dem: 10.06.2017 09:39 xwendin: 602

Helbestên Riyad Elsalih Elhusên bi kurdî

Riyad Elsalih Elhusain (bi Erebî: رياض الصالح الحسين), li 10ê adara 1954, li bajêrê Dir'a yê Sûrî hate dinyayê û li 21ê heyva 11 li 1982 li Şamê koça dawiyê kir.
Tevî temenê xwe yê kurt û ker û laliya xwe, destberdana ji xwandinê ji sedema nexweşiyê, helbesta wî bû xwedî cihekî giring li qada helbesta Erebî de, em dikarin bêjin ku bû şop û rêbazek ji jimareyeke mezin ji helbestvanên Ereb û Erebînivîs re….

Berhemên wî:
-خراب الدورة الدموية
- أساطير يومية
-بسيط كالماء واضح كطلقة مسدس
-وعل في الغابة

 Têbînî: min ev helbest wergerandin kurdî piştî razîbûna kesên nêzîk ji helbestvanê koçkirî Riyad Elsalih Elhusain.


Ew zarok, ew jin

Ew zarokê govareke kevin dixwîne
Hizir dike wê çawa rojê ji nav kincê wê yê spî derxîne
Da yariya şewatê pê re bike
Ew zilamê li nav kincekî tenik de
Hizir dike wê çawa dest bi ser jina revyayî de bigre
Da li pêşber çavê hemû bûneweran yariya evînê pê re bike
Ew jina revyayî weke xîzeke hilû ji nav tiliyên zarokekî
 -Zarokekî govareke kevin dixwîne-
Destan berev rojê dibe
Tiştên xelk/cîhanê lê vedgerîne
Tiştên gelek piçûk
Piçûk in lê ne pûç in
Xanî, devrêk, firoşgeh û birçîtî
Herweha
Helbesteke nivistî li govareke kevin de


 *** 

Pel

Pelekî spî bû
Pelekî spî bû û hew
Evîndaran name li ser ne nivîsabûn
Dewletê yasayek li ser çapnekirbû
Pelekî zelal weke çem
Neketibû nav destekî
Bi tiliyan nehatibû dirandin
Ne nasnameyek e
Ne jî pilêteke belaş e bo serdana zîndanan
Tenê pelekî spî bû
Min da yarê xwe
(ji te hez dikim) li ser nivîsand
Û nikarî min maç bike.


*** 

Hunermend

Bi şevê bi tinê ye
Yan bi roj bi tinê ye
Karî derya û dêmistanê
Gur û berxik
Kujer û kuştî
derbasî çarçoveya rûberekî 3×7 bike
çarçoveyek kevze ji hêl û rengên nenas û balkêş
Bi şevê bi tinê bû
Yan bi roj bi tinê bû
Li tabloya xwe dinêrî û bi dilgiranî hizir dikir:
Pencere zeft girtî ye
Li kolanê tenê toz heye û hew
Çima ez ne karim binivim ne jî bigirîm?!

 

*** 

Descartes,  gûman tê de nîne

Ji kêm ve, dema ez xemgîn bim
Ez qet ne bigûman in
dar bi ser avê dikeve
xwarina pisîkan mişk in
gul li buharan şîn dibin
ez qet gûmanan nakim ji:
kêra goşt hûr dike
barana zuhatiyê av dike
duşema dilteseliyê dibe
weke her kesî
ez bêgûman in ku:
yek komî yek, yeksan du
zeleteyek ji hinek xwê, xeyar, bacan û beqdûnis çêdibe.
Lê  Descartes ê dîn,
Tiştê ez gûmanan jê dikim
Derew û derwek
Avahiyeke li ser avahiyekê
Serguhekî li rexa çem…
Şoreşeke!
  

*** 

Jiyana me ya bextewer

Çûkek dibêje:
Jiyan xweş e
û mirî dikeve ber şekala nêçîrvan

jiyan xweşe
gulek dibêje,
û mirî dikeve nav destê zarokekî spehî

jiyan xweş e
dibêje,
û gullekê berdide serê xwe

jiyan genî ye, dijwar e, kîndar û pûç e
zordar dibêje
û qetek piskêt li devê wî de ye.

*** 

Neyek…

Min dergeh vekir
Ne mêvanek, ne jinek, ne polîsek
Kesek derbas nebû

Min pencere vekirin
Ne ba, ne belatînk, ne straneke rêwendakirî
Tiştek derbas nebû 

Min dilê xwe vekir
Ne çemek, ne gulleyek, ne teyrek
Tiştek derbas nebû

Nuhe, ve ez im
Tenê û girtî me
Hawar dikim:
Were!

*** 

Sibe

Deh hezar sibe
Ji jiyana min a duh derketin
Û hêj ez dibîjim sibe…
Sibe wê ewir were
Dilê min ê çikyayî şil bike
Sibe wê çem tiliyên xwe dirêj bike
Û tîbûna min biqewirîne

"Sibe" dibe "îro"
"Îro" dibe "duh"
Û ez bi hezret li hêviya
Sibeyê nû me

*** 

Şoreşeke piçûk

Piştî bêhneke dî
Li vê odeya reş de
Ez ê şoreşeke piçûk rakim
pertûk, xem û wêneyên kevin bidirînim
Kursiyê li cihê agirgehê deynim
Piştî kêliyeke dî
Ez ê hizra gul û kermozkên daristanan bikim
Hespên li solê de dilerizin
Piştî kurtedemeke dî
Ez ê bi şoreşeke piçûk rabim
Serê xwe li ser balgîv danim
Çavê xwe li xewneke bitirs bigirim
Destê xwe li ser dilê xwe danim
û ji bo Roza Loksimborg bistirîm


*** 

dem\ Maçek

min dît ku zemîn sêgoşeya fireh a bermûda ye
zarok, dar û cuhtkaran dadiqurtîne
paşê, ez têgehiştim ku zemîn girovere
min hizra hebûna hin cihan kir
tê de av tiştekî danaqurtîne
hin cihên pir piçûk
bo nimûne:
zilamek jinekê maç dike
bê li demhijmêra xwe binêre 

*** 

keç/kur

-Ey kurê baş,
Eger te ji min hez nekir
Ez ê te li diya te vegerînim
-ey keça şerxwaz
Eger te ji min hez nekir
Ez ê te li gorê vegerînim
Bi bîra min tê
Li navbera dara leymûnê û serguh de
Di navbera ba û keziyên spî
Di navbera dinanên birçî û goşt de
Di navbera mûzîk û tozê de
Di navbera min û diya min de
Di navbera min û gora min de
Keçeke baş û kurekî şerxwaz hebûn

Pêveker:

Tevlîker

Jaff
Jaff

navê min "Cafer Coqî" lê navê ku ez pê têm naskirin "Jaff" e, ez karê nivîskriyê dikim li aliyê gotar û helbestê de bi herdu zimanên Kurdî û Erebî, li heman demê de ez karê wergêranê dikim û heta nuhe min du pertûk wergerandine kurdî, ew jî: - "dostê min ê kevin" ya nivîser Murad silêman Elo, li 20..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      361
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      326
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      430