dem: 31.10.2017 23:17 xwendin: 370

Genên Rê Li Ber Şaneyên Tumore Digirin

Zanyarên ji KU Leuvenê ya li Belçîkayê û Francis Crick Instituteê ya li Londonê 27 genên nû tespît kirin ku genên nû rê li ber pêşketina şaneyên tumorê digirin. Lêkolîner çîroka xebata xwe di kovara Nature Communicationsê de vegotine.

Genên rê li ber pêşketina şaneyên tumorê digirin, dikevin kategoriya “tumorsuppressors”ê. Lêkolînerên ji KU Leuven û Francis Crick Instituteê dema analîzên xwe li ser 2.200 nimûneyên tumorê pêk dihînin, bi vedîtina 27 genên nû kêfxweş dibin.

Profesor Peter Van Looyê him li KU Leuven û him jî li Francis Crick Institute dixebite wiha dibêje; “Em di tumorê de pirr zêde rastî mutasyonên genetîk dihên. Hin mutasyon, dema tumor ber bi pêşketinê ye, çêbûne û bandorê li tumorê nakin. Lêkolîner vê mutasyonê weke “passangers”, rêwiyên bi tumorê rêwîtiyê dikin, binav dikin. Mutasyonên din bandoreke giran li tumorê dikin û lêkolîner vê jï weke “drivers”, yên tumorê birêve dibin, binav dikin.”

Profesor Peter van Loo wiha berdewam dike; “Drivers xwediyê hêzeke xurt in û dikarin “tumorsuppressors”ê têk bibin. Bi xêra bernameya algorîtmayê, em pêhesiyan ku hema bêje di her tumorê de 27 gen nedihatin dîtin. Dawiya dawîn me pê derxist ku 27 genên nedihatin dîtin, 27 genên nû yên ji malbata tumorsuppressorsê yên nenas in. 27 genên nû rê li ber şaneyên pak digirin daku şane, perçe nebin û veneguherin tumor an jî kula heftpençeyê.”

Vedîtina tumorsuppressorsên nû dê rê li ber tedawiyên nû vebike.

Çavkanî: Nature Communications

Tevlîker

Metîn Eser
Metîn Eser

"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne &uc..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      119
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      182
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      453