dem: 11.10.2017 02:19 xwendin: 131

Ferasetparêzî (Entuîsyonîzm) û Nûnerên wê yên Sereke

Ferasetparêzî (Entuîsyonîzm) û Nûnerên wê yên Sereke

  Di babeta zanayiyê de, ferasetparêzî jî yek ji wan tevgerên sereke ê felsefeyê yê. Her tevgereka felsefî (ramanî), li gorî dîtinên xwe çavkaniyên zanayiyê eşkere kirine û xwestine ku van çavkaniyan bipeyîtînin. Herweha tevgerên ku li dû hevdu hatine jî, di destpêkê de yan tevgera berî xwe rexne kirine, yan jî zanyariyên wan ji bo damezrandina felsefeya xwe bikar anîne. Di tevgera ferasetparêz de jî, mirovî dikare behsa du feylesofên sereke bike, ku yek Henrî Bergsonî ye û yê din jî, Îmamê Xezalî ye.

Ê baş e, bingeha ramanî ya ferasetparêzan çi ye gelo?

Henri Bergson (1859-1941) li hemberî qurama (dozîneya) aqilperest, qurameke ku xwe dispêre ferasetê (pêhesiyê) ava kiriye. Li gor bîr û baweriya Bergsonî, aqilê mirovî rasterast zanayiyê nadine mirov û ya ku tekane bikaribe vê yekê pêk bîne jî, feraset e. Li gor ramana Bergsonî, em ancax bi yên ku rasterast bi rêya ferasetê  tên dikarin bizanibin. Lewra li gor ramana Bergson aqil, livdarî û zîndetiya zanayiyê nade, lê zanayiyan dixe nav cendereyeke û wan statîk dike. Bergson zanayiya zanistî înkar nake, lê vê zanayiyê wekî tekane zanayî jî nabîne. Lê jiber ku ev zanayî rasteqîniyê di nav avahiyekê de vediguhezîne, wê napejirîne. Çimku bi vî awayî, em bi tenê dikarin bi wesfên nesneyan yên xwiyakirî bizanibin. Belam, ancax bi riya ferasetê ye ku em rasterast têdigihêjin hilika (naveroka) wan. Dema ku ev zanayî, bi zimên were derbirîn û bi têgehan were vegotin, wê demê mirovî dikare bibêje ku ev zanayî, zanayiyek rasteqîn e. Di dawiyê de Bergsonî dibêje ku 'li cem mirov du behre hene; ew jî yek zêhn e û ya din jî navajo ye.'

Feraset jî, yekîtiya wan du behreya ye û tiştê ku feraset nîşanî me dide, herîkîna jiyanê ye. Feraset, vê yekê bi derbekî de bi me dide têgihiştin. Li gorî bîr û baweriya Xezalî jî, di babeta hilberîna zanayiyê de feraset riya herî ewle û yekda ye. Ji bo bidestxistina zanayiyê, mirov hem dikare aqilê xwe û hem jî, dikare sehekên xwe bikar bîne. Lê ev yek zanayiya rasteqîn ya heyînê nadin mirovî. Zanayiya rasteqîn û rast, encax bi rêya ferasetê dikare were bidestxistin. Xezalî ji vê yekê re gotiye ku ev, çavê dil e. 

Ali Gurdilî 

[email protected] 

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      52
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      65
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      83