dem: 18.06.2017 20:24 xwendin: 629

Girîngîya 25’ê Îlonê…

Ji destpêka sedsala 21’an va bextê Kurdan guherî…

Rê û dirbên ku bi salan li wan hatibûn girtin, yekoyek vebûn.

Ewrên reşên tarî pişkivîn.

Tîrêja rojê ronahîya xwe da çaralîyên Kurdistanê…

Şirêveyên nû derketin pêş û erd û ezman ronahî bûn…

Mixabin Kurdên ji hestên Kurd û Kurdayetîyê dûr, di ronahîya rojê da hê kor, di rê û dirbên vekirî da jî wunda nin.

Ne derdora xwe dibînîn, ne jî ber lingên xwe.

Ne xwe nas dikin, ne jî neyarên xwe.

Ji paşeroj û pêşeroja xwe bêhayîdar, rojane dijîn û rojane tevdigerin.

Wek kavirên gêj, li derdora xwe dizivirin û fizildûmanê radikin.

Kurdekê derkeve serê rêyeka rast, di wê fizildumanê da pêşî lê digrin û rîya wî tarî dikin.

Kurdekê li alîyê rastîyê vegere, ew berê wî li alî çewtîyê vedigerînin.

Dinya alem ji çar alî va piştgirîya Kurdan bike.

Ew, wê piştgirîyê li dijberî Kurdan bi kar tînin.

Tirk û Eecem û Ereb ji xwe ra bira, Kurdên ji xwe dûr, neyar dibînin.

Ji xwe ra dewletê naxwazin, ji bo pêşeroja dewletên dagirker dikujin û tên kuştin…

Ji ziman û çand û hûnera xwe dûr dikevin.

Bi zimanê neyarên xwe dijîn û bi çand û hunera wan va şa dibin, dikenin û digirîn…

Kurdên ku bi ziman û çand û hunera xwe dijîn, wan paşverû îlan dikin û li dijberî wan şerê demoqrasîyê dikin.

Mêjî û daxwazên wan tevlihev…

Kirin û kiryarên wan tarî…

Qasî Erdoxan li dijberî Kurdistaneke serbixwe…

Qasî Rohanî dijwarê yekitîya Kurdistanê ne…

Weke Ebadî Kerkûkê bajarekî Îraqî bi nav dikin…

Weke Esed, Kurdistana Rojava, herêmeke Erebî dibînin…

Hemû qîr û qirêja xwe û rûreşîya xwe bi berûyên sûnî vedişêrin û bi rûyekî pîr û pak derdikevin hizûra Kurdan û bi dengekî bilind dibêjin:

Berpirsîyarên hemû Kurdan em in!..

Bi kirin û kiryarên xwe tevlihev û tarî, kêm an jî zêde di, nav beranberîyekî jî dibinin.

Mixabin nizanin ku, ev beranberîyeke domdar nîne û rewşeke demborîye.

Ev rewşa demborî û xewn û xeyalên xapînok jî, bi nêzîkbûna Kurdistaneke serbixwe va, roj bio roj kin û kêm dibin.

Bi bayê Kurdisaneke serbixwe va berûyên wan dikeve, qîr û qirêj û rûressîya wan derdikeve meydanê.

Sedem vê yekê ye ku, Roja 25’ê Îlonê ji îro da girîngîya xwe nîşan dide.

Li alî ki astengên li ser rîya dewletbûnê ji holê radike, li alîyê din jî rûpak rûreşan ji hev vediqetîne!..

18.06.2017

[email protected]

Tevlîker

İkram Oguz
İkram Oguz

Îkram Oẍuz) di sala 1962an da li gundeki Tekmanê, Xanbegîya Jêrin, ji dayîk bû. Mekteba ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend. Di dema 12ê Îlonê da hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Îstenbolê Fakulta Îktisadê xilas kir. Çend salan li Îstenbolê di fîrmayeka taybetî da wek rêvebir xebitî. Bi destpê..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîtina Nekropolê Pêkhat
Zanistî

Li Bajarê El-Minyeyê Vedîti..

24.02.2018 22:51    Metîn Eser

Berpirsiyarên ji wezerata serdema Antîk ya Misirê vedîtina nekropoleke kevn eşkere kirin. Li bajarê El-Minyeyê, an jî bi kurtî Minye, vedîtina nekropoleke kevn pêk hat. Di nekropolê de, bi gotineke din di bajarê miriyan de, maskeyeke zêrinî, 40 h..

Bixwîne
      0
San Actun û Şikeftên Mayayiyan
Zanistî

San Actun û Şikeftên Mayayi..

24.02.2018 19:32    Metîn Eser

Şûnwarnas li Meksîka yê, di rêze şikeftên herî dirêj yên di bin avê de, vedîtina hestiyên benîadem yên 9.000 salî kevn û seramîka ji çanda Mayayiyan pêk anîn. Di şikeftekê de hestiyên ajalên bi nav..

Bixwîne
      18
Xebatên Li Ser Zimanê Îşaretê û Zarok
Zanistî

Xebatên Li Ser Zimanê Îşare..

24.02.2018 14:32    Metîn Eser

Pêçekên me dişibin sungêrên kefikê û her îşaret/tevgerên ku em pêk dihînin û gotinên ku em dibêjin, yekser ji me werdigirin. Lêkolîna nû ya li ser pêçekên heya yek salî diyar dike ku pêç..

Bixwîne
      29