dem: 07.06.2017 20:04 xwendin: 617

Hawara Şengalê Doh, îro û sibe

Cih warê êzîdiya ne tenê Şengal û çiya yê Şengalê bû, ji çiyayê Şengalê heta bi çiya yê Evdilezîzê bû. Pêre di ser Serê Kaniyê heta bi beriya Mêrdînê û derdorê Wêranşar bûn. Her weha ji ser Riha yê heta bi deşta Sirûcê diçû. Lê em dizanin, ku bi kembera erebî û ereb kirinê, nakokî û xetê di nîvê beesiyê sunnî û yê şîa de, yan elewiyên ereb re, erd û axa êzîdiya bi taybet ya devera Şengalê ji wan hatin stendin. Ber û berê sînor ereb û tirkmen lê bi cih kirin. Êzîdî neçar kirin ku di gundê komî, ango di komelgeha de bijîn. Bi vê yekê re êdî, ji qurmê xwe bû bûn, ew erdê ku karibin pê debara xwe bikin nema bû. Meriv dikare bêje; prosesa ji qurmkirinê û erebkirina êzîdiyê Şengalê ji wê demê destpêkiriye. Her weha ji wê demê de, êzîdî bûne qurbanê kembera erebî. Pê re jî têkiliya wan ji êzîdiyê welat şêx û yê rojava, yan jî sûriyê hatiye birrîn. Bi dehan xortê êzîdî ji bo debara dunyayê, diçûn qaçaxê û li ser sînora canê xwe didan. Êzîdiyê Şengalê nikarîbûn bê destûra rejîmê ferzên xwe yên olî jî pêkbînin. Serdana Lalişa nûranî bi xwe pirsgrêk û metirsî bû ji bo êzîdiyê Şengalê.

Helbet armanca wan ew bû, ku êzîdiya ji kurd û kurdistanê qut bikin. Meriv dikare bêje, ew di vê yekê de bi alîkî ve bi ser ketin. Çenko kurd ne di wê astê de bûn, ku karibin êzîdiya tevî taybetmendiyê wan hemêz bikin. Ne bi hizra netewî û niştimanî, bi hizra olî û di çarçovaka teng de li êzîdiya niherîn û hêjî dinêrin mixabin. Nan, mast, penêr û zadê wan heram kirin. Destgurana êzîdiya nexwarin. Herî zêde êrîşî ola wan kirin û sivikatî pê kirin.

Tiştê êzîdiya dike êzîdî, ola wan e. Sivikatiya bi ola wan bi rengekî ji renga tunekirina wan e. Lewma êzîdiya nikarî bûn, bi kurdê misilman re destbratiyeke wekhev deynin û bi meşînin. Îro jî ev rewş ne cûda ye. Mayîna êzîdiya, ne kurd bûna wan, bi ola wan e. Gava ol nebe ew civak ji xwe namîne. Lewma parastina ola êzîdî, parastina dîroka ola û Xwedênasiyê ye, ji her kesî peyva „Xwedê“ bikartîne.

Êzîdiya bawer dikir piştî ruxandina Sedam dê rewşa wan ya aborî û civakî baştir bibe. Ji ber ku Şengal di nav xeta 140 de mabû, êzîdî bi dilê xwe li aliyê desthelata herema Kurdistanê mabûn. Li ser her maleke Şengalê ala partiyekê hildayî bû. Lê sal derbas bûn êzîdiyê Şengalê ji hemû xizmetê binsazî û civakî bêpar bûn. Roj bi roj rewşa wan xirabtir dibû. Êzîdî hem ji aliyê hukûmeta Iraqê û hem jî ji aliyê hukumeta Kurdistanê hatin îhmal kirin.

Ji bilî wê jî êzîdiyê Şengalê bi tirsa mirinê diçûn parasgeha Mûsilê. Bi deha Êzîdî ji ber ku êzîdî bûn, li bajarê Mûsilê rastî kuştin û lêdanê hatine. Hukûmeta Iraqê ne ji bo parastina êzîdiya, ne jî erka xwe ya parastina civaka sivîl bikar ne anî. Hikûmeta Iraqê bi xwe di destê erebê şîa de ye, û ew nakokiyên tayfeperestî û kîna wan ya bi sunniya re Daiş û yên weke wan zêde kirin. Başe, weke mirov û êzîdiyekî em li bendê ne her kesê ji komelkujî û karesata Şengalê bêne darizanidin. Ne tenê fermandar û hêzên Peşmerge. Wûsa jî hêzên Iraqê yên ku bajarî herî mezin radestî daişê hov kirin. Tevî çekên gran û lojîstîka ku têra wan bi sala dike. Di komelkujiya êzîdiya de ne tenê hêzên Pêşmerge û partiyên kurd, yên weke PDKê û YNKê. Hêzên pêşmerge di heman demê de yên partiyê din jî bûn. Kî dibe bila be, ji kîjan partiyê dibe bila be, divê berpirsiyar û tewanbarê vê komelkujiyê werin darizanidin. Helbet di heman demê de ev yek ji hukumeta Iraqê jî tête xwestin. Mixabin heta niha jî, min qet nebihîstiye ku fermandeyê bajarê Mûsilê hatine darizîn, yan girtin. Bi karesatê re û piştî karesatê kevir ji ciyê xwe leqiyan. Baweriya êzîdiya ya bi heremê û hêzên pêşmerge derizî û şkest. Ji bo paşve anîna vê baweriyê hewldan nehatine dayîn. Min ne dîtine û nejî xwendiye. Hebin jî negihiştin asta pêwîst. Gundê ku herî zêde qurbanî daye, Koço nehate rizgar kirin. Hêzên kurda li ser siberoja Şengalê û êzîdiya li hev nekirin. Ne wan li hev kir, ne jî bi hêzên êzîdiya yên ne bi ser wan ve li hev kirin. Brîna Şengalê nêm girt û digire. Yên hatin ne ji bo brînê sax bikin, xwestin ji vê brînê sûdên polîtîk û stratejîk bigirin. Heta niha jî bi sed hezaran êzîdî bê cih û bê war in. Li serê rêya û li welata bi qîr û hawar in. Jinê êzîdiya yê di destê hova de hêjî hene, yê derketine jî nexweş û şerpeze ne. Karesata Şengalê ne tenê bi Şengaliya re, bi tevaya êzîdiya re travma afirandiye. Ne li hevkirina hêzên kurdî vê travmayê kûhrtir dike.

Bi komelkujiya Şengalê re, kurd bûn û ne kurd bûna êzîdiya dikin mijar. Nizanim kurd bûn û ne kurd bûn, li gorî kîjan pîvanê ye? Kurd bûn, misilman bûne? Yan jî pdke û pkkiyê bûne? Yan jî partiyeke dine? Yan jî parastina ziman, çand û xwedênasiya kurmanciye? Mijara gengeşe kirina vê mijarê bazûrte. Şerm e. Her weha tometbariya pişgiriya êzîdiya ya bi Saddam re, ne çewt be, lê ne jî rast e. Başe ma tenê beşeke êzîdiya ev yek dikirin? Ma ne bi hezara cehşikê Saddam, yê kurdê misilman hebûn? Ew îro di pîleyê bilind de kar dikin di nav hêz û dezgehê Kurdistanê de. Ne tenê li wir li bakur bi deh hezara qorîcî hene. Ma ew jî êzîdî ne, yan elewî ne? Hemû kurdê misilman in. Li rojava jî wûsa, yên „muxbir“ ango sîxur, îro li rojava xwedî gotinin. Li Îranê jî wûsa ye. Pasdarê herî dijwar kurdê misilman in. Divê meriv vêya jî bêje; çi li tirkiyê, çi li sûrî, çi li iraqê desthilat û rêveberiyê eleqa xwe zêde ji ola êzîdiya ne dianîn. Raste pişgirî û mafê rewa nedidanê, lê ji mafê hemwelatî bûnê bêpar nedikirin li gorî pîvanê xwe. Tenê kurdê misilman, nan û danê êzîdiya heram dikirin û bi ola wan dikufirîn. Lewma jî ev dibû sedema bê baweriyê bi kurdê misilman re. Ev yek ne divê ji êzîdiya divê ji kurdê misilman bête pirsîn. Çima ew qas dijiminatî? Çima ewqas êrîş? Ji bo kê û ji bo çi? Ma êzîdî bûn, yên nehiştin hûn bibin dewlet? Ma ne hûn xwe bi xwe û „bra“yê we yê misilman bûn? Yê enfal bi serê we de anîn û ayeta enfalê li dij we bikaranîn ne dîsa brayê we bûn? Wendabûn û helandina êzîdiya ji we re dê çi karê bîne? Ji xeynî wendakirine dîrok û çanda hezar sala. Xwedênasiya yek Xwedayî. Ji bo meriv li hin nirxa xwedî derkeve, ne pêwîste yê meriv be. Pêwîste meriv xwedî exlaq û ûjdan be. Her wûsa xwedî sekneke mirovî be.

Êzîdî divê ji xwe pirskin û hevalbendekî ji xwe re bibijêrin. Hatina wan dê ligel hukumeta iraqê be? Hukûmeta Iraqê û Hehsdî Şebî, bi xwe bi Iranê ve ne. Îran bi xwe îslamî ye, û di kiryarê xwe de ne ji Erebîstana sîûdî zehf paktir e. Yan jî ligel hukûmeta Kurdistanê bin? Ev jî ne wûsa hêsane, divê şert û mercên aramiyê werin cih, ku êzîdî û niştecihê herema Şengalê biryar bidin. Lê dîsa jî divê êzîdî, bi sazî û dezgehên xwe yên olî û civakî biryara xwe bidin dê ligel ereba bin, yan ligel Kurdistanê bin? Ez bi xwe ne bawerim ku hevbendiya ligel ereba encameke baş ji civaka êzîdî re bîne. Lê siyasete hunera dayîn û stendinê ye. Mafê êzidiyê Şengalê ye, bi xwe biryar bidin. Ne yên li derveyî welêt weke min dijîn e. Her kesî li gorî xwe aqil heye, bila bes „jîrik“ aqil bidin êzîdiyê Şengalê û xwe di ser wan re bibînin. Lê divê bêta zanîn dê êzîdî bi aqil û hişmendiya çend axa û serek êla û şêxa negihin mafê xwe. Ya baş ew be, gava êzîdiyê Şengalê ligel pişgiriya hêzên niştimanî û navdewletî hin temsîlkarê xwe yên siyasî derxînin. Lê peyva na em ne „kurd“ in dê ji wan çi havilê neyne. Bi qasî pirsa; „tu kurdî“ bersiva; „ez ne kurd“im jî ne raste. Divê neyête gengeşe kirin. Ya grîng sazî û dezgehê kurdî divê gav biavêjin, ji bo baweriya bi hêzê kurdî re. Nelihevkirina hêzên kurdî, êzîdiya ji tevaya kurda sar dike û dûr dixe. Ev karê ji bo demekê bîne jî di demeke dûredrêj de nayne.

Daîşê hov komelkujî pêkanîn, lê ne lihev kirina hêzê kurdî jenosîda êzîdiya didomîne û ber bi encamê ve dibe.

[email protected]

06.06.2017

Tevlîker

Newaf   Mîro
Newaf Mîro

Berfirehî

Nivîsên Dawî

Metoda Nû ya Tespîtkirina Nexweşiya Kula Heftpençeyê
Zanistî

Metoda Nû ya Tespîtkirina N..

18.11.2017 16:57    Metîn Eser

Lêkolînerê kula heftpençeyê yê pirr bi nav û deng Bob Pinedo derbarê xebatên xwe yên li ser nexweşiya kula heftpençeyê agahiyeke girîng ragihandiye. Bob Pinedo wiha dibêje; “Di çend salên li pêşiya me de dê testek..

Bixwîne
      45
Xebatên Li Ser Atlasa Mirovokî(Robot)
Zanistî

Xebatên Li Ser Atlasa Mirov..

18.11.2017 13:36    Metîn Eser

Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje. Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam diki..

Bixwîne
      38
Bandora Xwedîkirina Kûçikê ya Li Ser Tenduristiya Mirov
Zanistî

Bandora Xwedîkirina Kûçikê ..

17.11.2017 23:08    Metîn Eser

Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê ser&ecir..

Bixwîne
      84