dem: 11.10.2017 02:15 xwendin: 314

Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes

     Descartes (1596-1650) navekî girîng ya ramana nûjen e û teoriya wî ya zanayiyê, ya ku wî pêşkêş kiriye û dilêrîna wî ya matafizîkê, ne tenê di dewra xwe de; piştî mirina wî jî gelekî hatiye nîqaşkirin. Em pê dizanin ku wî gumanê wekî rêbazekî bikar aniye. Guman/şik ji bo Descartesî bi tenê rêbazek bû û bi vê rêyê Descartes dixwest ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya, ya ku êdî ti kes nikaribe jê gumanê bike.

Taybetmendiyên Felsefeya Zanayiyê ya Descartes

1- Descartes beyî ku dest bi hilberandina zanayiyan bike, hêmanên (prensîpên) rêbaza ku dê wî bigihêjîne wan zanayiyan destnîşan dike. Li gorî bîr û bawerîya wî: tu zanayî heke wekî ku di matematîk û geometriyê de, bi awayekî eşkere (zelal) ne hatibin destnîşankirin, dê neyête pejirandin û di destpêkê de, bi awayekî deduksiyonî (ji hêmaneke giştî, ber bi tekanê ve) divê pêşniyara tevayî were pêşkêşkirin û piştra jî bi rêya dahûranê (analîzê), divê ji bo rewşên tekane (yekhejmar) zanayî werin hilberandin û divê yên tevlîhev jî, werin hêsankirin. Piştra ew zanayiyên ku ji bo rewşên tekane têne hilberandin, bi rêbaza enduksîyonê divê careke din werin qontrolkirin û rastandin.

2- Descartesî pirsa <Heqîqet çi ye?> pirsiye û xwestiye ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometriyê de jî heye û hêsan e, ji ronahiya aqil derbikeve holê. Lê Descartesî di wê derdê de ye ku bingehekê peyda bike û hemû zanayiyan jî, li ser vê bingehê ava bike.

Descartesî dibêje ku ev bingeh bi saya <Rêbaza Şikber> bi pêşniyara <Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum> re derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayiyê nake. Lewra mirovî dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî bandora wî cinî ku Descartesî qala wî dikir deye û bandor berdewam e. Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîtana ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê ya teqûz, jiber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê jiber Xwedê ye. Heger ramana Xwedê li cem mirovî bi tenê xeyalek bûya, wê demê jiber ku mirov zîndiyek dawîndar e; dê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûya. Ev yek jî, rewşeke nakok e.

Ê baş e Descartes çima wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide?

Lewra heke Descartesî bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare li Xwedê bifikire, wê demê dê di nav sînorên <Difikirim, nexwe ez he me.> de nemîne û wê demê ji bilî xwe, dê bikaribe bi nesneyên din jî bizanibe. Ango, dê bikaribe derbasî cîhana nesneyan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartesî xwe ji wê rewşa neyînî ya ku şikê (gumanê) rê didayê, rizgar dike. Heke bi tenê bigota <Difikirim, nexwe ez he me.> dê nikaribûya ji şikê xwe rizgar bikira û derbasî cîhana nesneyan bibe, derheqê wan de zanayiyan bidest bixe.

4- Wekî gotina dawî: em dikarin bibêjin Descartesî wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê behreya (qabilîyeta) zanînê ne.

Ali Gurdilî

[email protected] 

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Pêveker: rene descartes

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      309
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      285
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      371