dem: 14.01.2017 22:30 xwendin: 712

HDP`ê Xwîna xwe kirîye çavê xwe

HDP`Ê XWÎNA XWE KIRÎYE ÇAVÊ XWE

 

Her çiqas îro qala çand û şarezayîyê tê kirin, her çiqas şarezayîya Ewrûpayê hişmendîya civakî pêşve biribe jî,  teknolojî pêşve çûbe jî, ev nahê wateya pêşveçûna  mejîyê hemû mirovan.

Eger bi hevpeyvîn, zanebûn û zanîstîyê  tişt bihatana guhertin, ji 2500 salî vir ve pirtûkên tên nivîsîn, ji zû ve gellek tişt guherandibûn.

Zanyarî, têra guherandina birçîtîya ruhê mirovan nake.  Ji berku mirov, rastîyê bi gorî mantiq na, bi gorî berjewendîyên xwe dinirxînin. Ev jibo mirovê herî bi çand û şareza jî rewac e.

Berî guherandina ruhê mirovan, divê  bi perwerdehîyê birçîbûna ruhê wan were têrkirin.

Hinek li der û dora xwe mêzekin, mirov tiştên nizanin na, tişt û mijarên ji wan re pêwîstin dixwazin bibîhîzin. Hûn çiqas zanebin jî, mirov dixwazin mijarên jê fehm dikin bibîhîzin û li ser wan bi axifin. Tu-kes naxwaze biaxife, li ser mijara  tiştekî jê fehm nake.

Em bêjin, hûn kîmyager yan jî astro-fîzîkvan, yan jî wênekarin. Axaftinên li ser van mijaran, bi tenê bala mirovên bi van karan ra têkildarin dikişîne.

Hûn nikarin bala tucarekî bikişînin ser mijara felsefê û bala fîlozofekî bikişînin ser mijara tucarîyê.

HDP mîna mêvanek nexwestî ketîye parlemena Tirkan, dibêje: « Em îlam bîlam Tirkan dikin Demokrat,  qe îmkana wî tune, yan hûn dibin Demokrat, yan jî  em xwe bi we didin kuştin.

Ha! Hûn şaş qise dikin? Na. Hûn şaş qise nakin. Ji dil û can dibêjim, di hemû qisedanên we de awaza mirovatîyê heye; lê ewên hûn jê re û pê re qisedikin mirovên şaş in. Mesele ev e.

Lê hinek parlementerên we henin, wek Nûrsel Aydogan, Xwedê wan neyne serê dijmin !

Dibêjin, em Kurdistan`a serbixwe naxwazin.

Hûn gava Kurdistan`a serbixwe nawazin hûn serê çi nin ?

Hûn gava Kurdistan`a serbixwe naxwazin hûn dermanê çi nin?

Pêşmerge û şervanên Kurd (gerilla) jibo bindestîya Kurd û Kurdistanê dimirin?

Nexwestina serxwebûnê, xwestina bindestîyê nine?

Yan, Kurdan gava reyên xwe dan we, ji we re gotin, “em reyên xwe didin we, eger hûn ketin meclîsê doza ewlehîya bindestîya me biparêzin” (?)

Hûn ewlekar û nobedarê bindestîya Kurdan`in?

Hûn jibo bindestîya Kurdan ji dijmin re dergevanîyê dikin?

Hûn dixwazin navê belengazîyê daynin `sîyaset` ?

Hûn dixwazin navê berjewendîyên xwe yên kesayî daynin `sîyaset`?

Hûn gava dizivirin mala xwe dilê we rehet e, madê we diçe nan, av di ber we de namîne?

Hûn jibo çi di meclîsa Tirkan de ne?

Hûn dixwazin  bi dijminê xwe şaşîya wan bidin fehmkirin?

Ew dizanin ew şaşin.

Hûn dixwazin ew bizanibin zimanê we qedexe ye?

Zimanê we wan qedexe  kirîye, ew pê dizanin.

Hûn dixwazin wêrankirina 7 bajarokên Kurdistanê bi wan bidin zanîn?

Ew bi vîya dizanin, wan bixwe wêran kirîye.

Hûn dixwazin ji dijmin re bêjin, leşkerên we tecawizî jinên me kirin, paşê tazî kirin avêtin kolanan?

Ew vîya dizanin, wan bixwe kirîye, kêfa wan jê re tê.

Hûn dixwazin bi `rewanbêjîya biratîyê` tirkan bixapînin?

Hûn xwe dixapînin! Ew jî dizanin hûn derewan dikin, hûn jî dizanin hûn derewan dikin, Kurd jî dizanin hûn derewan dikin.

Hûn dixwazin parlemena Tirk  bi dizî ya Erdogan bidin hesîn?

Ew berî we pê hesîyabûn, ew bixwe jî didizin.

Hûn dixwazin ji wan re bêjin, dewleta we alîkarîya DAÎŞ`ê dike?

Zarên wan ên virnî jî pê dizanin.

Xwe nexapînin! Îdî kes ji gotinên we yên `biratîyê` bawer nake, dijmin bawer nake, Kurd bawer nakin, hûn bixwe jî ji xwe bawer nakin.

Tiştek hûn di parlemena Tirkan  de  bi rêya sîyasî bikin nemaye.  Hûn xwe û gotinên xwe dubare dikin.

Bi nêzîkhatinên xwe yên pasif û durû,  hûn lehengîya ruhê gel û ciwanên kurd dikujin.

Hûn ji qirna pêşerojê re Gel`ek tol, tirsonek û newêrek ava dikin.

Konfuçyûs  dibêje: “Artêşa kêvrûşkên di bin fermandarîya şêr, ji artêşa şêrên di bin fermandarîya kêvrûşkê çêtir e.”

Yên li pey we tên, bi gorî tevgera we tevdigerin. Hûn qe li pîv û wezna binbîrîya civatî (sosyolojîk) difikirin?

We hiş û binbîrîya Kurdan bi demokrasî, biratîya gelan û dadmendîyê  xewirandîye, tevizandîye, lewitandîye.

Bîst mîlyon Kurd, hîn bi zimanê xwe ­­­­naaxife, ne ku dibistan! hîn kox û pûnikek me tune!

Instîtûya Kurd jî girtin.  Jibo riza Xwedê! Ma hûn fehm nakin yan hûn naxwazin fehm bikin vêtina feramoşkirina (jêgerîn) parlemena Tirkan?

Hersê partîyên Tirkan bûne yek we di meclîsa xwe de naxwazin! Ew meclîsa we nine. Heta cîyekî li meclîsa Tirkan sekinîna we dihat fehmkirin, lê îdî na…

Ji meclîsa Tirkan derkevin! bera ew hinek di nav hev de bi hev re qisebikin.

Heta hûn di meclîsa Tirkan de bin, hûn ne ji Kurdan re tiştekî dikin, ne jî hûn dihêlin Tirk ji hevdû re tiştekî bêjin.

Zanyar Derîn

[email protected]






 

 

Tevlîker

Zanyar Dêrîn
Zanyar Dêrîn

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70