dem: 30.01.2017 15:13 xwendin: 805

Hevoksazî di ser her tiştî ra ye - Mistefa Aydogan

Pirsa hevoksazîyê yek ji wan pirsan e ku divê meriv di warê wergerê da jî derxîne pêş. Ji ber ku wergêr bi piranî ji tunebûna gotinan gazindan dikin û ji ber vê digihêjin qenaetekê ku kurmancî ji bo wergerê pir qels e. Ji xwe, min li jorê diyar kir ku zimanê qels tune ye. Îcar ez dê ji alîyê wî tiştî va li ser vê pirsê bi awayekî din rawestim ku di zimanî da herî bingehî ye û loma ez dê rola hevoksazîyê binivîsim.


Sedema vê pêwîstîyê ew e ku gelek meriv hene ku serên xwe bi hilbijartina gotinan diêşînin û ji wan heye ku di zimanî da tiştê herî bingeh kurmancîbûna gotinan e. Yanî li gor wan, heger wan gotinên bi kurdî bi kar înan, ji alîyê kurmancîbûna nivîsê va, tu mesele namîne. Ji ber vê yekê, hewil didin ku gotineka biyanî jî di nivîsên wan da nehê bikarînan. Ez dixwazim fikirên xwe bi awayekî pir kurt binivîsim û minaqeşeya vê pirsê ya bi awayekî firehtir, ji nivîseka din ra bihêlim.


Di zimanekî da hemû tişt girîng in. Lê di nava van hemû tiştên girîng da, ya herî bingehî, hevoksazî ye; yanî qayîdeyên avahîya hevokên wî zimanî ne, tahma wî zimanî ye, di hevokan da prensîpên pêwendîyên gotinên wî zimanî ne… Heger we hevoka xwe li gor hevoksazîya wî zimanî ava kir, ew dihê wê maneyê ku hûn bi wî zimanî difikirin. Heta ku hûn pêgirîya hevoksazîya wî zimanî bikin, hemû gotinên ku hûn di avakirina hevoka xwe da bi kar biînin, ji zimanekî biyanî hatibin wergirtin jî hevoka we dê hevokeka kurdî be
Ji bo nimûneyê, niha ez dê sê gotinên erebî hilbijêrim û di avakirina hevokekê da bi kar bînim:

Qunbele: bombe

Met’em: aşxane, restorant

Fecirî: teqîya

Nimûne: Qunbele li met’emê fecirî: Bombe li aşxaneyê teqîya.


Tevî her sê gotinên ji zimanê erebî jî ev hevoka me hevokeka kurdî ye.
Ji ber ku pêwendîyên her sê gotinên erebî, ne li gor hevoksazîya zimanê erebî, lê li gor hevoksazîya kurdîya kurmancî hatine danîn.
 

Lê ez dê vê carê gotineka biyanî jî bi kar neînim û ji çend gotinên xwerû kurdî hevokekê ava bikim.


Gotinên ku ez dê bi kar biînim, ev in:

Ez

hez dikim

gelek

ji

karî.

 Hevoka min a nimûne jî weha ye:

Ez hez dikim gelek ji vî karî.


Wekî hûn jî dibînin, hemû gotinên hevoka min bi kurdî ne, lê hevoka min ne hevokeka kurdî ye. Heger ez bi awayekî din bibêjim; her çi qasî malzemeyên wê li fabrîkeyeka kurdî hatine çêkirin û ji dikaneka kurdî hatine kirîn jî hostatîya ku hatiye bikarînan, ne hostatîya kurdî ye. Yanî ev hevok bi gotinên kurdî, lê ne li gor qayîdeyên hevoksazîya kurdîya kurmancî hatiye avakirin û ji ber vê yekê jî ne hevokeka kurdî ye. Bi vê yekê jî baş diyar dibe ku bi gotinên xwerû kurdî bi tenê hevokeka kurdî nahê çêkirin. Divê em hevoksazîyê di ser her tiştî ra bigirin. Lê divê ev nehê wê maneyê ku ez ji bo avakirina hevokan, gotinên biyanî pêşnîyar dikim.


Na! Ez bi xwe ne purîst im, lê ez pir hewil didim ku gotinên xwerû bi kurdî bi kar biînim û heta ku ji min dihê jî ez bi kar diînim. Qesda min bi tenê ew e ku ez ya herî girîng diyar bikim.


Gelek gotinên farsîya ku îroj meriv pê dipeyivin, ji ber sedemên diyar, gotinên erebî ne (qesda min koka wan erebî ye), lê em dîsa jî jê ra dibêjin, farsî.
Ji ber çi? Ji ber ku ew gotinên erebî li gor hevoksazîya farsî bi hevûdin va dihên girêdan û hevokên farsî pêk diînin. Heger gotin elementa herî girîng bûya, îroj divê me tu kesî behsa farsî nekiraya. Ji ber ku farsî ji alîyê gotinên erebî va hema hema hatiye dagirkirin. Lê heta ku di hevokan da hevoksazîya farsî ya taybetî bihê parastin, tu kes dê ji wan hevokan ra nebêje hevokên erebî.

Heger meriv li van nimûneyan binêre; “Hayatta en hakiki mürşit ilimdir“, “Turistik tesisleri“, “Ziraat Bankası“, “İktisadi ve Ticari İlimler Akademisi“, “içtihat kararı“, “Tip Fakültesi“, “haddi hesabı“, “kâr payı“ “istihbarat şefi“, “istihkam sınıfı“, “istişare heyeti“ “kaptan pilot“ “emanete hiyanet” û bi qasî malzemeyên ferhengekê gotinên din…

Gelo kîjan ji wan bi zimanê tirkî ye? Lê kombînezona wan li gor qayîdeyên zimanî tirkî ye. Heger îroj em gotinên almanî û îngilîzî ji zimanê swêdî derbixin, swêdî hema hema dê lal bimînin. Lê di hevokan da pêwendîyên gotinên almanî û îngilîzî wekî yên hevokên her du zimanan çênabin, ew li gor qayîdeyên hevoksazîya swêdîyê, pêwendîyan bi hevûdin ra datînin û bi vî awayî hevokên swêdî çêdikin.


Ji ber vê yekê, ez ji wergêrên zimanê kurd ra dibêjim, wergerînin, gava we hin gotinên zimanên biyanî jî bi kar înan, zêde netirsin! Ji ber ku ya herî girîng ew e; hûn ji mentiqê zimanê kurdî veneqetin, hevoksazîya kurdî biparêzin û nivîsê bixin kirasê kurdî…

Têbînî: Ji wê nivîsa min hatiye wergirtin ku navê wê “Werger hunerek e”
 

Krd.Riataza

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      119
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      182
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      453