dem: 06.09.2017 16:08 xwendin: 322

Helbestên Octavio Baz bi kurdî - wergêran: Jaff

-    Oktaviyo Baz (Octavio  Baz) li 31 adara sala 1914 li Meksîk hatiye dinyayê
-    Helbestvan, siyasetmedar, nivîser û fîlozofekî meksîkî ye
-    Li nozdesaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestê kir
-    Li sala 1990 xelata Nobel bidest xist
-    Li sala 1981 xelata Miguel de Cervantes bidest xist
-    Li 19 nîsana sala 1998 û li temenê 84 saliyê de xatir ji dinyayê xwest

 

Hingavtinek

Destên min 
Perdeyên hebûna te vedikin
Tazîbûneke dî li te dikin,
Laşan ji ser laşê te de tînin,
Destên min
Laşekî dî
Ji laşê te re diafirîne.

*** 

Berbang

Du destên sar û bilez
Tîmarkerên şevê
Yekê li pey yekê dikêşin
Çavên xwe
Rawestiyayî vedikim
Xwe
Li dilê birîneke ter de
dibînim

*** 

Wêne 

Dema tu
Li min dinêrî,
Li xwe dinêrî
Tu

*** 

Li yekê de du

Heyv
Tazî 
dadikeve bîrê
neynik jî
dadikeve
çavê min

*** 

Gundek 

Kevir dem e
Ba
Sedsalên ji "ba" ye
Dar dem e
Mirov kevir in 
Ba xwe li xwe dipêçe û binax dibe
Li rojeke ji keviran 
Av tune ye
Lê kehnî diçirisin

*** 

Kolan 

Kolan sar û dirêj e
Di tariyê de dimeşim, dilkumim û dikevim
Paşê radibim
Bi lingên kore
Pêlî kevirên ker û pelgên zuha dikim
Li pişt min
Kesekî dî jî pêle dike:
Ez sist dibin, ew jî sist dibe
Ez baz didim, ew jî baz dide
Li pişt xwe dinêrim:
Kesek nîne!
Her tişt tarî û bê neqeb e,
Ez geryam û  geryam
Li nav van qulîçkên 
Herdem berev kolanê diçin
Ku tê de
Ne kesek li benda min e
Ne jî kesek li pey min e
Tenê bi pey zilamekî dikevim
Ku dikeve û radibe
û her cara min dibîne
dibêje: kesek nîne!

*** 
 
Çûn û hatin

Bi ketina pêleke kor e
Li te werdibim
Weke pêleke ji nû bûyî
Laşê te xwe dide ber pişta min
Li derve
Ba har dibe û komî hev dibe av
Hemû daristan yek dare bi tinê ye

Bajar 
li nava şevê de melevaniyê dike
zemîn û asîman
û hilkişyaneke bê navber
tuxmên hevgirtî
kerasê rojeke nediyar didirûn

*** 
Kevirek 

Dema ez hatim jiyanê
Jiyana min
Ger û ger
û her dem koçberî bû.
Ji xewnê şiyar bûm
Jiyana min binçavkirin
Heza min rev bû.
Girtîgeha min kevirek e
Ez dîsa razam
Jiyan davek
Kevir hêviyek e

*** 

Payîz 

Ba şiyar dibe
Hizran ji eniya min dimale
û li ruhniya ji neyekî re digernije de
min difetisîne

ev çi ciwaniyeke belav e!
ey payîzê:
li nav destên te yên sar de
cîhan gur dibe

*** 

Dîdevanê gora helbestvanekî

Xwest stranê bêje,
Bistirîne; da jibîr bike
Jiyaneke ji derewê rastî ye
Da bi bîra wî bê
Jiyaneke ji rastiyê derewe

*** 

Roj mista xwe vidike

Roj mista xwe vidike
Sê ewir
Çend peyvek 

 

Pêveker:

Tevlîker

Jaff
Jaff

navê min "Cafer Coqî" lê navê ku ez pê têm naskirin "Jaff" e, ez karê nivîskriyê dikim li aliyê gotar û helbestê de bi herdu zimanên Kurdî û Erebî, li heman demê de ez karê wergêranê dikim û heta nuhe min du pertûk wergerandine kurdî, ew jî: - "dostê min ê kevin" ya nivîser Murad silêman Elo, li 20..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      55
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      68
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      84