dem: 04.01.2017 13:50 xwendin: 1733

Helbestên Jacques Prévert bi kurdî

Jacques Prévert ( Cak Prêver) li 4î şibata sala 1900 hate dinyayê. Tevî ku her ji zû ve dest ji xwendinê berda wata xwandina dibistanê, lê wî li destpêka ciwaniya xwe hez ji xwendina kitêban kir, kitêba herî zêde jê hez dikir Hezar şev û şevek . Li bîstsaliya xwe de çû leşkeriyê û hinek ji , xwe li Sûriyê qedand.

Li sala 1925 komela suryalistan Dîsno, Malkîn, Pîrêh, Argon…hwd seredana nivîser Marsil Duhamêl dikirin û civîn li dar dixistin. li wir, Prêver jî beşdarî gotûbêjên wan bû û tevlî wê komeleyê bû.

Piştî derxistina kitêbeke hevpar ji aliyê komela suryalistan ve ku Prêver jî tê de bişikdar bûbû, Prêver ji komelê hat derxistin.

 

Bi zimanekî sade û ramanên pir kûr helbest nivîsandin, kitêba wî ya yekê bi navê Gotin li 1946 derket. Li heman salê de kitêba Histoires derket, paşê jî
Spectacle, Grand Bal du Prin-Temps…hwd

 

Li sala 1977 helbestvan û sînarist Cak Prêver jimareyek helbest û nivîsî nemir û keçek bi navê Mîşêl li şûn xwe hiştin û xatir ji jiyanê xwest.

 

 

Kolana Seine

 

Kolana Seine, demijmêr deh û nîv ê şevê

Li rexa kolana dî

Zilamek ditengije… zilamekî genc

Bi kum

Bi qapûtê baranê

Jinek wî dihejîne

Dihejîne

pê re diaxive

ew serê xwe li ba dike

kumê wî li ber ketin e

kumê wê jî ti nemaye bi pişt de bikeve

herdu jî rûdaday ne

bêguman, zilam dixwaze here

bi nemanê de here, bemire

lê ew jin

dîna jiyanê ye, dixwaze bimîne

dengê wê,

dengê wê yê ketî

kes nikare bibihîze

ew nalîne

ferman…

hawar e

ev deng pir rijde

xemgîn

û jiyanker e

dergûşekî nesax e li ser lêva gorê diqefqefîne

li zehmanekî zivistê de

qêrîna bûnewerekî ku destên xwe li dergeh dixuşîne

straneke

biryareke her û her xwe dûbare dike

bê rawestan

bê bersiv

bê pirsyar

zilam lê dinêre,

çavê xwe jê digêre

weke zilamekî ku dixeniqe milên xwe dilivîne

dîsa deng tê

 

kolana Seine

li rexa kolaneke dî

berdewam dike jin

bê westan

pirsa xwe ya dilgiran berdewam dike:

Pierre, ev birîneke nayê dermankirin

Pierre, rastiyê bêje

Pierre, rastiyê bêje

Ez dixwazim her tiştî zanibim

Ka rastiyê bêje

Kumê jinê dikeve

Pierre, ez dixwazim her tiştî zanibim

De ka rastiyê bêje

Pirseke pûç û dijwar e

Pierre jî nizane çi bêje

Wenda bû

Ev ê ku nave wî Pierre e

Gernijîneke wî heye dibe ku dixwaze dûr bixe

Û dîsa vegerîne

Tu dîn bûyî… ka aram bibe

Lê ew ne piştrast e ka çiqasê gotina wî rast e

Ew nabîne

Ew nizane çawa devê wî yê zilamî mist gernijîn e

Li ber fetisandine

Cîhan wî diherijîne

Difetisîne

Ew zîndankirî ye

Bi sozên xwe yê dorpêçkirî ye

Û divê wan bicih bîne

Li pêşber wî

Amêreyekî lixwegirtina datayan

Amêreyekî ku nameyên evînê dinivîse

Amêreyekî êşkencedanê

Pêdigre

Zeft pêdigire

Pierre, rastiyê bêje

 

****

 

Alicante

 

Li ser masê, pirteqalek

Li ser bermalê, kincên te

Û tu, li nav nivînên min de

Dayîna hêja ya vê demê

Hênikîya êvarê

Germahiya jiyana min.

 

***

Stran

 

Em nuhe li kê rojê ne?

Dosta min,

em li hemû roja ne

yara min,

em hemû jiyan û jiyan hemû ne

dijîn, ji hev hez dikin

ji hev hez dikin, jiyan dikin

bi rastî em nizanin ka jiyan çi ye

ne jî dizanin çine roj

herweha, em nizanin

evîn jî çiye

 

****

Baxçe

 

Hezar hezarên salan ne besin

behsê wê kurtekêliya ji hethetayê bikim

dema  min tu hilgirtî

dema te ez hilgirtîm

li wê şevê

li ber ruhnikên zivistanê

li Paris

li ser zemîn

vî zemînî

yê kub stêrek e

 

***

 Ji te re evîna min

 

Ez çûme bazar, li cihê wan teyîr difirotin

Min çend teyîr ji te re kirîn

evîna min

Ez çûm bazar

Li cihê wan gul difirotin

Min hinek gul ji te re kirîn

evîna min

Ez çûme bazar

Li cihê wan zincîr difirotin

Min zincîreke te kirî

Zincîreke giran

Evîna min

Paşê ez çûm bazara koleyan

Ez li te geriyam

Lê min tu li wir ne dîtî.

 

 

Tevlîker

Jaff
Jaff

navê min "Cafer Coqî" lê navê ku ez pê têm naskirin "Jaff" e, ez karê nivîskriyê dikim li aliyê gotar û helbestê de bi herdu zimanên Kurdî û Erebî, li heman demê de ez karê wergêranê dikim û heta nuhe min du pertûk wergerandine kurdî, ew jî: - "dostê min ê kevin" ya nivîser Murad silêman Elo, li 20..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      308
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      284
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      369