dem: 11.10.2017 02:03 xwendin: 242

Felsefeya Rexneyî û Ramanên Immanuel Kant

Felsefeya Rexneyî û Ramanên Immanuel Kant

    Tevgera Felsefeya Rexneyî, di dîroka felsefeyê de wekî Krîtîsîzmê hatiye binavkirin û ku bi navê fîlozofên navdar Immanuel Kantî tê nasîn. Wekî tê zanîn Kant di navbera salên 1724 û 1804 an de jiyaye û fîlozofekî alman e. Kant, di navbera ramanên rasyonalîstên alman û ezmûngerên ingilîz de maye û wiha xwestiye ku wan du felsefeyan lihev bîne. Ango Kantî dixwest ku aqilparêziya rasyonalîstan, ku ezmûnê piştguh dikirin û ezmûngeriyê, ku di riya bidestxistina zanayiyê de ezmûnê weke riya sereke ditîtin, bi hevdu re girê bide û li hev bîne.

Di wê navberê de gotinên David Hume yên ku derheqê regeza sedemîtiyê de gotibûn, gihêjtine hawara wî. Kant, gotinên David Hume ku gotibû 'ti caran em nikarin sedemîtiyê biceribînin, çimku ew bi temamî ji azmayîş û nêzîkayîtêdana me ya psîkolojîk pêk tê.' ji xwe re wekî şiyariyeke pejirandî ye. Heta Kantî di vê babetê de gotiye ku 'David Hume, min ji xewa dogmatîk-hişkbawer hişyar kiriye.'

Gotinên David Hume yên derheqê sedemîtiyê de, ji bo wê pira ku Kantî dixwest ava bike; fersendeke baş afirandî ye. Çimku heger sedemîtî ji ezmûnê (deneyê) neyê, wê demê ji aqil tê. Nexwe ji bo zanîna cîhana der ne tenê nesne, aqil jî gellekî aktîv (çalak) e. Ango di aqil de, ji bo zanîna nesneyan hindek zanayiyên me yên aprîorî (onsel) hene. Kant dibêje: 'Zanayiyên me bi ezmûnê dest pê dikin; lê temamiya wan, ji ezmûnê/azmayîşê dernayên.'

Wateya vê yekê ev e: Têgihiştina me ya cîhana nesneyan bi xêra sehek (pêhesî) û azmayîşan pêk tê. Lê têgihiştina wan ya bi girêdanên wekî têkilî, sedemîtî, cîh û demê, ji pêhesî û ezmûnê nayê. Ev xal, di felsefeyê de gellekî girîng tê dîtin û wekî şoreşeke tê hesibandin. Mirov dikare bibêje ku heta dema Kant, felsefeyê herdem ji nesneyê dest pê dikir û nesneyê ji xwe re weke çavkaniya sereke û bingehîn dipejirand. Di vê dilerînê de aqil, xwediyê roleka gellekî pasîf bû.

Di vê xalê de Kant gotiye ku di babeta zanîna nesneyê de, aqil jî xwediyê roleka aktîv e û di aqil de, ji bo zanîna nesneyan hindek zanayiyên aprîorî jî hene û divê navend ne nesne, aqil be. Bi vî awayî, aqil dê were rexnekirin û sînorên zanîna wê jî, dê werin destnîşankirin. Piştî destnîşankirina sînorên aqil; zanayî û zanist jî, dê ji metafizîkê werin rizgarkirin. 

Ali Gurdilî

[email protected]

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      52
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      65
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      83