dem: 03.12.2017 02:30 xwendin: 215

Felsefeya Filehtiyê û Augustînusê Xoşewîst

Felsefeya Filehtiyê û Augustînusê Xoşewîst

AUGUSTÎNUSÊ XOŞEWÎST

(PEVGIHANA PLATONPARÊZÎ Û FİLEHTIYÊ)

  Di dîroka felsefeyê de Augustînusî (2) wekî feylesofekî gelek balkêş hatiye dîtin û (P.Z) di sala 354an de li bajarê Hippo’ya Afrîkaya Bakur (li erda Cezayira îroyîn) hatiye dinyayê, demekê dirêj li herêma Behraspî geriyaye û di (P.Z) sala 430an de, li wir miriye. Bavê wî pagan (3) bûye, lêbelê diya wî ku gelekî jê hezdikir, baweriya xwe bi dînê filehtiyê anîbû. Augustînusî di ciwaniya xwe de, qet bala xwe nedaye filehtiyê. Lêbelê piştî ku di 18-19 saliya xwe de berhemên Marcus Tullius Cicero (B.Z.106-B.Z.43) (4) dixwîne ramanên wî gelekî diguherin, li ser gelek ramanên cihêreng radiweste û piştre jî, ramanên filehtiya katolîk nasdike. Desta ewil, ramanên Manî Pêxember dipejirîne û baweriya xwe bi Manîzmê tîne. Li gor ramanên Manîzmê gerdûn, qada şerê başî û xirabiyê, ronahî û tariyê ye. Made xirab, ruh baş e û mirov jî, ji têkelê herduyan in; ruh bi îşareta ronahiyê dixwaze ku ji kirasê madeyê xwe xilas bike.

Lêbelê derbarê Manîzmê de, hinek gumana Augustînusî hebû û peyîtandinên mantiqî yên Manîheîzmê, jêre qels xwiya dikirin û baweriya xwe bi wan nedianî. Di dawiya dewra xwe ya lêpirsînê de, bûye septîkekî pirole. Xwiya ye ku gumana wî ya derbarê Manîheîzmê de, berê wî daye berhemên Plotinos û ji berhemên Plotinosî felsefeya Platon û Platonparêziya Nû fêr bûye.

Ramangirên paganî, rojekê ji Augustînusê Xoşewîst pirsîne û gotine ku Xwedayê we, gelo çima ne di demekê (rojekê) din de, lêbelê di wê demê de gerdûnê afirandiye? Bersiva Augustînusî, balkêş e û gotiye ku: ‘Lewre Xwedayê me, demê jî di heman demê de afirandiye.’

Demekê dirêj, wisa di bin bandûra ramanên Platon û şopgirên wî de dimîne û dema ku di 32 saliya xwe de dîsa vedigere filehtiyê, ramanên wan jî derbasî filehtiyê dike û wan bi filehtiyê ve girê dide. Bêguman, ji vê têkiliyê jî dê encamên gelek girîng derbikevin holê. Di berhema xwe ya bi navê ‘Confessiones’ (Mukurhatin, Çîroka Jiyanê) de ku meriv dikare vê berhemê wekî yekem berhema jînenigariya modern jî bihesibîne, behsa wan azmayîş û serboriyên xwe dike. Di vê berhema xwe de behsa rojên zarokatiyê, hezkirina ji dayê û pirsgirêkên xwe yên zayendî dike.

PÊHISÎNÊN PÊŞÎN 

Di berhema wî ya Mukurhatin’ ê de beşa herî balkêş, beşa felsefeyê ye û di vê beşê de cih daye xwezaya demê (zeman). Di wê beşê de gotiye ku ‘heke kes vê pirsê neke, ez pê dizanim. Lêbelê dema yek bipirse, ez nizanim ez ê çi bibêjim?’ Augustînusî wiha bawer kiriye ku ji bo mirovan herikana demê hebe jî, ji bo Xwedê rastiyeke wiha tune.

Baweriya wî ya vê ramanê jî, wî gihandiye vê encamê: Herikana demê bi tenê bi jiyanê (serborî, azmayîş) re têkildar e û li derveyê jiyanê jî (ji jiyanê serbixwe) tune. Lewma jî em nikarin bibêjin ku dem, bi awayekî serbixwe yan jî bi serê xwe heye. Bi vê pêhisîna xwe, dibe pêşengê felsefeya Immanuel Kant. Di derbarê demê de, pêhisîneke wî ya din jî ew e ku gotiye (a nila û li vir, rabirdûya bêgav ya hemû hebûnatiyê ye). Bi vê pêhisîna xwe jî, bûye pêşengê felsefeya Schopenhauerî. Dîsa bi ramana xwe ya ku gotiye têgihiştina me jî di nav de, hebûnatiya me ya dinyewî, di bin serweriya îradeya me de ye jî, dîsa pêşengiya felsefeya Schopenhauer kiriye.  

Lêbelê pêhisîna wî ya herî balkêş, bi felsefeya Descartes re têkildar e: Augustînus gotiye ku xwiya ye ku gumanber di çewtiyê de ne, ku ji ‘hemû tiştan’ gumanê dikin. Ne hemû tişt, ji bo ku meriv bikaribe ji yek tiştekê jî gumanê bike, desta ewil divê ku ew tişt hebe.

Herweha jiyîna min bi xwe jî, rê li ber gumana min digre û rêya gumanê nade min. Lewre hebûnatiya min heqîqeteke misoger e, ku ji xwe ez pê dizanim. Nabe ku em ji hemû tiştan gumanê bikin yan jî derbarê hebûnatiya her tiştî de, bikevin gumanê.

Heke wisa be, nexwe ez dikarim bi tiştên din jî bizanibim û derbarê wan de, xwe bigihînim zanayiyên misoger. Filehtî, bi serê xwe ne felsefeyek bû. Lewma jî Augustînusî xwestiye ku kevneşopiya felsefeya Platonparêz û filehtiyê bike yek û meriv dikare bibêje ku di vê yekê de jî, bi ser ketiye.

Baweriyên bingehîn yên filehtiyê, ji felsefeyê zêdetir dîrokî ne. Mesela tê gotin ku Xwedê dinyayê afirandiye û piştre jî, di kirasê mirovekî de hatiye dinyayê û li dinyayê wekî mirovekî jiyaye.

Li gor baweriyan ev bûyer li Filîstînê rû daye û Xwedê di şeklê Hz. Îsa de xwe nîşan daye û gelek qeydên din yên dîrokî û hwd. Bawermendên fileh ligel gelek baweriyên din, baweriya xwe bi Xwedê û Îsa Mesîh tînin û hewl didin ku wekî gotina Hz. Îsa bijîn. Herçuqasî di dînê filehtiyê de gelek fermanên ehlaqî hebin jî, erka Îsa Mesîh ne minaqeşekirina pirsgirêkên felsefî ye û ne ji bo vê yekê hatiye hinartin. Lewma jî li holê ne du felsefe, bi tenê felsefeya Platonparêz hebû û helwesta Augustînûsî jî yekkirina wê felsefeyê û dînê filehtiyê bû. Ji bo pêkhatina vê yekê jî, di destpêkê de divabû felsefeya Platonparêz bi bawermendên fileh bihata nasandin.

Di destpêkê de di serê Augustînusî de, ramanên bi vî rengî hebûn, lewma jî herdem li cem ola filehtiyê, roleke duyemînî daye felsefeyê.  

Xwedayê min. Min bike mirovekî biîffet, lêbelê ne niha.

(Augustînusê Xoşewîst, Augustine of Hippo)

Lêbelê, dîsa jî meriv dikare bibêje ku Augustînusî xwediyê felsefeyeke gelek serkeftî û bêhempa bûye û wisa kiriye ku felsefeya Platonparêz û Platonparêziya Nû, gelekî nêzîkî nêrîna xwezaya rasteqîniyê ya dêrê bibin. Gelek nêrîn û ferasetên Platonî (Platonparêz û Platonparêziya Nû) piştî demekê wekî zanyariyên eslî yên filehtiyê hatine dîtin û pejirandin, ku li gor wan nêrîn û ferasetan, zanîniya rasteqîn û rast, ne ya cîhana sehekan û madî, lêbelê zanîniya a ku li derveyê zeman û mekanê ye bû. Lewre cîhana ku ji me xwiya dibe, di rewşeke xirabûyî û xapînok de xwe dide der û lewma jî zanayiyên ku têne bidestxidtin jî, ne zanayiyên resen û misoger in.

Felsefe, zanîna Xwedê ye. Felsefe û dînê rasteqîn jî, mîna hev in.

(Aurelius Augustinus)

RUHÊN CEHENEMÎ (DOJEHÎ)

Dazanîna Teqdîrê Îlahî ya Augustînusî herçuqasî ji aliyê dêrê ve bi awayekî fermî nehatibe pejirandin jî, di demekê dirêj de bandûreke mezin li filehtiyê kiriye û bûye sebebê gelek encamên girîng û trajîk. Li gor vê dazanînê, beyî teqdîra Xwedê mirov tu carî nikarin bi awayekî serbixwe (bi serê xwe) rizgar bibin û ji bo ku mirov bikaribin rizgar bibin, pêdiviya wan bi înayet (qencî) û dilovaniya (rehm) Xwedê heye. Ruhên ku diçin cehnemê jî, ruhên ku ne çûne ber dilovaniya Xwedê yan jî ruhên ku ji rehma Xwedê bêpar mane ne.

Ji ber vê yekê jî, kesên lanetlêbûyî (naletkirî) bi teqdîr û hilbijartina Xwedê hatine lanetkirin. Ev dazanîn piştî çend sedsalan, ji aliyê Dadgeha Engizîsyonê ve wekî palpişt û spartek hatiye bikaranîn û bûye sebebê tehde, zilm û îşkenceyan. Li Dadgeha Engizîsyonê mîna ku li ruhên cehenemî tê kirin, tehde û îşkenceyê li mirovên nebawer yan jî heretîk kirine û bi hezaran mirov, bi rê û rêbazên hovane hatine kuştin. Ev mînak jî nîşanî me dide, ku teoriya feylesofekî çawa dikare di destê hinekan de bibe alaveke zordestiyê yan jî bibe sebebê bikaranînên nêtxirab. Herweha, ev yek nîşanî me dide ku ramanek çawa dikare bibe sebebê gelek encamên pratîkî yên bêhempa jî. Bandûra ramanên wî yên bi vî rengî, ji hezar salan zêdetir hatiye hîskirin û ramanên wî, bi berdewamî hatine bikaranîn. Bandûra ramanên Augustînusî helbet ne tenê li ser Dêra Qatolîk, li ser reformsazên Dêra Protestan yên wekî Luther, Calvîn û Jansen jî gelekî hebûye.        

                                                       Ji bilî başiyê, çavkaniyeke din a xirabiyê tune.

(Augustînusê Xoşewîst)

BERHEMA DEWLETA XWEDÊ (CIVITAS DEI)

Bingeha ramana filehtiyê, yekemîn car ji aliyê St. (xoşewîst-ezîz) Augustînus ve hatiye damezrandin û felsefeya skolastîkê ji aliyê wî ve, li ser hîmê felsefeyekê hatiye rûniştandin.

Di bin bandûra Stoa û Platon de maye û hemû imrê xwe, ji bo ola filehtiyê derbas kiriye. Berhema wî ya sereke, bi navê (Dewleta Xwedê, Civitas Dei) berhemek e.

Di vê berhema xwe de dibêje ku ‘Xwedê di şeş rojan de dinyayê afirandiye.Hejmara şeşê, (6) mîna hejmarek pîroz dibîne.

Herwekî: 1+2+3+=6  û  1 X 2 X 3= 6

Li gorî dîtina wî, du texlîd dewlet hene:

1- Dewleta Erdê

2- Dewleta Ezmanan  

NÊRÎNÊN WÎ YÊN CIVAKÎ Û FELSEFÎ

1- Dijberê milkiyet, newekhevî û koletiyê ye. Nemaze, li ser koletiya hûndirîn radiweste. Lewra dibêje ku koletiya ji derve çarenûsek e û meriv nikare li hember wê rabe. Û dibêje ku divê meriv li hemberî fermanên karbidestan jî qet ranebin. Bêguman, di vê xetê de bi xwe re dikeve nakokiyê. Lê divê ev ramanwer jî, li gorî dem û şertên ku jiyaye bêtî nirxandin û şertên civakî û dîrokî, yên wê demê jî, divê bêtin hesibandin. Lewra, di wê dewra ku ew lê dijiya, li aliyekî împaratoriya Romayê (ku heta demekî, ji aliyê vê dewletê ve tehde û sitembariyekê mezin li filehan hatiye kirin) û li aliyê din jî, dêr hebû.

2- Beş û tebeqebûna civakî dipejirîne. Li gorî dîtina wî: Xwedê, rol û şûnwara mirov kifşkiriye û divê ku tevgerên mirovan di vê çerçoveyê de bin. St. (Ezîz) Augustînus; van dîtinên xwe, bi dîtinên ola filehtiyê re bi awayekî hişk girê daye û wiha, pêşkêşê civakê kiriye.

3- Civakê, mîna orgenîzmeyekê dibîne. Û li gorî wî: ‘civak, yekîtiya bikêrhatinan e.’ Di vê niqteyê de, em dibînin ku ew fonksîyonel e. Lê mixabin, bi nêrîneke olî.

4- Gotiye ku ‘Xwedê, hemû tiştî dihewisîne û mirov, ne xwediyê ti serpereştiyê ye.’

5- Di navbera rêvebirinê (administer) û yên têne rêvebirin de, cudatiyekê ava kiriye.

BERHEMÊN WÎ

1- Contra Academicos - Li Hemberî Akademiyan

2- De beata vita - Li Ser Jiyaneke Berxwîdar

3- De ordine - Di Bandêra Xwedayî de Başî û Xirabî   

4- Soliloqua – Guftegoy  

5- De libero arbitro - Li Ser Hilbijartina Serbest

6- De civitate dei - Dewleta (Qraltiya) Xwedê  

7- De trinitate - Li Ser Yekîtiya Sêmend

8- Confessiones - Mukurhatin, Çîroka Jiyanê

9- Retractiones - Nêrînek Li Ser Rabirdûyê

HILWEŞÎNA ŞARISTANIYETÊ

Augustînusî, di dewra hilweşîna Împaratoriya Romayê de jiyaye. Cîhana medenî ya ku ji zarokatiya xwe ve lê jiyabû, ji aliyê mirovên ne medenî ve hatiye hilweşandin û tunekirin. Di wextê mirina wî de, bajarê zarokatiya wî Hippo bi xwe jî, ji aliyê wêrankerên hov ve hatiye dorpêçkirin û piştî mirina Augustînusî jî, bajarê Hippo teslîmê wêrankeran bûye. Di wê dewrê de ku me îro navê Serdema Tarî lê kiriye, hilweşîn zêdetir bûye. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku sebebê hinek ramanên bedbîn (reşbîn) yên Augustînusî, ew dema hilweşînê û encamên wê ne.

Di berhema ‘Dewleta Xwedê’ de, behsa kesên ku di heman demê de hemwelatiyên du cîhana ne dike; li milekî qralatiya Xwedê ya ku naguher û abadîn e û xwe dispêre nirxên rast heye û li milê din jî, qraltiyên vê dinyayê hene ku bi awayekî lezgîn diguherin, nema wekî xwe dimînin û xwe dispêrin nirxên çewt û xirab hene. Û em, di heman demê de li herdûyan jî dijîn. Bawer im hûn ê di vê xalê de xweş têbigihêjine mînanîtiya vê ramanê û teoriya Platonî (B.Z.427-347) ya ‘Du Cîhanan’ ku gelekî dişibine hev.               

Ezabê Dojehê

Kitêba Dewleta (Qraltiya) Xwedê, (P.Z.431-426) di Serdema Navîn de yek ji wan kitêbên herî girîng bû. Augustînusî wiha bawer kiriye ku Xwedê mirovahiyê kiriye du beş: Yên ku hatine hilbijartin û yên lanetlêbûyî.

Li vê dinyayê nirxên erdê û yên ezmanan, tevlîhev bûne. Lêbelê piştî vejîna nû, dê bi tenê yên hilbijartî herin ber dilovaniya Xwedê û yên lanetkirî jî, dê heta hetayê di agirê dojehê de bişewitin. 

Dawî, meriv dikare bibêje ku Augustînusê Xoşewîst feylesofê herî mezin ê antîkîteya latîn bû û vekolîna wî ya felsefî, ji rasteqîniya der zêdetir, lêhûrbûn û lênêrîneke hundirîn (navxweyî) bû. Ji bilî vê yekê, du kitêbên xwe yên giranbiha; ‘Mukurhatin’ û ‘Dewleta Xwedê’ jî diyariyê edebiyata cîhanê kiriye.  

Jêrnivîs 

1- Nûnerekî Skolastîkê ye û Thomasî jî, di babetên olî de rasteqîniyeke nerm parastî ye. Li gor baweriya Thomasî têgehên tevayî, formên nesneyan yên derûnî (ozsel) ne. Li gor baweriya wî wehî û aqil, wekî du texlîdên zanayiyê ne û ne li hev in. Çimku aqil, nikare têbigihêje xefîyên olî, lê dikare hebûna Xwedê bipeyîtîne. Thomasî wiha gotiye: ‘Aqil û zanist, bi tenê dikarin derbaseya perestişgeha baweriyê rohnî bikin. Lê nava perestişgehê, ji alîyê wehiyê ve tê rohnîkirin.’ Derheqê ehlaqê de jî; erdema hezkirinê, hêvî û baweriyê, li wan çar erdemên yewnana antîk zêde kiriye, ku ew jî mêrxasî, sînorîtî, zanyarî û edalet bûn. Li gor Thomasî, ji ber ku dewlet di navbera Xwedê û mirovan de navcîtiyê dike û rê li rizgarî û erdemîtiya wan vedike, xwediyê asûneke bilind e. 

2- Bingeha ramana ola filehtiyê, yekemîn car ji aliyê St. (xoşewîst-ezîz) Augustînus (P.Z.354-430) ve hatiye damezrandin û felsefeya skolastîkê ji aliyê wî ve, li ser hîmê felsefeyekê hatiye rûniştandin. Di bin bandûra Stoa û Platon de maye û hemû imrê xwe, ji bo ola filehtiyê derbas kiriye. Berhema wî ya sereke, bi navê Dewleta Xwedê, Civitas Dei berhemek e. Di vê berhema xwe de dibêje ku Xwedê di şeş rojan de dinyayê afirandiye.

3- Paganîzm navê sîstema baweriyekê ye ku, çavkaniya wê xwe digihîne olên qedîm yên xwezayê û navê hevpar yê wan olên (dînên) qedîm e. Têgeha Paganîzmê yan jî Neopaganîzmê, piştî Sedsala 20an ji bo nasandin û zindîkirina olên Paganî yên beriya olên Brahimî hatiye bikaranîn. Çerçoveya vê têgehê ji ber ku gelek berfireh e, pirî caran di dewsa vê têgehê de hinek têgehên ku mijara xwe zelaltir vedibêjin têne bikaranîn. Mesela têgehên weke polîteîzm, şamanîzm, animîzm, panteîzm û hwd. Paganîzm, ji peyva paganus ya latinî ku di wateya çolwar, çolterê de ye, ketiye zimanên rojavayî.

4- Destûrmendekî Romayî yê dewletê. Xweşgotarbêjekî baş. Nivîskarekî hoste û parêzerekî parastinê yê serkeftî. Tevlî bûyerên sîyasî bûye û hatiye sirgûnkirin. Piştî çend  bûyeran, serê wî hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Xwediyê felsefeyeke bijarteker (eklektîk) bûye. Ango, bingeha felsefeya wî ji ramanên cihêreng yên mirovên din pêk hatibû. Berhemên wî yên ku li ser kalîtî û hogiriyê hatine nivîsandin, xwe gihandine heta roja me ya îroyîn.  

Ali Gurdilî

[email protected]

01.12.2017 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û f..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Ducanîtiyê
Zanistî

Jinên Ducanî û Toksîkoza Du..

07.03.2018 19:43    Metîn Eser

Lêkolînerên ji Zanîngeha Hasselt û Nexweşxaneya Oost-Limburgê piştî xebatên ku ji 12 salan zêdetir berdewam kiriye, biser ketin ku çalakiyên mekanîzmaya a dibe sedema toksîkoza(bijehrî bûn) ducanîtiyê, vebînin. Damar&ecir..

Bixwîne
      228
Paleontologên Cihêreng Vedîtina Fosîla Çûçikeke 127 Salî Pêk Anîn
Zanistî

Paleontologên Cihêreng Vedî..

06.03.2018 19:06    Metîn Eser

Lêkolînerên navneteweyî vedîtina fosîla çûçikeke pirr piçûk pêk anîn. Çûçika piçûk 127 mîlyon sal berê li tenişta îzdeharan li ser rûyê erdê jiya bûye. Heya a niha vedî..

Bixwîne
      203
Di Dîrokê De Deh (10) Îcadên Mezin
Zanistî

Di Dîrokê De Deh (10) Îcadê..

05.03.2018 19:51    Metîn Eser

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin.   10. Thomas Edison - vîdeocamera û ampûl.   Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê day..

Bixwîne
      281