dem: 12.03.2017 10:32 xwendin: 796

Hozan Dilgêş ji nav me koç kir

Hozan Dilgêş ji nav me koç kir.

 

Hozanê Kurd, sitranbêjê Kurd ku deqa xwe li çarîka dawî ya sedsala 20 ya Kurdan dayî, derhênerê "Piçûkê canê" "Muxtaro" û 9 kasetên sitrana Hozan dilgêş ji ber nexweşiya şekir eve demeke dirêj bû li nexweşxaneya Bielefeld a Elmanya li ber xwe dida. 

 

Hozanê Kurd Hozan dilgêş mixabin ji nav me koç kir. 

 

Serê gelê Kurd, Civata Ezdîyan û malbata wî sax be. Cihê wî bihuşt be.

 

Komîteya Kar ya Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd. 

Hozan Dilgêş kî ye? 

 

Hozan dilgêş Hunermendekî Kurdê Êzdîye. Di sala 1952 yê de li gundê Fisqînê ya ser bi Nisêbînê ve bûyîye. 

Bi tembûra xwe, sitranên xwe û dengê xwe ji sala 1978 an pê ve bandoreka kur di warê hestên netewî û Kurdewarî de li ser Kurdan kir. 

 

Hozan dilgêş tembûr ji bavê xwe hîn bû. Ji kilasîkên Kurdî bohatî wergirt lê bêhtir sitranên xwe bixwe lêkirin. 

 

Hozan dilgêş ji ber nexweşiya şekir û êşa zirav demeke dirêj li nexweşxaneya Sarbruckena Elmanyayê ma. Paşê ji bo nexweşxana Bielefeldê hate veguheztin. Di dema nexweşxanê de herdû çongên wî hatin jêkirin. Di vê demê de Hozan dilgêş ji mêvanên xwe re dida diyarkirin ku bi dehan sitranên wî yên nû hene, lêbelê ji ber vê nexweşiyê nikarê wan bixwîne. 

 

Hozan dilgêş, xwedanê "Piçûkê canê, "Muxtaro" û 9 kasetên sitrana û bi milyonan hezkirî îro (12.03.2017) ji nav me koç kir.

 

Pêveker: hozan dilgêş ji nav me koç kir

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      57
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      86
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      416