dem: 11.10.2017 01:53 xwendin: 320

Felsefeya Heyînê ya Platon

Felsefeya Heyînê ya Platon

     Platon (B.Z.427-347), di cîhana îslamî de bi navê Eflatûn tê nasîn û di dîroka felsefeyê de jî wekî desthilatdarekî hatiye pejirandin. Ew bi xwe, şagirtekî Sokrates û mamosteyê Arîstoteles bû. Beriya her tiştî, divê mirov bibêje ku di felsefeya wî de ramana îdeayê wekî ramaneke sereke derketiye pêş. Mesela di mijara felsefeya zanayiyê de, zanayiya îdeayan, wekî zanayiyên rast dibîne. Li gorî bîr û baweriya wî du cîhan hene; yek ya sehekî (fizikî) ye û ya din jî cîhana îdeayan e. Cîhana îdeayan, cîhana rasteqîn e ku bi saya (rêya) aqil tê dîtin yan jî têgihiştin. Cîhana sehekî jî, ew cîhan e ku bi saya sehekan tê têgihiştin.

Ev raman jî, felsefeya wî ya heyînê (hebûnnasî) pêk tîne. Di mijara felsefeya hunerê de jî, dibêje ku 'huner, texlîd/kopî ye, texlîdkirina texlîda ye.' Çimku ew wiha difikire ku cîhana ku em lê dijîn, cîhaneke qelp e, texlîdeka cîhana îdeayê ye. Hunermend jî, xwezayê texlîd dike, ku xweza jî texlîdeka îdeayê ye. Lewma jî, di felsefeya wî de huner dibe 'texlîdkirina texlîdê, yan jî qopîkirina qopiyan.' Dema ku mirov li felsefeya wî ya ehlaqê jî hûr dibe, mirov dibîne ku li gor baweriya wî tevgera herî ehlaqî, tevgera amizgerê îdeayê ye. Tevgerek çiqasî nêzîkî îdeaya baş bibe, ew tevger baş e û îdeal e.

Ê baş e, hebûnnasî (felsefeya heyînê) çi ye û felsefe xwe

çawa nêzîkê mijara heyînê dike?

Çimku beriya ku em li felsefeya Platonî ya heyînê hûr bibin, pêwîst e em bi kurtasî be jî, li ser danasîna hebûnnasiyê rawestin.

Babeta hebûnnasiyê (felsefeya heyînê), heyîn e. Hemû tiştên fizikî û ramanî, heyîn in. Di vê xalê de heyîn, dikare li derveyê hişê (bîra, şiûra) mirovî hebe û jê azad be û dikare, di nav hişê mirov de jî hebe û hebûna xwe girêdayê hişê mirovî be jî. Weke mînak: Xanî, kevir, ax, av, şêr, mirov û hwd. li derveyê hişê mirov in û jê serbixwe ne. Ev Heyînên ku me qala van kir, heyînên rasteqîn in. Sisê, pênc, prîzma, sêkoşe, hejmara pî û rih, hebûna wan girêdayê hişê mirovî ne û bi hişê mirov re, hene. Ev jî, heyînên ramanî (îdeal, hizrî, fikrî) ne. Heyînên rasteqîn, rasteqîniya xwe ji bûyer, nesne û ji kesayetiyan digrin. Li fezayê cîh digrin, bi demê re diguherin an jî, ji holê radibin. Lê heyînên ramanî, bi sehekan nayên bihistin; derî feza û demê ne û tu rasteqîniya wan jî tune. Ji beşa felsefeyê ya ku dixwaze heyînê fêhm bike û lêdikole da ku bizanibe ka hilik û sedemê yekemîn a heyînê çi ye û pirsa, ‘gelo heyîn heye an na?’ ji xwe dike, hebûnnasî ango ontolojî tê gotin.

Ji hêla zanistê ve heyîn (hemû tiştên ku hene) hem mijara zanistê û hem jî, babeta felsefeyê ye. Lê, di babeta heyînê de nêzîkayîtêdana zanist û felsefeyê, ji hevdu cuda ye. Zanist, hem hebûna heyînên ramanî û hem jî, hebûna heyînên fizikî dipejirînin û pirsên mîna ‘Gelo heyîn heye, an na? û Gelo bingeha heyînê çiye?’ ji xwe re nakin pirsgirêk. Yê ku van pirsan ji xwe dike û dixwaze ku van pirsan çareser bike, ontolojî ango, hebûnnasî ye. Her zanistek, ji xwe re qadaka heyînê dike mijara vekolanê.

Mesela Bîyolojî li heyîna zindî, fizîk li heyîna cismî û psîkolojî jî, li heyîna giyanî dikole. Ji hêla felsefeyê ve heyîn (pirsgirêka heyînê) ji bo felsefeyê weke zanayî, zanist, estetîk û etîkê, babeteka sereke ye. Babeta pêşîn a ku ji aliyê fîlozofan ve hatiye vekolandin, mirov dikare bibêje ku heyîn e. 

Ê baş Platon heyînê çawa dinasîne û li gor nêrîna wî, hayîna rasteqîn çi ye?

Li gorî nêrîna Platon, du dinya (cîhan) hene. Dinyaya îdeayan û dinyaya sehekan. Îdea heyînên esîl, ezelî, ebedî, bêliv û naguher in. Ev heyîn, 'cîhana îdeayan' bi tenê biaqil têne têgihiştin. Îdea nimûneyên pêşîn yên tiştên (nesneyên) sehekî ne. Hemû tiştên ku li dinya sehekan in, girêdayê îdeaya ne. Li dinya sehekan, hemû tişt dimirin, bi mirin in. Mesela, mirov dimrin û ji holê radibin. Lê îdeaya mirovî, tu caran namire, ji holê ranabe û nayê guhertin. Hemû tiştên ku li hawirdor in û ku em wan dibînin, texlîdên (qopiyên) îdeayan in. Îdea, nayên guherîn. Lê texlîdên wan herdem têne guherîn, ji holê radibin û ji celebên cismî ne.

Çend taybetmendiyên cîhana îdeayên Platon jî ev in.

1- Bêdestpek û bêdawî [ezelî û ebedî] ne.

2- Mitleq / misoger in.

3- Raserî sehekên me ne.

4- Nayên guherîn, neguhêrbar in.

5- Ne girêdayê demê ne, eternal in. 

6- Bi çavan, nayên dîtin.

7- Bitenê, bi riya aqil têne têgihiştin.

Ali Gurdilî 

[email protected] 

11.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Nexweşiya Paraplejiyê û Tedawiya Nexweşiyê
Zanistî

Nexweşiya Paraplejiyê û Ted..

03.11.2018 19:57    Metîn Eser

Sê mêrên ku bi nexweşiya paraplejiyê (ji ber qelsbûna tûreyên di marîpiştê de rûdide) nexweş ketibûn û nedikaribûn bilivin, bigerin, bi xêra teknîkeke nû a li Swîsreyê îcad kirine, dîsa destpê gerê ..

Bixwîne
      56
Lavocatisaurus agrioensis
Zanistî

Lavocatisaurus agrioensis

03.11.2018 10:47    Metîn Eser

Lavocatisaurus agrioensis: li Arjantînê vedîtina îzdehareke nû pêkhat. Paleontologên Îspanyayî û Arjantînî li Arjantînê, li nêzikê Andesê, jêmahiyên cureyeke îzdeharê a ku 110 mîlyon sal ber&ecir..

Bixwîne
      83
Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      416