dem: 11.10.2017 02:32 xwendin: 263

George Berkeley û Felsefeya wi ya Immateryalîst

George Berkeley û Felsefeya wi ya Immateryalîst

      Immateryalîzm, ango bêmaddeperestî; navê dazanîna îdealîst ya kirdewar e (oznel-subjektîv) ku ji aliyê ramanwer Berkeley ve hatiye damezrandin. Ger mirov bixwaze ku bi awayekî hêsantir bibêje, wê demê mirovî dikare bibêje ku navê felsefeya îdealîst ya George Berkeleyî ye. Li gorî vê dazanînê made, hilbereka raman e. Jiber ku madeyê înkar kiriye, mirov dikare vê dazanînê wek tunemaddeperestî jî bi nav bike. 

Li gorî bîr û baweriya George Berkeleyê (1685-1753) metran ku mirovekî îngilîz e, heyîn têgihîştin (bîrbirin, serwextbûn) e û li derveyê têgihîştin e û ramanên me jî, made tune.

Berkeley di pirtûka xwe ya bi navê <Treatise on the Princivles of Human Knowledge> (Lêkolîna Li Ser Hêmanên Zanayiya Mirovî 1970) de li ser vê babetê wiha dibeje: <Hemû kes dizanin ku pêşnûma, beyî zêhma mirovî tune nin û nikarin hebin jî. Herweha hinek tiştên ku em bi wan dihesin hebin jî, em dîsa dizanin ku ew li derveyê zêhna me nikarin hebin.>  Heke em baş bi gotina <hebûnê> bizanibin, wê demê em ê çêtir têbigihêjine gotinên wî: Dema ku ez dibêjim ev maseya ku ez li ser dinivîsînim, di vê gotinê de armanca min ew e ku ez dixwazim bibêjim ku ez çav bi masê dikevim û destê xwe têde didim.

Wekî vê yekê bêhnek hebû, jixwe ez bi bêhnê têgihîştimê; dengek hebû, ez bi deng têgihîştimê. Eşkere ye: ya ku di vir de heye, a ku hatiye têgihîştin e. George Berkeleyî bi vê angaşta xwe, li hemberê madeperestiyê (materyalîzmê) têkoşiya ye. Berkeley ji xala ku dibêje <wanekên fizikî (nesneyên fizikî) pêşnûma ne.> dest pê dike û dibêje <pêşnûma jî bi têgihîştinê dikarin hebin û ji ber vê yekê jî, wanekên fizikî; ji bilî têgihîştinê ne tu tişt in.> 

Dîsa di pirtûka xwe ya bi navê <Three Dialoques Between Hylas and Philonous - Sê Gotubêjên di navbera Hylas û Philonousî de> de jî, vê ramana xwe berfirehtir dike. Di vê pirtûka xwe de jî dibêje ku <gerdûna ku em têgihêjinê, ew gerdûn e ku em bi sehekên xwe têdigihêjinê. Herweha, ji bilî sehek û pêşnûmeyan, tu tişt nikare were têgihîştin û ti pêşnûma, ji bilî zêhna me; li tu dereka din nikare hebe jî.> 

Ali Gurdilî 

[email protected]

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      309
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      285
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      371