dem: 11.10.2017 02:49 xwendin: 52

Huner û Felsefeya Hunerê

Huner û Felsefeya Hunerê

     Felsefe çawa ku li heyîn, ol, ehlaq, sîyaset, zanayî, zanist û hwd. vedikole û dixwaze ku bizanibe ka çavkaniya wan ji kû tên, çi ne û çawa ne, wiha jî dixwaze bizanibe ka huner çi ye, ciwannasî (estetîk) çi ye, berhema hunerî çi ye? Ji bo vê hindê jî, em di felsefeya hunerê de rastê têgehên huner, berhema hunerî, delalî (spehîtî), têkiliya rastî û xweşî û gewreyê tên û felsefe li wan têgehan vedikole, wan dide nasandin û dixwaze ku fêr bibe, ka darazên hevpar yên estetîk hene, yan na gelo?

Helbet, beriya ku hindek guftegoy pêk werin û mirov bikaribe têbigihêje raman yan encamekî, pêwist e di wê babetê de mirov xwediyê hindek zanayiyan be. Ka delal çi ye, em ê têliliya spehîtî û rastiyê çawa bi nav bikin, têkiliyên di navbera wan de têkîliyên çawa ne û hindek zanayiyên din. Ango, beriya her tiştî divê mirov xwe bigihîne hindek pênaseyên (danasînên) rast û dirust.

Bi vê baweriyê, di destpêkê de min jî xwest berê her tiştî ez hindek têgehên felsefeya hunerê û ciwannasiyê (estetîkê) bidim nasandin û ger pêwist be wan pênase wan bidim, da ku em bikaribin li ser zemîneke (bingehekî) xebatên xwe xurt û berfireh bikin.

Mijar û Pênaseya Ciwannasiyê  

Ciwannasî (estetîk), di sedsala 18 an de ji aliyê A. G. Baumgarten ve hatiye damezrandin. Peyva <estetîkê> ji peyva <aisthesis> a yewnanî tê û wateya wê <têgihîna (bîrbîrî, îdraq) sehekî> ye û mijarên wê jî, zanayiyên têgihîna sehekî ne. Li zanayiyên têgihîna sehekî vedikole û dixwaze ku fam bike, ka ew ji kû derê tên? Lê mirov dikare bibêje ku estetîk, ne li hemû zanayiyên têgihîna sehekî, lê bi tenê li zanayiya bûyera spehîtiyê (delaliyê, bedewiyê) digere. 

Dîsa di sedsala 18 an de Immanuel Kant, estetîkê wekî <zanista delkên hestyariyê> daye nasandin. Spehîtiya ku babeta estetîkê ye, ne tenê ew spehîtiya hunerî ye. Hemû spehîtiyên ku di xwezayê de hene mijarên estetîkê ne, ji lewma jî; ji vê felsefeyê re, <felsefeya spehîtiyê/delaliyê> tê gotin.

Ji Platon bigirin heta Hegel, dema ku mirovî li dîroka felsefeyê mêze dike, mirov dibîne ku di bingeha nêrînên estetîkî de têgeha 'spehî' û 'spehîtiyê' heye. Ji şaxê felsefeyê ya ku li spehiyê (delaliyê) dipirse û vedikole re, Ciwannasî (Estetîk) tê gotin.

Felsefeya ku li hunerê û berhema hunerî dipirse, vedikole û ji bo hunermendan pîvanên nîrxandinê tîne re jî, 'Felsefeya Hunerê' tê gotin. Ango, ciwannasî (estetîk) û felsefeya hunerê, ne di heman wateyê de ne. Lê carinan di hindek axaftinên mirovan de, em dibînin ku di heman wateyê de têne bikaranîn. Lê ew gotin, bikaranîneke çewt e. Lewra, ne heman tişt in. Wekî mînakekî: Spehîtiyeka di xwezayê de, em bibêjin Geliyê Elî Beg, dikare bibe mijara estetîkê. Belam, helbesteka helbestvanekê û romaneka nivîskarekê, encax dikare bibe mijara felsefeya hunerê.

Pênaseya Hunerê 

Bi awayekî estetîkî û bi şeklên (awayên) cihêreng; îfadekirina hest, raman, pêşnûma yan jî spehîtiyê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî ye. Mesela wêneyeke wênesazekê, helbesteke helbestvanekê, romaneka nivîskarekê bûyera hunerî ye. Em dibînin ku di jiyana rojane de huner, wekî karekî pêzaniyê (hostetiyê) tê fikirîn.

Di vê wateyê de huner, bi hostetî û bi marîfet, pêkanîna kar yan xebatekî û bi vî awayî afirandina hilberekê ye ku bi ecibandineke tê pêşwazîkirin. Di felsefeya hunerê de pirsa: <gelo hunermend berhema xwe çawa pêk tîne?>  tê pirsîn û ji bo vê pirsê jî, bersivên cihêreng têne dayîn. 

1- Hunera Bi Awayê Texlîdî <Huner Texlîd e.>

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê huner, bi texlîda hunermend tê pêkanîn. Hunermend tiştekî ku dibîne, yan jî rasteqîniyeke texlîd dike. Di serdema pêşîn de Platon û Arîstoteles, ji hunerê re gotine <mîmesîs> ango, texlîd. Huner, di encama texlîdkirina hunermend de dertê holê. Li gor bîr û baweriya Platon, tiştê ku resen e (esas e, bingehîn e) îdea ne. Dinyaya ku em têde dijîn jî, dengvedan, sîh û kopîyeka (jêgirtineka) îdeaya ye. Li gor Platon hunermend divê tiştên xwiyakirî bibîne, ji wan tiştên xwiyakirî derbasî îdeayan bibe û wan texlîd bike ku îdea mînakên yekemîn yên nesneyan in.

Li gor Arîstoteles jî, hunermend xwezayê texlîd dikin, ew texlîdkar in. Hunermend dikare herdem rasterast xwezayê texlîd bike û dikare li gor awira xwe jî wê vebiguhezîne.

Dîsa Arîstoteles dibêje ku li gor awayê texlîdkirina tiştan, mirov dikare hunerê bike lod jî.

2- Hunera bi awayê afirandinê <Huner afirandin e.>

Li gor vê nêzîkayîtêdanê, huner xebata lêgerîna baş, xweş û tekûzê ye. Di xwiyakirina xwezayê de tekûzî tune û hunermend jî nikare bi alîkariya xwezayê yên tekûz biafirîne. Hunermend bi tenê, bi alîkariya bikaranîna hêza xwe ya xeyalî dikare yên îdeal biafirîne û ji xwe babeta hunerê jî, yên îdeal in. Li gor bîr û baweriya Benedetto Croce, huner afirandin e û naşibe tu xebatên mirovî yên din. Çimku huner, çalakiyeke azad e. Ev çalakiya azad jî, tê wateya serxwebûna takekesîtiyê (ferdîtiyê).

3- Hunera bi awayê leyîstikê <Huner leyîstik e.>

Li gor vê nêzîkayîtêdanê huner, leyîstik e û ew gelekî dişibin hevdu. Armanca hunerê û ya leyîstikê jî, di nava (hilika) xwe de ye. Herdu jî ne li pey berjewendiyeke ne. Herdu jî mirovî ji tengasî û acizbûnên (sitresên) rojane rizgar dikin û ber bi dinyaya azad ve dibin. Ev raman ji aliyê ramanwerê alman F. Schiller ve tê parastin. Li gor ramana Schiller; 'mirov heta ku dileyîze, mirov e.'

Di peyva leyîstikê de, qesda wî huner e. Lewra herdu jî mirovan, ber bi azadiyê ve dibin.

Pênaseya Berhema Hunerî

Afirandina hunermend e, hunermend ji xwe (ji dil, bîr û baweriya xwe) form û spehîtiyeke dayê, ku babeta nîrxandina estetîkî ye. Madeya hunermend ya ku di dema pêkanînê de bikartîne, ji bo peykertraş mermer, tunc yan jî cas (cils, alçî) e. Ji bo muzîkvanekê deng e, ji bo wênesazekê reng, kaxiz û pênûs in. Hunermend wan madeyan bikar tîne û wateyeke dide wan, di dawiyê de dibin xwediyê weteyeke û bi berhema hunerî tênê binavkirin. Bi saya afirandina hunermend; mermer dibe peykereke Musa, reng û boyax dibin wêneyek û deng jî, wekî besteyên Şivan Perwer dertêne pêşiya me.

Taybetmendiyên Berhema Hunerî

1- Berhema hunerî encama çalakiya/xebata mirovî, ya bibîr û biarmanc e. 

2- Berhema hunerî, zewqeka estetîkî û kelecanê dide mirovî. Ango, em nikarin bi tu awayî li bendê bin ku di jiyana me ya rojane de berhema hunerî bi kêrî tiştekî were. Ji bilî vê yekê, berhema hunerî ji bo armancên sîyasî û exlaqî jî, nikarin werin bikaranîn.

3- Berhema hunerî kit û tekan e. Bi gotineka din, orjînal/xweser e. Wesfa wê ya herî mezin ya ku mirov bi saya wê dikare wê ji nesne/hilberên din yên mirovî veqetîne, xweseriya wê ye. Heke Ehmedê Xanî tunebûya dê Mem û Zîn yan jî Nûbihar, yan jî Shakespeare tunebûna wê Macbeth jî tunebûya.

4- Her berhema hunerî, bi heyîneke ku heye re têkildar e. Heyîneke ku kifş/diyar e vedibêje, ji wê heyînê perçeyekê radixe holê.

5- Her berhema hunerî hilbera ked, dem û zehmetiyeke dirêj e. Ji ber vê çendê jî, ji bo ku ew bibe xwediyê wateyekê, li hember wê jî divê heyîneke ku jê hez bike yan jî jê zewq bigre, hebe.

Têgehên Bingehîn yên Estetîkê (Ciwannasiyê)

Afirandin yan jî têgihiştina berhemeke hunerî, li cem me rê li xweşikiya estetîk (kêfa, heza estetîk), keyfxweşiya estetîk û li kelecana estetîk vedike. Heyîna ku ji van hest û kelecanan dibihîse, hîs dike; kirdeya (subjeya) estetîk e û jê re, kirdeya estetîk tê gotin.

Ji çavkaniya ku rê li xweşiya estetîk vedike, ku çavkaniya hesta ecibandinê ye jî; spehîtî yan jî, spehiya (delala) estetîk tê gotin. Ji wê nesneya ku xwediyê nîrxa delaliyê ye re, nesneya estetîk tê gotin. Ji aliyê kirdeya estetîk ve bi awayekî erênî yan jî neyînî, nirxandina nesneya estetîkê (kirdeya estetîk dikare nesneya estetîk delal an jî ar binirxîne) jî, daraza estetîk e. Û jêre, Daraza Estetîk tê gotin.

Pirsgirêkên Bingehîn Yên Ciwannasiyê (Estetîkê)

1- Tiştên ku nesneyên spehî, spehî dikin gelo ew çi ne?

2- Pîvanên ku rê li spehîtiya nesneyan vedikin hene gelo?

3- Gelo spehîtî kirdewar/subjektîv e? Ango ew darazeka kirdeyê ye, yan na? Yan jî spehîtî, beyî kirdeyê (ê ku pê dizane, têdigihijê, fêhma wê dike) jî, bi awayekî serbixwe ji wê nesneyê der diçe yan na?

4- Têkiliya di navbera spehî û rast, spehî û baş de çi ye?

Pirsgirêka Spehîtiyê (Delaliyê)  

Spehî (delal), yek ji wan nîrxên estetîkî ê sereke ye. Spehî, ji hêla estetîkê ve hêja ye. Dîmenek spehî, filîmek spehî, leyîstikek spehî.  Spehîtî hem di xwezayê de û hem jî di hunerê de he ye. Dema ku em dibêjin jineka spehî, dîmenek spehî û dema ku em dibêjin muzîkeke spehî û wêneyeke spehî, wateya spehiya ku em bikar tînin cihêreng e. Di ya yekemîn de delaliya rasteqîniyeka li derveyê mirov tê vegotin û di ya duyemîn de jî, delaliya ku ji layê hest, coşî û bîra hunermend ve hatiye afirandin, tê vegotin. Li gor nêrîna Platon spehîtî, îdea ye. Heyînên ku di cîhana sehekî de ne, çiqasî ku ji îdeayan para xwe werbigirin, hewqasî spehî dibin. 

Arîstoteles jî têgeha spehîtiyê bi pîvanên nesnel şirove dike. Li gor Arîstoteles, tiştê ku ji hêla matematîkî ve xwedîpîvan e, rêk û pêk û hevgirtî ye, ew spehî ye.

Li gor Plotinosî jî spehîtî form e. Ev form, xwe berdide madeyê û yekîtiya xwe dide wê. Delal; di laş de xwiyakirina giyan, di giyanê de xwiyakirina aqil û di aqil de xwiyakirina Xwedê ye. Ango, di heyînên gerdûnî de weke şewqeke dengvedana Xwedê ye. Mirov vê nêrîna Plotinos, li cem Hegel û Schopenhaur jî dibîne. Li gor nêrîna Hegel; spehîtî, xwiyakirina giyana tekez (geîst- Xwedê) e û bi sehekan, tê têgihiştin.

Li cem Schopentaur jî spehîtî, di heyînên gerdûnî de dengvedana îradeya mitleq e, di heyînên cîhanî de rasterast xwenîşandana îradeya mitleq e û bi awayekî eşkere, xwe dane wê ya der e. Li gor Kant jî, spehîtî ew tişt e ku bêmenfeet li xweşê mirov diçe. Tiştekê spehî li xweşê mirovan diçe, lê ev xweşî ne xweşiyeka menfeetperest e. Taybetmendiyeka din jî ya spehîtiyê ew e ku ew li xweşê hemû kesî diçe, ye. 

Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Heqîqetê

Têgeha heqîqetê (rastî) li derveyê heqîqeta mentîqî- bûyerî, di wateya heqîqeta metafizîkî de ye. Rastîya bûyerî- mentîqî, rastiya pêşniyaran tîne zimên. Rastiya (heqîqeta) metafizîkî jî, bi têgihiştina hilika (naveroka) heyînê re têkildar e. Li gor nêrîna Platon spehîtî û rastî, heman tişt in. Li gor nêrîna Plotinos û Hegel jî, spehîtî û rastî heman tişt in. Lê, Kant van herdu têgehan ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Kantî rastî, nirxekî mentiqî- zanistê ye. Ew aîdê warê zanistî ye. Spehî jî, nîrxekî sehekî ye û aîdê warê ciwannasiyê (estetîkê) ye. 

Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Başiyê

Li gor Platon Spehî û baş (qenc, pak, rind, çak), heman tişt in. Spehî, baş e û baş jî spehî ye. Çavkaniya herduyan jî, îdeaya baş e, ku ew jî li gerdûna îdeaya ye. Nivîskarê Urûs Lev Tolstoy jî, ramaneka ku dişibe vê ramanê dipejirîne û dibêje: 'Hunera, ku ehlaqê me xurt neke û bi pêşve nebe, ew ne tu huner e.'

Li gor dijberên vê ramanê jî, divê ehlaq bikeve bin xizmeta hunerê û ji bo spehîtiyê, heke pêwist be divê ehlaq jî were fedakirin. Kant, têgeha spehî û baş, ji hevdu cuda dike û wateyên cihêreng li wan bar dike. Delal, nîrxeke estetîk e û bi hestên me re têkildar e. Baş jî, nîrxeke ehlaqî ye û bi tevgerên me re têkildar e.

Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Xweşiyê

Hinek dilêrînên hunerî, têgeha <spehî> û <xweş> ê, wekehev dibînin. Ji vê nêrînê re <Hedonîzma Estetîk> tê gotin. Li gor vê dilêrînê, spehî ew tişt e ku xweş e û xweşiyê dide mirovan. Lê hemû tiştên xweş, ne spehî ne. Di vê babetê de Kant, têgeha spehî û xweşê, ji hevdu cuda dike û cihêreng dibîne. Kant dibêje; 'xweşdîtin/ecibandin asta şexsî îfade dike, lê spehî ji şexsitiyê xwe rizgar dike û ber bi ecibandineka hevpar ve diqeside.'

Têkiliya Spehî û Gewremendiyê  

Gewremend (berz/bilind) jî, weke spehîtiyê têgeheke (têgîneke) ciwannasiyê ye. Arîstoteles yên ku gewremend (berz) in û yên ku spehî ne, ji hevdu cuda dike. Li gor baweriya Arîstoteles çiyayên bilind, gewre (berz) in û mirov nikare wan bi têgeha spehî biwesfîne. Spehîtî bi nesneyê re têkildar e û darazên bisînor û kifş, îfade dike. Li cem yê spehî rêkûpêkî, hevgirî û aheng, heye. Bi têgeha berz (bilind) re jî, bêsînortiyeke ku ji sînoran derbas dibe û bêdawîtiyek tê derbirîn. Fîlozofekî din ê ku têgeha gewre (berz) û spehiyê ji hevdu cuda kiriye, dîsa ramanwer Kant e.

Pirsgirêka Hebûna Darazên Estetîk Yên Hevpar

Li gor hindek ramanweran, zewq û ecibandinên mirovî, guhêrbar e. Yên ku ji heman muzîkê hez dikin jî, dikarin hunermendên cuda hilbijêrin. Ev yek jî nîşanê me dide, ku darazên estetîk yên hevpar tune nin. Li gor hindek ramanweran jî, di babeta spehîtî yan ne spehîtiya berhemeka hunerî de, hesteka hevpar ya ecibandinê dikare pêk were. Wek mînak: Mirovên ku li tabloya Leonardo Da Vinci ya <Mona Lizayê> mêze dikin, li cem wan hesteka ecibandinê peyda dibe û tabloyê diecibînin.

1- Ramangirên Ku Hebûna Darazên Estetîk Yên Hevpar Napejirînin.

Li gor vê nêrînê, zewqa (eciban) hemû mirovan cihêreng e. Çavkaniya wê zewqê jî, dinya wan ya hundirîn e. Ji ber vê çendê jî, zagoneka ku ji bo hemû mirovan bikaribe bibe pîvana ecibandinê, tune. Her eciban, li gor xwe derbazî/derbasdar e. Û ji ber ku darazên estetîk subjektîf in, darazên estetîk yên hevpar jî tune nin. Ev raman ji aliyê B. Croce ve tê parastin.

Li gor bîr û baweriya Croce: Hunermend berhema xwe ya hunerî bi hêza xwe ya xeyalê û di encama têgihiştin û ferasetekê de diafirîne. Huner û berhema hunerî ji ber ku hilbera bîra hunermend ya resen e û ji wê derê der diçe, ne gengaz e ku di vê xalê de darazên hevpar derkevin holê.

2- Ramangirên Ku Hebûna Darazên Hevpar Dipejirînin.

Fîlozofê sereke yê ku vê ramanê dipejirîne, Arîstoteles e. Li gor Arîstoteles spehîtî; yekîtiya aheng, hevgirî û pîvanê ye. Arîstoteles van têgînan/têgehan, wekî darazên estetîk binav dike. Belam ramanwerê ku bi awayekî sîstematîk hebûna darazên estetîk şirove kiriye, Kant e.

Li gor baweriya Kantî; dema derheqê objeyekê de were gotin ku ew spehî ye, divê ev daraz ne ji bo min tenê, ji bo yên din jî derbasdar be.

Kant wiha dibêje: 'Dema ku ez li filîmekî temaşe bikim û wê spehî bibînim, divê mirovên din jî wê spehî bibînin. Lewra xîmê daraza estetîk, hesta ecibanê/zewqê ye û ev hesta ecibandinê jî, ji hesta estetîk ya hevpar der diçe, ku li cem hemû mirovan heye.'

Herweha ramanwerên Platon, Plotinos, Hegel û Schopenhaur jî, jiber ku spehîtiyê wekî dengvedana heyîna kit û rasteqîn dibînin, ew jî baweriya xwe bi darazên estetîk yên hevpar tînin. Di vê babetê de ramanwer Fechner jî, di lêkolînên xwe de xwestiye ku rastiya vê yekê derxe holê û bizanibe ka darazên estetîk hevpar in yan na?

Fechner, xwestiye ku di vê babetê de xwe bigihîne bingehekê. Ji bo vê yekê jî Fechner li ser şeklên herî zewqdar (xweşik) rawestiya ye û li ser vê yekê ceribandinan pêk aniye. Di lewnên/şeklên cihêreng de, ji mirovan re zerfên nameyan bi rê kiriye û ji wan xwestiye ku ya herî xweşik (zewqdar) hilbijêrînin. Bersivên ku hatine dayîn jî, bi awayekî îstatîstîkî nîrxandiye û xwestiye ku bi vê yekê re xwe bigihîne şeklên herî xweşik yên hevpar.  

Ali Gurdilî

[email protected]

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Pêveker: huner hunernasî

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û fe..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70