Tirkî bûye zimanekî kurdîkuj
dem: 28.02.2017 23:07
xwendin: 293

Tirkî bûye zimanekî kurdîkuj
Tirkî mejuyê gelek kurdan çelqandiye. Ez nizanim farisî û erebî jî eynî tişt aniye serê serê kurdan ya na.
Bi fêrbûna tirkî ra kurd înkara xwe û zimanê xwe fêr dibin.
Gava kurd tirkî fêr dibin, kurdî dest bi mirinê dike.
Gava zarokên kurd dest bi mektebê dikin hêdî hêdî ji dibin tirk û ji kok û kultura xwe, ji kurdbûnê xwe dûr dikevin. Bi piranî dibin mankurt, yanî koleyekî bêhiş û îtîatkar.
Kurd bi fêrbûna swêdî, îngilizî, almanî, fransî ra nabin ”mankurt”, nakevin prosesesa înkara qewmê xwe, asîmîle nabin.
Îngilîzî, almanî, swêdî, fransî ne ne kurdîkuj e, lê tirkî zimanekî kurdkuj e, zimanekî bi fêrbûna xwe ra kurdî tune dike.
Li Swêd çeqelekî, kevjalekî mezin heye, ez bawer dikim ji Emerîka anîn. Dema di çemenan û di deryayê da zêde dibin hemû çeqel, kevjalên din dikujin, nahêlin bêyî wan tu heywanekî din bijî.
Tirkî ji bo kurdan wisa ye, bûye zimanê kurdîkuj. Gava kurd tirkî fêr dibin kurdî dest bi mirinê dike….
Mirina zimanekî jî û jîna zimanekî jî di destê însên da ye, miletê li zimanê xwe xwedî derkeve ewê zimanê xwe bi pêş xe û lê xwedî dernekeve, bi zarokên xwe ra ne bi zimanê xwe, bi zimanekî biyanî bipeyive, ew ziman zû dereng mahkûmî mirinê ye.
Tiştê nuha dewleta tirk dike û piraniya kurdan jî pê ra dibin alîkar ev e. Bi zarokên xwe ra ji dêlî kurdî bi tirkî dipeyivin, ev jî mirina zimanê kurdî ye.
”Heger hûn dixwazin miletekî ji ortê rakin berê ji zimên dest pê bikin.”
Konfuçyus
”Ziman neynika miletekî ye.”
Schiller)
Miletê zimanê xwe wenda bike kultura xwe, zargotina xwe, edebitata xwe û şiûra xwe ya netewî jî wenda dike.
Çimkî kultur jî, edebiyat jî û zargotin, folklor jî bi riya zimên ji neselekî dewrî neslekî din dibe. Gava ziman bimre her tiştê bi zimên tê çêkirin jî dimre. Bi giştî em ji vê ra dibêjin kultur.
Tirk viya baş zanin û lema jî ji bo ku zimanê me wenda bikin çi ji destê wan tê dikin. Û piraniya kurdan jî bi rengekî bêşiûr destegê didin vê hedefa tirkkan.
Mirina li ser nigan ji jiyana li ser çongan çêtir e.
///G.Washington
"
Kitêbên baş zarokên bavên xwe nemir dihêlin
///Eflatun
28 februari 2017
Pêveker:
kurmancî
Tevlîker
Nivîsên Dawî
Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..
07.03.2018 19:43 Metîn Eser
Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..
Paleontologên Cihêreng Vedî..
06.03.2018 19:06 Metîn Eser
Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..
05.03.2018 19:51 Metîn Eser
Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin. 10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl. Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..