dem: 11.10.2017 02:11 xwendin: 195

Felsefeya Zanayiyê ya Platon

Felsefeya Zanayiyê ya Platon

      Platon di Serdema Pêşîn de yek ji wan fîlozofên herî girîng e û wekî ku tê zanîn; bi riya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeka (dazanîneka) zexim ava bike. Ew şagirtekî Sokrates bû û mamostetiya Arîstotelesî kiriye. Ger em bixwazin ku bi awayekî hêsan felsefeya wî ya zanayiyê şirove bikin, wê demê em dikarin çend taybetmendiyên felsefeya wî wiha rêz bikin:

1- Platon wiha bawer dike ku zanayî, ji zayînê ve tê. Ango, wiha bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiya ne. Di vê baweriya xwe de, nemaze ji nêrîna Sokrates ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî, ji bo ramanên xwe wek bingeh (spartek) hilbijartî ye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyan/rih, berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din zivirîye dinyayê. Tiştên ku rih, wan ji bîra kiriye jî, di dema jiyana wî de têne bîra wî.

3- Teoriya wî ya bîranînê, xwe disperê teoriya wî ya du cîhanan. Cîhana fizîkî a ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp/qopî ye û texlîdê/qopiya, cîhana forma/îdeayê ye.

Li gor baweriya Platon: form, şeklê herî baş/îdeal ya heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor wan forman afirandî ye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopiyên dinyaya îdeaya/forma ne.

4- Forma her heyînekê heye. Heta formên, heyînên razber/soyut/nedîtbar jî hene. Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, ya başî û edaletê jî heye. Hemû zindiyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê distînin/werdigirin û ji bo ku bikaribin bigihêjine îdeayê, di nav hewl danê de ne.

5- Cîhana îdeayan; ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, ew bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me, bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hindek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî sûdmend in. Ango, bi kêrî me têtin. Bi tenê bi saya aqil, mirovî dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan/forman.

6- Platon zanayiyê kiriye sê beş...

A- Zanayîya rast

B- Zanayîya çewt

C- Bawerî

Bawerî, di navbera zanayiya rast û zanayiya çewt de ye.

Zanayiya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayiya îdeayan, zanayiya forman) e.

Zanayiya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û baweriya Platon; tegihîna sehekî, zanayiyên çewt didin me. Cîhana sehekî, her dem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn. Em dikarin bo nesneyekê bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e an jî hişk e.

Belam ev yekên navborî, wesfên wê nesneyê ne û bi serê xwe, wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî; zanayiya rast, ji têgîhînê (algiyê) dernayê.

8- Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi riya aqil û delîlên aqlî, tê hilberandin. Darazên bi vî rengî, zanayiyên forman/îdeayan diguncînin. Herweha zanayî ne zanayiya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan a tevahî ye.

Çend taybetmendiyên cîhana îdeayên Platon jî ev in: 

1- Bêdestpek û bêdawî [ezelî û ebedî] ne.

2- Mitleq in.

3- Raserî sehekên me ne.

4- Nayên guherîn.

5- Ne girêdayê demê ne.

6- Bi çav, nayên dîtin.

7- Bi aqil, têne têgihiştin. 

Ali Gurdilî 

[email protected]

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      161
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      133
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      194