xwendin: 4213

Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd…. - İkram Oguz

Di daxuyanîya Komîteya Amadekar ya Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd da ev hevok zêdetir bala min kişand:

„Em ji bo Kurdistaneke Yekpar ketine rê,

Jêr û Jora Kurdistanê jî ya meye.“

Rast e, armanca hemû Kurdên welatperwer Kurdistaneke yekpar û serbixwe ye.

Ji bo vê yekê daxwaz tenê ne bes e.

Îradeyeke xurt

Tevgerek netewî.

Hêz û partîyên Kurd û Kurdistanî pêwîst in.

Ji ber ku rê, rêyekî dûr û direj e.

Di vî rîya dûr û dirêj da merhaleyên kin û nêzîk, astengên kûr û dijwar hene.

Gihîştina encamê ancax ji derbasbûna merhaleyên nêzîkva mimkûn e.

Ji wan merhaleyan yek jî ziman e.

Ziman birîna Kurdan ya herî kûr e.

Qelsîya kurdayetîyê ye.

Ez bawerim kêmasîya rewşenbîrên Kurd ya herî mezin jî ziman e.

Ew kesên ku di vê însîyatîfê da cîh girtine, ez pirranîya wan rû bi rû nasnakim. Mixabin qasî ku wan ji dûrva dişopînim û kiryarên wan dinêrim, pirranîya wan di karên xwe yên di warê rewşenbîrtîyê da zimanê Tirkî bikartînin.

Ev kêmasîyeke mezin e.

Nezanîbûna zimanê zikmakî ji bo kesên ku xwe wek rewşenbîr binavdikin, trajedî ye.

Heger dizanin û dîsa jî zimanê Tirkî bikartînin, wê gavê jî ew trajedî di be komedî.

Divê Rewşenbîrên Kurd, berî her tiştî xwe ji vê yekê xilaskin.

Armanca ku însîyatîfê daye ber xwe, îddîayeke girîng û bi rûmet e.

Mixabin ewqas jî armanceke dûr û dirêj e.

Ji bo damezrandina dewleteke serbixwe û yekpar, hez û partîyên Kurd û Kurdistanî û yekitî hewce ye.

Daxwazên ji bo Kurdistaneke serbixwe û yekpar, daxwazên girîng û bêhempa ne. Ne di demeke kurt da, ne jî bi hêsanî tên cîh. Carcaran bi deh salan, carcaran ji bi sedsalan dikude. Di vî warî da nimûneya herî balkêş Gelê Kurd û dîroka tekoşîna wê ye. Bi sedsalane ku Gelê Kurd ji bo azadî û serxebûna xwe bi tekoşerî şer dike û ber xwe dide. Lê hê jî biserneketîye û negihîştîye armanca xwe.

Ji bo serkeftinê hêz û partî û yekitî jî bi serê xwe tenê ne bes in.

Qasî vê yekê şert û mercên pergala dinê jî muhîm e. Eger pergal li alî we venegere, wê gavê serkeftin û damezrandina dewleteke serbixwe jî nîvco dimîne.

Ev jî qasî hêz û partîyan barê rewşenbîran jî giran dike.

Rewşenbîr bi gotin û nivîsên xwe dikarin perspektîvên nû bidin ber hêz û partîyan û bi wan fikr û ramanên xwe dikarin rîya wan ronî û hêsan bikin.

Ji ber ku çekên hêz û partîyan tiving û top û tank in, çekên rewşenbîran jî pênûs û defter in.

Hêz û partî bi çek û rextên xwe guleyan bikartînin, rewşenbîr jî bi pênûs defteran peyvên ziman bikartînin.

Hêz û partî dewletê damezrînin, rewşenbîr bi moral û ruhîyeta netewî wê dewletê dixemilînin.

Ew bi çi dibe?

Ez bawerim ew jî bi zimanê netewî ve ancak mimkûn e û di şert û mercên îroyîn da çek a gelê Kurd ya herî girîng jî ziman e.

Wek gotina Mîr Bedirxan: „Di tekoşîna gelê bindest da, gelê bindest xwedî sê çek in. Ji wan yek Ol, ya duyemîn Ax, ya sêyemîn jî Ziman e. Heger Ol’a gelê bindest û serdastan yek be, wê gavê çeka olî ji serî da ji holê radibe. Heger Serdest rêvebir û rewşenbîrên gelê bindest ji axa wan dûrbixînin û wan asîmîle bikin, wê demê Ax jî ji dest derdikeve û tenê Ziman dimîne. Dema ku gelê bindest li zimanê xwe xwedî dernekeve û bikarneynê, wê gavê çek û rext jî namîne“.

Ev gotinên mîr Bedirxan, wek encamên zanistî, gotinên rast û dîrokîne. Ji ber ku bi tecrûbeyên salan hatine cêribandin.

Dema ku mirov îro li rewşa gelê Kurd û Kurdistanê dinêre, dibîne ku Gelê Kurd tenê xwedî sîlaheke û ew jî ziman e. Xêncî ziman di navbera Kurd û Tirk û Ecem û Ereban da tu cûdahîyeke din nemaye. Ziman jî îro, roj bi roj ji dest derdikeve û winda dibe.

Gotinên Mîr Bedirxan, qasî rastîya xwe, ewqas jî ji bo hemû Kurdan, bi taybetî jî ji bo rewşenbîr û nivîskaran, wesîyeteke netewî ye. Mixabin xêncî zarok û nebîyên wî, bi pirranî Kurd li vî wesîyetê wî yê dîrokî xwedî derneketin, neanîn cîh.

Zarok û nebîyên wî jî dikarîbûn hêz û partîyên sîyasî saz bikin û serokatîya wan bidomînin. Lê ew li pê şopa ziman ketin û ji bo bikaranîn û pêşveçûna ziman xebitîn, di vî warî da jîyana xwe ji dest dan.

Ez bawerim heger ku îro Mîr Bedirxan bijîya, wê ji me hemûyan ra wuha bigota, „Ji bo gihîştina armancên xwe yên kûr û dûr, berê dest bi yên nêzik bikin û wan bînin cîh. Bi vê yekê hûnê çeka xilasbûn û serxwebûnê xurt, armancên xwe yên dûr û kûr jî nêzik û hêsan bikin…“

Belê xebata ji bo yekitîyeke netewî û damezrandina dewleteke serbixwe, bi deh salan, heta bi sed salan dikude. Lê ji bo bikaranîna ziman şeş meh û hewldaneke bi ruhê kurdayetîyê tenê bes e.

Werin em biryara xwe ya yekemîn di vî warî da bidin û li pişt vê biryara xwe bisekinin.

Rewşenbîr, ancax bi zimanê xwe yên netew dibin Rewşenbîrên Kurd.

Ji îro ve karên xwe yên rewşenbîrî bi Kurdî bikarbînin.

Bi Kurdî bifikirin…

Bi Kurdî biaxifin…

Bi Kurdî bixwînin…

Bi Kurdî binivîsînin…

Heger ku Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd, ev armanca nêzîk bide ber xwe û di vî warî da biserkeve, wê gavê dikare rola xwe ya ji bo avêtina hîmê dewleteke serbixwe û yekpar jî bîne cîh…

Bi vî bîr û bawerîyê ji Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd ra serkeftinê dixwazim…

İkram Oguz

01.05.2016

MAY 3, 2016

Tevlîker

Hejarê Şamil
Hejarê Şamil

 Rojnamevan, endamê ÎRK  Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      59
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      69
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84