dem: 08.06.2017 20:13 xwendin: 557

Homo Sapiensê Pêşin

Mirovê pêşin, bi navê xwe yê latinî Homo sapiens, ne li Etiyopyayê lê li Fasê jiya bûye. Temenê jêmahiyên bidest xistî li der û dora 350.000 salan e. Şûnwarnas bi vê vedîtina dawîn dîroka mirovahiyê ser û bin kirin. Lewre heya beriya vê vedîtinê koka Homo sapiensê bi qasî 200.000 sal berê li Etiyopyayê dihate zanîn, lêbelê bi xebata nû temenê Homo sapiensê pêşin bi qasî 150.000 sal dirêj bû û koka xwe ji Fasê werdigire.

Jêmahiyên Homo sapiensê pêşin li Fasê, li rojavayê bajarê Marakeşê, di şikeftekê de hatiye dîtin. Hestiyên Homo sapiensê diyar dikin ku Homo sapiense ne bi birûsk vedanê an jî bi gurmîna ewran çêbûne, lê gav bi gav bi peresînê re li tevahiya Afrîkayê belav bûne.

Rûyê Homo sapiensê pêşin weke mirovên hevdem piçûk, çeneyê wî mezin û biriyên wî jî tenik bûye, lêbelê xwediyê kiloxekî tenik û dirêj û di wê kiloxê de jî xwediyê mêjiyeke prîmîtîf bûye. Lêkolîner Hublin wiha dibêje; "Em ji xebata li ser hestiyên Homo sapiensê dibînin ku rûyê wî pirr dişibe rûyê mirovê hevdem. Lêbelê tiştê mirovê pêşin û mirovê hevdem ji hev cuda dike, mêjî û peresîna mêjiyê ye. Heya a niha çîroka çêbûna mirovê pêşin bi qasî 200.000 sal berê û li Etiyopyayê dihate zanîn. Lêbelê bi ya me, li gorî zanyariyên nû, li derûdorên cihêreng yên li Afrîkayê, komên cihêreng yên mirovê pêşin û têkiliya komên cihêreng bi hev re hebûye."

Fosîlên nû li Jebel Irhoudê (Abrar en Ighud), di şikeftekê de hatine dîtin ku di salên şêstî de li wir hin hestiyên din û amûrên Neanderthalerî hatibûn bidest xistin. Bi xebata nû ya di wê şikeftê de pêk hatiye, dehûşeş(16) fosîlên din dihêt dîtin û fosîl yên sê mirovên temen mezin, xort û zarokekî heyşt salî ye.

Çavkanî: De volkskrant

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      119
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      182
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      453