ro gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê vê çarenûsa kambax binbir dike.

Ev mafê Referanduma Serxwebuna Netewa Kurd piştî renc û berxwedaneka payebilind hatiye bidestxistin. Piştgirîdana vê pengava mezin helbet dê hemû rewşên heyî biguhore. Eve jî damezirandina sîstemeka nûye. Şayane ku ji layê hemû kesan û layan ve bihetê piştevanîkirin.

Ji ber hindê birêz Mesut Barzanî Serokê Herema Kurdistanê ku bi hemû nirx û prensîbên xwe ve rûmet û buhayên Kurdistanî  diparêze û lê dibe xwedan, cihê wî  giranbuhaye û  bilinde. Em bi vê bîr û bawerîyê piştgirîya xwe pêşkêşî rezdarê Serok Barzanî dikin.

Şer û givaştinên kû ji layê hindek dewletên serekî dihêne kirin, li dijî qanûna nawnetewîye. Gelê Başûrê Kurdistanê dixwaze roja 25 ê İlonê, ew mafên  xwe  yên rewa  ku ji layê pîverên nawnetewî ve hatîye danan, bi kar bihîne. Ji ber vê yekê, daxwaza me dewleta Emrîkî û hindek dewletên Ewropa ewe, careka dî çavderîya wan helwestên xwe yê beramberî Referanduma kurd bikin.  

Em wekî Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê,  gefedan û hereşêyên dewletên wek Turkiya, İran û İraqê şermezarî dikin û bangawazîya layanên demokrat yên wan welatan dikin da fişarekî bikine ser Hukumeta xwe ji bo destkarîya îrada gelê kurdê cîran nekin. 

Ev pêkhateya ku çendin salin xewn u xeyala gelê Kurde, hêvî dikin ji bo parçên din yên Kurdistanê jî bibe tîjkek u roniyekê bide ser asoya wan, her wesa bibe nexşeyek ji bo Rojavayê Kurdistanê jî.

Em wek İnsîyatîfa Rewşenbîrên Kurdistanê bê dûdilî û bê pirs, bi dil û can li gel Referanduma Kurdistanê ne û bi her awayî berevanîya wê dikin.

ÎNÎSİYATİFA REWŞENBÎRÊN KURDİSTANÊ

22.09.2017

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      55
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      68
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84