dem: 11.10.2017 02:39 xwendin: 165

Girîngiya Felsefeya Hegel

Girîngiya Felsefeya Hegel

     George Wilhelm Friedrich Hegel (1770-1831) ew fîlozof e, ku şeklê herî dawî daye îdealîzma alman û îdealîzma alman, gihandiye encamên mentîqî. Ramanên fîlozofên beriya xwe yên wekî Fichte û Schelling, bi awayê sentezeka hevgirtî û bi awayekî ku mirov û hemû gerdûnê biguncîne, raxistiye holê.

Sîstema Hegel, di dîroka felsefeyê de sîstema herî mezin a dawî ye. Herweha dîsa yê ku rêbaza (metoda) dîyalektîkê bi awayekî teqûz bikar aniye, dîsa Hegel e. Bi vî awayî jî, têgeha guherîn û çêbûnê; ji nû ve, beyî ku ji holê rabin yan jî bandûra wan ji holê rabe, carekê din xistiyê qada ramana felsefî. Wekî tê zanîn, Hegel wekî damezranerê îdealîzma dîyalektîk jî tê pejirandin. Ji bilî vê yekê mirov dikare bibêje ku felsefeya Hegel, gelekî bandûr li marksîzmê jî kiriye û marksîzm, gellekî di bin bandûra felsefeya Hegel de maye. Bi awayekî kûr ji bo têgihiştina marksîzmê, pêdivî bi zanîna felsefeya Hegelî heye, heta em dikarin bibêjin ku ev yek şert e jî.

Xweza di Felsefeya Hegel de

Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe der çûye û cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber/nedîtbar (soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe. Ji ber vê çendê jî yekîtiya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye, lewma jî em di xwezayê de piraniyê dibînin.

Herweha heyînên yeko yeko yên ku di xwezayê de hene; hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav jî tune.

Jiber vê yekê jî, di xwezayê de herdem dibetiyek li ser kar e.

Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (heyîna mitleq) ji bilî xwe, li derveyê xwe dibe heyînek û dibe bîyaniyê xwe.

Di ramanên Hegel de bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştra di felsefeya Marksîst de bûye xwediyê cîhekî girîng, ji vê niqteyê tê. Serê binî yê xwezayê ew îde ye ku bi temamî bûye bîyaniyê xwe û wisa jî, xwe daye der.

Serê jor (raser) jî nîjada mirov e ku xwedîaqil e û têdigihêje hişmendiya xwe. Nîjada mirovî jî; di xwezayê de dertê holê, û di xwezayê de dibe heyîn. Lê mirov hêdî hêdî xwe ji xwezayê dûr dike, digihêje bîra/hişê xwe, ber bi îdeyê ve (heyîna mitleq) ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî, ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Careke din, digihêje yekîtiyê.

Ango yekîtiya teqez; di ramanên mirovî de carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin. Bi vegotineke din xweza, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase. Herweha armanca felsefeya xwezayê jî, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye ku gav bi gav pêk tê.  

Ali Gurdilî

[email protected]

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Pêveker: hegel

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      52
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      65
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      83