dem: 12.03.2017 20:33 xwendin: 541

Fatê te çi limin kir?

 

Rojek ji rojê beharê bû, ez li ber siya dîwarê kevirî li gel kurapê xwe silhedîn rûniştibûm. Te ji min re nivîsîbû bi rêka facê. Û te gotibû min “Ez fatê“

Malneketê ma te ne dizanî siha ber wî dîwarê kevirî siparteka min bû. Ew dibû sala sih û duduyan ez li ber wî dîwarî rûdiniştim. 

-Ez jî Ehmo

Malneketa facê çi bêbexte, keziyên te yên reş, biskên te yên serikê wan sorik ewqas xweşik pêşanî min dida, hema nizanim çi xezeba xwedê bû hînikiya siha dîwarê kevirî nema û agirekî girte hinavê min. Ji xwe ji têna qirik li min zuha bûbû, germa hinavê min ez bêhtir fetisandim. 

Fatê te çi ji min dixwest keçika bêbext, te çi ji min û wê kêfa min dixwest?

Yek ji min û yek ji te dawiya dawî te ez xistim hêsîrê keziyên xwe. Malneketê ma keçikên ewrûpa ji kengî ve kezî di hunandin? Keçikên ji elemanya dihatin tev jî porê wan vekirî, hindek jê di nav pantorê qot de rehnê wan bi zorê xwe di guvaştin, hindek jê jî hestiyê çîpê wan di bin goreyên tenik de xuhan dikirin. Lê porê tevan jî vekirîbûn. Malneketê te çima kezî hunandibûn û te çima biskên serî sorik kiribûne “selfî“ û radestî rehma facê kiribûn? 

Fatê te çi li min kir bêbavê?

Dayika minî zehmetkêş bi tena serê xwe, bi şîrê berê xwe, bi kefa destê xwe, bi xwîn û xwêdana eniya xwe ez mezin kiribûm û hetanî wê rojê hetanî bi derpêyê min jî dişûşt. Êdî min nedihişt alifê pêz dagrê, kayê ji telîsa derxê, rîxê kadînê bide hev. Êdî min nedihişt nîskê bêndera, genimê ji ber pala mayî, ce li bêjingê bide. Lê min çi dikir û ne dikir, min nekarî destê wê ji çêkirina danûkê bibirim. Hay ho tuyî û dixwazê Xecê ji danûkê dûrxê. 

Dar û êzing, puş û qirşik êdî karê min bû. Agir û dû tu carî ji tifika hewşa me kêm nedibû. 

Fatê te çi li min kir zalimê?

Petîx û zebeşan deyne aliyekî, şemamokên bi ser deriyê mala me ve wekî bizotekî agire aha li ser vî dilî rûniştiye. 

Ez qala vê werzê û demsalê nakim. Behar. Qîfal û kereng, tolik û tuzik, şoqil û bilbizêk. Ma çi bêjim û çi nebêjim Fatê. Dupişkên reşqemer, yên di qul û quncikên dîwarên herî de kon vedayî jî ji min re bûne hesret, ji min re bûne kul. Ew marên ku ji zarokatiya xwe ve kezebê min ji wan diqetê, ew marên di nava fîrikên genim de xwe di xeşiqandin êdî ne tirs ji min re bûne yar, ji min re bûne heval. 

Fatê, kafirbavê, ma çi kul û derdê te hebû te ez peritandim di bin wê siha dîwarê kevirî de. 

 

Te ez bi rêkan xistim. Diya min da ku miradê min bibîne, mal û semyanê min bibîne, nevî û nevîçirkên xwe bibîne, çend bazinên xwe yên beriya pêncî salî yê bûkaniya xwe firotibûn û ew kera zehmetkêş û beranê tov jî bi ser de. 

 

Min çi dizanî bê welatê elemanya çawaye? Ez bûbûme kor, ez bûbûme ker û bi ser de jî paşê min dît ez bûbûme ker jî. Keziyên xweşhunandî, biskên zelal û ew “selfî“ ya xayin. 

 

Fatê te çi li min kir kafirbavê? Nizanim ne bi facê ne jî bi watsapê. 

Ne bilbilzêk ne jî kulîlk, hindek gulên xerîb di dest tede û hatî ji wê de. Ne di nav rêka axî de, ne li ber tenûra qemer de, li firokexana Elemanya de. Wey xwelî li serê Ehmedo bê. Li Elemanya dakete xwarê û tê ji wêde kezîkej û biskesora bêbext Fatê. 

Ma dil çi kute kut jê tê, ma çong çi lerzîn bi wan ket, ma êdî laş dikarê xwe di cihê xwe de bigrê. Ewe salek bû ava laşê min zuha bûbû. Tu bûbûyî wekî kurmekî û te goştê canê min kêlî bi kêlî keritandibû û xwaribû. 

Aha vaye fatê li pêş te ye Ehmedo. De bixwe wî guyî bê ka tê çi bixwê. 

Serê min çemandî bû, ew serê li pêş cehşên gundê cîran û li pêş eskerê rûmê ne çemiyayî, min li pêş diya te û bavê te çemand. Ya rastî min tenê li pêş te çemand. Ez wekî qewîtiya petîxekî bûm di mala bavê te de. Min ne dizanî ne ez mêrim ne jî jina malê. Ellahûwekîl êdî min cê bûn dixwest ji maliyan. 

Fatê te çi ji min dixwest?

Sih û du salên bihurî bûbûne xewn. Bawerim êdî rastî evbû tenê. Tenê pere, tenê kar, tenê dawet, tenê kul û derd rojeva we-me bûn. Wey lawo Ehmedo min çi li xwe kir. Nizanim ne ber dayika xwe ya reben bikevim, ne ber gundê reben. 

Ji xwe ev sebavê kurapê min serê kêlîkê ji min re nanivîsê bi watsapê. 

-Kuro te quna xwe xilas kir, de ka keçekê ji min re jî bibîne da ez jî bême wanderan. 

Êdî ez ne Ehmedo me. Ez bûme Ehmediyê, an jî Ehmê, an jî hema bi kurt û kurmancî kebaniya malê. 

Here “qaufê” avê bêne, bacan nemane bêne, îsot ji xwarina êvarê kêmin, here “qaufa“ tirka çend kîlo goştê berxa bêne, gêjo binêre tu nan jibîr nekî. Kar bike, pera bîne, zêde kar neke mal bi tenê nehêle...

Fatê, gula Elmanya te çi ji vî rebenî dixwest, te mêrê mêra, şêrê heft deşt û heft gunda, pilingî zozana, şervanê şeva, gavanê roja kire ew kuçikê ber destê Elmana û kire cariya mala xwe. 

Fatê zewiciye, mêr aniye, dawet kiriye, mehr birîye. Tenê maye zarok, de ka bila zik mezin bibe, fatê li ber derê bijîşk û doktoran wekî makewê qûnê li xwe bihejîne, pozê xwe bilind bike û telefona ji gundiyan û bajariyan re veke û şeva xwe bibihurîne, wê demê tê bibîne lawo Ehmedo bê ka dinya çend sere û çend anîşke. 

Ma te nê fatê ye melkemotê malê. Rûpelê facê bi hovan tijî ne. Êdî dîmenên malên şewitî, zarokên kuştî, sikakên bombekirî tijî ne. 

Rojekê min ew dîwarê kevirî dît. Êdî bûbû erd. Bîra avê bûbû korteke nehîteyî. Gund bûbû kavil, mal bûbû xwelî. 

Êdî min dizanî ne careka dîtir şemamoka dibînim, ne kalikê petîxa, ne zebeşên wek xwînê sor, ne bilbizêk, ne qîfal û kerenga. 

Min dizanî ew sih û du sal xewnek bû û çû. Gundê min kuştin.

Lê dema te ez ji gundê min qut kirim te ez kuştim Fatê. 

Tevlîker

Agiri Soran
Agiri Soran

Sala 1976 ê li gundê Qesirbelekê serbi Nisêbînê ve hatiye dinê. Deh salan di nav şerê çekdarî de cî girtiye. Ji sala 2002 yê û pêve gelik proje û karên Kurdewarî bi çend hevalên xwe ve pêş xistine. Karên wekî Hêvî Group, KurdFm, Ezuem, Rewanbêj, Kovara Dîwar û hwd. Berfirehî

Nivîsên Dawî

Bill Gates û Dermankirina Alzheimerê
Zanistî

Bill Gates û Dermankirina A..

16.11.2017 22:13    Metîn Eser

Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne. Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê h&ecir..

Bixwîne
      39
Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên Bixesar û Kevn
Zanistî

Ji Nû Ve Vejandina Şaneyên ..

11.11.2017 19:17    Metîn Eser

Di têkoşîna li hember kalbûn/pîrbûnê de vedîtina metodeke nû pêk hat: madeya di nav şeraba sor de jî dihêt dîtin dikare şaneyên bixesar û kevn ji nû ve vejîne. Lêkolînerên Brîtanyayî vedîtina met..

Bixwîne
      77
Stephen Hawking û Metirsiya Tunebûna Mirovahiyê
Zanistî

Stephen Hawking û Metirsiya..

07.11.2017 22:12    Metîn Eser

Profesorê bi nav û deng Stephen Hawking li Pekîngê di konferansê de li ser tunebûna mirovahiyê axivî ye û dîsa hişyarî daye ku gerdûna me gav bi gav postê xwe diguherîne û vediguhere baloneke sor. Stephen Hawking wiha dibêje; “H..

Bixwîne
      70