dem: 06.10.2017 23:02 xwendin: 310

Felsefeya Ehlaqê ya Platon/Eflatun

Felsefeya Ehlaqê ya Platon/Eflatun

     Platon (Eflatun), yek ji wan feylesofên navdar ê Yewnana Kevnare ye. Dazanîna wî ya <îdeayê> di felsefeya wî de ramaneke bingehîn e. Wekî tê zanîn Platon dibêje ku 'du cîhan hene, cîhana sehekan û cîhana îdeayê.' û hemû felsefeya xwe, li ser vê ramana du cîhanan ava kiriye. Di ramanên wî de, cîhana îdeayan, cîhana rasteqîn e û ya fizîkî jî, cîhana qelp (xwiyakirî) ye. Cîhana îdeayan, bi aqil tê têgihiştin (dîtin) û ya fizikî jî, bi riya sehekan. Mesela di felsefeya heyînê de, heyîna rasteqîn îdea ye, di felsefeya wî ya ehlaqê de, tevgera herî baş (ehlaqî), tevgerîna li gor îdeaya baş e û di felsefeya wî ya zanayiyê de jî, zanayiya rasteqîn (rast), zanayiya îdeayê ye. Beriya ku em dest bi danasîna wî ya ehlaqê bikin, divê em hebekî li ser danasîna ehlaqê rawestin û bi kurtasî be jî, ehlaqê pênase bikin. Ehlaq, tê wateya nirxdaraziyên me yên ku di têkiliyên di navbera mirovan de dertêne holê û ku bi 'baş' yan yan jî bi 'xirab' têne binavkirin. Heke em vê danasînê bi awayekî hesantir bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku exlaq lêgerîna baş û xirab e. Wateya baş û xirab jî, wekî ku tê zanîn li gorî şexs û civakan û heta li gorî demê jî diguhere. Ango tevgerek xirab, dibe ku di civateke din de ne tevgerek xirab be. Lewra, wateya baş û xirab guherber e. Bingeha peyva ehlaqê, di erebî de wûşeya 'hulk', yewnanî de 'ethos' û latînî de jî, peyva 'mos' e. Peyva 'ethics' ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn jî, ji 'ethos' a yewnanî tê. Herwiha, bingeha peyva 'morality' jî, ku di zimanê ingilîzî de di wateya ehlaqê de tê bikaranîn; ji 'mos' a latînî tê.

Rêzikên ehlaqî, nirxdaraziyên me ne û bi demê re, carinan hinek ji wan girîngiya xwe ya berê winda dikin û bi temamî ji holê radibin. Lê, hinek ji wan carinan jî dibin rêzikên hiqûqê. Dîsa mirov dikare bibêje ku, ehlaq spontone ye. Ango, ji ber xwe ve an ji xwe xwe re çêdibin, an dertêne holê û ne çêkirî ne.

Ew pirsên bingehîn yên felsefeyê jî, pirsên wekî; 'gelo wateya mirov çi ye? Divê ku çi be?' û hwd. bivênevê, felsefeyê nêzîkî ehlaqê dike û felsefe dixwaze ku fam bike, gelo armanca tevgerên mirovan çi ne, an divê ew çi bin û an jî, kîjan tevgerên mirovan êdî mirovî û xwedîerdem in? Bêguman, ev pirs û pirsên mîna wan pirsan, rê li felsefeyê vedikin û felsefe jî, dixwaze ku bersiva wan pirsan bibîne. Ji vê bineşaxa felsefeyê re, felsefeya exlaqê (etîk) tê gotin.

Pirsên sereke yên felsefeya ehlaqê çi ne gelo? 

Fikirîna li ser tevgerên mirovan, mirov dikare bibêje ku di Serdema Pêşîn de dest pê kiriye. Çend pirsgirêkên (pirsên) sereke yên felsefeya exlaqê jî, ev in:  

1- Gelo armanceka tevgerên mirovan heye, yan na?

2- Tiştên ku civak wan bi baş û xirab bi nav dike, bi rastî jî ew wisa yan na?

3- Tevgerên ehlaqî yên hevpar, ku ji layê hemû mirovan ve têne pejirandin hene gelo?

4- Mirov di tevgerên xwe de azad e, yan na? An ew di bin bandora berpirsiyariyên xwe de ye?

5- Li hemberî wûcdana mirovî, zagoneke gerdûnî ya ehlaqê heye gelo?

Li gor zanînan, Platon (Eflatûn B.Z.427-347) di dersên xwe de gelekî giraniyê daye rewişt (ehlaq, sinc, akar) û siyasetê. Di raman û felsefeya wî de, ji bilî bandûra mamosteyê wî Sokrates bandûra fîlozofên berê jî xwiya dike. Mesela ji dazanîna (felsefeya) Pythagoras, regezên Orpheosiyan girtiye. Baweriya zindebariyê (nemirinê), baweriya cîhana din, hewldana zilamên olî yên şîretkar, allegoriya şikeftê û rûmeta matematîkê, mirov dikare di nava wan regezan Orpheosiyam de bihejmêre. 

Dîsa bi alîkariya ramanên Parmanîdes, Platon wiha bawer dike ku rasteqînî bêdestpêk û bêwext e û divê ku guherîn, ji hêla mantîqê ve, weke tişteke xapînokî were pejirandin. Belam, bi felsefeya Herakleîtos re jî, wiha bawer dike ku her tişt diguherin. Mirov dikare bibêje ku, di nava fîlozofan de yên ku herî  zêde li ser têgeha baş an başiyê (rind, qenc) rawestiya ye, Platon e.

Platon, ji wan lêkolînên Sokrates yên ku li ser babeta erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka (ehlaqa) Platon jî bextewarîparêz e. Lewra, li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon li wê bextewariyê digere ku ev yek armanceka mirovî ya xwezayî ye û dixwaze ku fam bike, ka ew çi ye gelo? Di diyalogên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike. 

Li gor felsefeya Platon: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişt e ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan; lê civakê dide ber çavê xwe û civakê, ji xwe re wekî pîvaneke dibîne. Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Çimku Platon ne behsa mirovekê gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike. 

Di felsefeya wî de 'Baş' a herî bilind, ji tevlîheviya zanayî û kêfê pêk tê ku tevlîhevî jî, li gorî pîvana a spehî û rastiyê çêdibe. Li gor nêrîna wî erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirov çuqasî xwedîerdem be, hewqasî jî azad e. Lewra, rihê mirovekê wiha, ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin.

Ji ber ku aqlê wî serwer e; ew mirovekê xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û dilrihet (aram) e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, bêaheng û bêaram e. Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha 'Baş' dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe. Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberê dilêrîna Sofîstan serhildanek bû. Çimku felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşiyê, hatibûn damezrandin. 

Mesela Protagoras wiha digot: 'Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, wê tu yê ji roja ewilî ve bigoherî û wê tu yê baştir bibî mirovekî têgihiştî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî. Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in: Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê. Ez ji bo yek tiştekî sozê didim ku wê ez ê, we bikim mirovên şehraza.'

Mirov ji gotinên Protagoras fam dike ku Protagoras têgeha  'BAŞ', hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî.  

'Pîvanê hemû tiştî, mirov in. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wiha ne. Ji bo yên ku diqufilîn, ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.'

Protagoras bi van gotinên xwe, mirovan weke pîvana hemû tiştan dibîne û rê, li îzafiyetekê (rolativiteyekê) nirxî vedike. Lê heçî Platon e, ew di 'Zagon-Yasaya' xwe de dibêje: 'Pîvanê hemû tiştan, Xwedê ye.' Û bi vê ramana xwe re jî, dixwaze ku xwe bigihîne mutleqîyeteka (naguhêrbariyeka) nirxî û aheng û dengeyekê (parseng) jî bigîhîne jiyana mirovan. Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû: 'Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast in.' Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku Herakleîtos jî gotibû: 'Hemû tişt, di herk û bûyînekê de ne û diguherin.' Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje: 'Zanayiya tiştekê ku her dem diguhere, tune û mirov nikare jê tu zanayiyan bidest jî bixe.' 

Belam, ji ber ku Platon jî di dewreka tevlîhev de dijiya ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûne; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku: 'Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û min xwe bêhêvî hîs kir.'

Herçiqas, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku li pişt wan tiştên guherînek, ku her dem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; hilikek/naverokek naguher heye. Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem weke xwe dimînin, datîne 'Îdea.'

Platon, weke heyînekê li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tişteke herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên yan jî wan dinasin, ew qopyayên îdeaya ne û li gorî qopyayên xwe, îdea rasteqîn in. Lewra qopyayên îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew ti caran nayên guherîn, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê îdeayan de zanayiyan bidest bixin.  Platon, di şibandina xwe ya şikeftê de jî wiha dibêje: 'Yên ku hemû wanekan/nesneyan ronî dike, îdeaya baş e. Çavkaniya îdeaya baş, ronahî û tava/roja ku hemû wanekan ronî dike, ye û ew, çavkaniya hemû zanayî û heyîna ye. Platon dîsa dibêje ku: 'îdeaya baş, raserê hemû îdeayên din e.'

Platon, îdeayê di nava sînorên dinyaya ku mirov têdigihêjî de dibîne. Mirov, bi hêsanî nikare îdeayê bibîne. Ji bo dîtina îdeayê, pêwist e mirov bizanibe ku hemû tiştên baş û delal, jê têtin. Di dinya xwiyakirî de a ku ronahiyê diafirîne û belav jî dike, ev îdea ye. Di dinya têgihiştî de jî, rastî û têgihîn, jê têtin. Mirov, encax piştî dîtina îdeayê, dikarin di jiyana xwe ya hûndirîn û derveyî de, bi zanyarî tevbigerin.

Piştra, Platon lêgerîna xwe ya başiyê didomîne. Ew têgeha ku ji aliyê hemû kesan ve, li ser navê başiyê lê tê gerîn û wekî miraza jiyanê tê dîtin. Ew têgeha beyî ku bizanibin ew çi ye, bi tenê girîngiya wê hîsdikin. Lewra, ew tişteke herî binîrx, raser û baş e jî. Platon, di destpêkê de dev ji eslê têgeha baş berdide û hewl dide da ku beşeka vê têgehê, yeka ku gelekî dişibe wê; yan jî hevramaneka vê têgehê ye, ji me re bibêje.

Li gor nêrîna Platon: Hin tiştên ku hene, ji xwe ew spehî/delal in û ji xwe, baş in. Lê, bi van tiştan re hin nesneyên din jî hene ku ew jî xwediyê yek heyîneka naguher in. Yanê, xwediyê yek îdeayekê ne. Û dibêje ku 'gellek tişt xwiya dikin, lê nayêtin têgihiştin. Lê, îdea têne têgihiştin; Lê, xwiya nakin.'

Tiştên ku xwiya dikin, em wan bi hêza dîtinê dibînin. Çavên me çiqasî rind bibînin bila bibînin ew tiştên ku xwiya dikin, ew çiqasî rengorengo bin bila bin; heke pergalek sêyemîn jî tevlî kar nebe, dê çav wan nebînin û ew reng jî, dê xwiya nekin. Ev pergal jî, şewq an jî roj (tav) e. Platon, rojê weke tayê (eş) têgeha baş û beşeka wê dihesibîne. 'Ew tiştê ku ez dibêjim têgeha baş aniye holê, ew roj e. Baş, rojê ji bo xwe wek ta ê afirandiye.' 

Di vê dinya xwiyakirî de ji bo çav û nesneyên xwiyakirî roj çi be, di wê dinyaya têgigihiştinê de jî BAŞ, ji bo raman û tiştên ku têne hizirîn, ew e. Tiştê ku rasteqîniya nesneyan dide wan û hêza zanînê dide mejiyê mirovî, îdeaya baş e. Ji hêla zanînê ve îdeaya baş, çavkaniya rasteqînî û zanistê ye. 'Zanist û rasteqîn; çiqasî delal bin bila bin, ji vê yekê bawer bike ku Baş, ji wan êdî raser e.'

Di dinyaya xwiyakirî de hizra nêzîkbûna şewqê û çavan, rast e. Lê, wan wekî rojê hesibandin çewt e. Mîna vê yekê, li dinyaya têgihiştinî de zanist û rasteqînê wekî 'Baş' dîtin çewt e. Cihê baş, bêguman raserî herduyan e û ji wan gellekî bilindtir e jî. 

Platon, têgeha baş mîna sebebê gerdûnê ê resen dibîne û vê têgehê, dike tişteke mitleq. 'BAŞ' a wî, di heman demê de maneyeka olî û razdar (mîstîk) jî werdigre. Platon dibêje ku erdem ne kit e, ew pirr e û ji bo her beşekê rih jî, erdemek heye.

Ev erdem jî ev in:

1- Sophia - Zanyarî

2- Andreîa - Mêrxasî                                                                           

3- Sophrosyne - Pîvanetî

4- Dikaiosyne - Rastî

5- Osiotes – Xwedîolîtî, ne.  

Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan (rih) e.

Mêrxasî, di demên xeternak yan ne xeternak û xweş yan ne xweş de, ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e.

Pîvanîtî û Rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin. Platon rastiyê, erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne.

Zanyarî, rastiya têgihanê ye. 

Mêrxasî, rastiya dil e. 

Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye.

Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî (Sokratparêz), civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya mirovekê, lê li riya berxwîdariya tevahiya civakê digere û çawa ku me berê jî got, gerûya (navenda) vê ehlaqê jî, îdeaya Baş e. 

Ali Gurdilî 

[email protected] 

07.10.2017

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî  

Tevlîker

Ali  Gurdilî
Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û fe..Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70