dem: 11.10.2017 01:59 xwendin: 154

Felsefeya Ludwig Wittgenstein

Felsefeya Ludwig Wittgenstein

    Wittgenstein (1889-1951) ramanwerekî navdar ê felsefeya ziman e û hemû pirsgirêkên felsefeyê, wekî pirgirêkên zimanî dîtiye. Xeyala wî ew bû ku zimanekî mantiqê ava bike û bi vî zimanî, hemû tiştî bi awayekî misoger (teqez) îfade bike.

Xwediyê du kitêba ye û di kitêba xwe ya yekemîn de, digot min hemû pirsgirêkên felsefîk (felsefeyê) safî kiriye. Piştra jî, notên xwe yên felsefeyê weşandî ye. Li gor baweriya Wittgenstein, ziman wêneya dinyayê ye. <Çawa ku heyîn ji atoman pêk tên, ziman jî wisa ji hevokan pêk tê û hemû pêkhatinên li dinyayê, dikarin bi rêya zimên, yeko yeko werin resmandin.> Piştre vê ramana xwe sererast kiriye û gotiye ku ziman ne wekî wêneyekî, lê wekî alav/aletekî ye.

Bi rêya fêrkirina rast ya bikaranîna zimên û raxistina holê ya çewtiyên zimanî, dê pirsgirêk safî (çareser) bibin. Divê mirov li zimên, di çerçoweya wî ya xwezayî de hûr bibe.

Qasî wateya gotinê (hevokê), girîngiya ê/a ku ew dibêje jî heye. Karê felsefeyê ew e ku ramanan, bi awayekî mantiqî rohnî bike.

Felsefe ne dazanînek, bêtir çalakiyek e. Felsefe divê dev ji pêşkêşkirina dozîne (quraman) jî berde. Çimku ev yek ji bilî şîlokirina mejiyên mirovan, bi kêrî ti tiştî nayê. Herweha babetên metafizîkî jî, nikarin werin zanîn û divê felsefe, dest ji wan jî berde. Di dawiyê de jî gotiye ku: Tiştên ku em nikaribin li ser wan bipeyîvin, divê em wan ji bêdengiyê re bihêlin.  

Ali Gurdilî

[email protected]

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jin û Berxwedana Jinê
Zanistî

Jin û Berxwedana Jinê

18.01.2018 18:58    Metîn Eser

Li seranserê cîhanê temenê jinê li hember temenê mêr dirêjtir e. Li hin welatên pêşketî temenê jinê bi qasî 10 salan ji temenê mêr dirêjtir e. Lê xebateke ku berfireh ya li çarkoşeyê cîhanê pê..

Bixwîne
      52
Balînayên Kujer û Menopoz
Zanistî

Balînayên Kujer û Menopoz..

16.01.2018 19:56    Metîn Eser

Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr. Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û h..

Bixwîne
      65
Li Zelandaya Nû Vedîtina Fosîlên Şevşevoka Kolîner Pêkhat
Zanistî

Li Zelandaya Nû Vedîtina Fo..

14.01.2018 14:52    Metîn Eser

Li Zelandaya Nû vedîtina fosîla şevşevokeke tune bûyî pêk hat. Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe li Zelandaya Nû vedîtina fosîlên “şevşevoka kolîner” pêk anîn. Şevşevoka kolîner bi qasî sê caran ji..

Bixwîne
      83